TIL KOÇER – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Hemîs û Til Koçer civîna xwe ya 6 mehan li navçeya Til Koçer lidarxist bi amadebûna dehan ciwanan.
Civîn bi deqayekî bêdengiyê ji bo giyana şehîdan dest pê kir.
Di civînê de kar û xebatên 6 mehên dawî de hatin nirxandin, kêmasiyên wê û destkeftiyên wê hatin destnîşankirin.
Her wiha, pêşniyarên rêbazên pêşxistina rola ciwanan di warên cûrbecûr de, bi taybetî çand, werzîş û civakê de, hatin nîqaşkirin û planên ji bo 6 mehan hatin derxistin.
Beşdaran girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera ciwanên navçeyên cuda de û xebata bi ruhekî kolektîf ji bo pêşvebirina pêşengtiya ciwanan û bikaranîna enerjiya ciwanan di xizmeta civakê de teqez kirin.



