MÊRDÎN – Şemrex – Li navçeya Şemrex a Mêrdînê, endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Çiya Rizgar (Arjen Yavuz), ku di 25’ê Tebaxê de di dema dermankirinê deşehîd bû navendeke sersaxiyê hat lidarxistin.
Ji bo sersaxiyê, bi pêşengiya ciwanan meşek girseyî hat lidarxistin. Rayedarên (MEBYA-DER) û gelek siyasetmedar jî beşdarî sersaxiyê bûn. Girse li Parka Narîn Yaşam kom bû û ber bi Navenda Sersaxiyê ya Taxa Poyrazê ve meşiya, ku navenda sersaxiyê lê bû. Beşdaran wêneyên Şehîd Çiya Rizgar li ser xwe hilgirtin. Di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên “Çiya negerin, Apoyî her der e”, “Di şer û aştiyê de em bi te re ne Ocalan”, “Şehîd namirin”, “Bi Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Her wiha pankarta bi nivîsa “Bi sond û peyman em şopdare te ne” li gel wêneyên Rêber Apo, Huseyîn Akdogan (Armanç Kerboran), Şehîd Çiya Rizgar û alên Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan hatin hilgirtin.
Di serdana sersaxiyê de bi sirûda Çarxa Şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Endamên Partiya DEM û Meclîsa Ciwanên DBP’ê soza piştgiriyê dan têkoşîna şehîd Çiya Rizgar. Hevserokê MEBYA-DER’ê Salîh Kuday ji malbatê re sersaxî xwest.
Parlamentera Partiya DEMê ya Mêrdînê Berîtan Güneş diyar kir ku Çiya Rizgar jiyana xwe ji bo azadiya ciwanan terxan kiriye û got, “Wê di tevahiya jiyana xwe de her tim li pey vê yekê çû. Wê mîrateyek jiyana azad li pey xwe hişt. Tevî nexweşiya xwe ya giran jî, ew qet nesekinî. Ew bû sembola jiyana azad. Wê li hember hişmendiya ku dixwest ciwanên Kurd ku di bin xirbeyan de li Nisêbînê bihêle serî netewand û berxwedana ciwanên Kurd ji cîhanê re ragihand. Wê peyama ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi ser bikeve şand. Em ê mîrateya ku wê ji me re hiştiye hembêz bikin.”
“Ez hêvî dikim ku Aştîyeke Bi Rûmet bê”
Dayika Şehîd Çiya Rizgar, Ayten Yavuz got, “Ew li gorî navê xwe jiya û bû çiya. Êşa min mezin e, lê ez serê wê bilind digirim. Ew ciwanek xweşik bû. Divê hemû ciwan wê bişopînin. Ez hêvî dikim ku aştiyeke bi rûmet bê.”


