Şandeyeke Koordînasyona ciwanên Rojhilata Navîn li navenda hîzba Şuî ya Kurdistanê bi endamên Yekîtiya Ciwanên Hîzba Şuî re civiya.
Piştî lidarxistina Konferansa Sêyemîn ya Ciwanan ya Rojhilata Navîn ya li Paytexta Lubnan Beyrudê û avakirina Koordînasyoneke ya ciwanan ya ji bo zêdetir hêzkirina têkilî û çalakiyên ciwanan. Îro şandeyeke ji Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn serdana Başûrê Kurdistanê kir bi aramanca li gel endamên ciwanên tevlî wê konferansê bûne kirin.
Piştî şande duh li gel Hîzba Zehmetkêşan a Kurdistanê kom bû, îro jî li bajarê Silêmanî li navenda serekî ya Hîzba Şûî ya Kurdistanê serdana Rêxistina Yekîtiya Ciwanan ya Hîzba Şûî kir.
Piştî civînê Sekereterê Yekîtiya Ciwanan ya Hîzba Şûî Emîr Xaneqînî ji Rojnewsê re axivî û got: “Li gel Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn em civiyan û li ser hinek karên hevpar yên li ser asta herêmê, Iraq û Kurdistanê giştî axivîn. Girînge endamên tevlî vê konferansê bûne xwedî bernameyên hevpar bin.”
Endamê Koordînasyona Ciwnaên Rojhilata Navîn Rûdî Hesen jî destnîşan kir ku armanca wan ewe ku li ser kar û xebatên pêşerojê yên ji bo ciwanan nîqaş bikin bû û got: “Li aliyê din piştgirîkirina pêngava aştiyê ya li Kurdistanê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirine. Ji bo piştgirîkirinê livirin. Weke ciwan erka bikeve ser milê me emê bikin.”



