BERLÎN – Di festîvalekê de ku di 24’ê Tebaxê de li Berlîna Almanya ji bo bîranîna salvegera 19’emîn a Şoreşa Rojava hat lidarxistin, standek hat danîn û ji bo Meşa Dirêj a Ciwanan, ku dê di navbera 9-13’ê Îlonê de li Kolnê dest pê bike, daxuyanî hat dayîn.
Ciwanan li festîvalê standek agahdariyê danîn, bang li meşê kirin, afîş belav kirin û ciwan û gelên Kurdistanê vexwendin. Di daxuyaniya xwe de, ciwanên Kurd gotin:
“Em hêvî dikin ku hemû ciwanên Kurdistanê beşdarî vê meşê bibin. Bi vê serkeftinê, em ê bi hêvî û baweriyê bi hev re bimeşin.”
Çalakî bi gotina dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabê” ji aliyê ciwanan ve bi dawî bû.



