Enter your email Address

Çarşamba, Ocak 28, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

Edîtor: Nucan Serdoz
17/08/2025 - 9:16
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya gerîlayên HPG û YJA Starê bi coş hate pîrozkirin.

Wêneyên Rêber Apo, fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz), Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar, alên HPG û YJA Starê li qada pîrozbahiyê hatin daliqandin.

Di pîrozbahiyê de ku govend hate gerandin, sirûd hatin gotin, helbest hatin xwendin, tim û tim dirûşmên ‘Bijî Seork Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, Şehîd namirin’ û ‘Bijî 15’ê Tebaxê’ hatin qîrîn.

.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê, Fermandara YJA Starê Sîdar Heştanî axivî.

Sîdar Heştanî Cejna Vejînê li Rêber Apo, gelê Kurd û hevrêyên xwe hemûyan pîroz kir û di şexsê fermandarên pêşeng Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar de şehîd hemû bi bîr anî.

Heştanî anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê pêngaveke leşkerî ye, di heman demê de xetek e, destpêka manîfestoyekê ye û got, “Bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nema bû, bi navê jinê tiştek nema bû ku nehatibû talankirin. Rêber Apo di demeke bi vî rengî de rabû. Rêber Apo herî zêde rê li ber azadiya jinê vekir, herî zêde ji bo jinê têkoşiya. Bi saya vê yekê artêşa me ya jinê, partiya me ya jinê ava bû û îro em pêşengiyê ji jinên li tevahiya cîhanê yên bindest re dikin. Em xwazin azadiya jinan hemûyan temsîl bikin, pêşengiyê jê re bikin. Lewma îro li vê derê weke gerîlayên YJA Star û HPG’ê li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo em Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz dikin. Em deyndarê Rêber Apo û şehîdan e.

Bêguman 15’ê Tebaxê ne tenê hevalê Egîd afirand; wê xetek afirand, bû rêbaza fermandariyê, bû rêveberî û manîfestoya gerîlatiyê. Li Kurdistanê xeta şoreşê, xeta şerê çekdarî gihand asta herî bilind. Têkoşîna nasnsameya Kurd ispat kir.”

Fermandar Sîdar Heştanî destnîşan kir ku têkoşîna bi fîşeka destpêkê ya fermandar Egîd destpê kir hîn jî dewam dike û got, “Weke gerîlayên HPG û YJA Starê di şer û aştiyê de şert û merc çi dibin bila bibin, em fedaiyên Rêber Apo û xeta hevalê Egîd in. Her wiha weke HPG û YJA Starê em ê hesasiyeta ku pêvajoya aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo ji me dixwaze pêk bînin û em ê tevlî projeya Rêber Apo bibin.”

Fermandara YJA Starê Sîdar Heştanî destnîşan kir ku di dawiya her şerî de divê aştiyeke mayinde pêk were û di dawiya axaftina xwe de got, “Bêguman di dawiya her şerî de aştî pêk tê; lê belê em zanin ku îro li Kurdistanê şer, talan û komkujî dewam dikin. Bi taybetî li hemberî jinan êrîşên fîzîkî û komkujî dewam dikin. Her wiha cografay Kurdistanê bi taybetî Botan, xweza tê talankirin. Şoreşger di heman demê de xaka xwe diparêzin.

Çend roj berê partiya me şehadeta sê hevrêyên me yên hêja, fermandarên me eşkere kir. Hevalê Koçer Urfa, hevalê Nûreddîn Sofî û hevalê Bahtiyar Gabar. Demeke dirêj ez bi van hevalan re mam. Hevalê Sofî demeke dirêj fermandarî ji me re kir, hevrêtî kir. Me ji çapemeniyê şopand, ji Rihayê heta Qamişloyê, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakur, gelê me bi rengekî girseyî xwedî li van hevrêyan derket. Bi vê wesîleyê weke gerîlayên HPG û YJA Starê silav û hurmetên xwe pêşkêşî gelê me, malbatên şehîdan, dayikên şehîdan, xwişk, bira û hevrêyên şehîdan dikim.

Em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta şehîdan em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Şehîdên me xeta me ya sor e, pêşengên jiyana nû ye.”

GELÊ KURD JI QIRKIRINÊ HAT MASEYA DANÛSTANDINAN

Ji gerîlayên HPG’ê Agirî Şaho jî li pîrozbahiyê axivî û anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd werçerxeke dîrokî ye. Agirî Şaho destnîşan kir ku eger îro bi navê Kurdîtî tiştek hebe ev yek bi saya vê têkoşîna çekdarî ye û got, “Gelê Kurd ku berê dihate qirkirin, îro gihîştiye wê astê ku li dora maseyê danûstandinan bike. Ev yek bi saya fîşeka destpêkê ye ku 15’ê Tebaxa 1984’an hate teqandin.”

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Amed jî ragihand ku 15’ê Tebaxê hebûna gelê Kurd parast û got, “Vê têkoşîna ku nîv sedsalê dewam kir, dewlet neçar hişt ku li dora maseyê rûnê. Bêguman. Di vê yekê de keda hevrêyên me yên şehîd heye. Têkoşîna ku heta roja îro dewam dike, mîrateya şehîdên me ye. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku xwedî li mîrateya hevrêyên me yên şehîd ên weke Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Bahtiyar Gabar derkevin.”

Bêrîtan Amed di dawiya axaftina xwe de di dawiya axaftina xwe de qala amadekariyên merasîma pîrozbahiyê kir û anî ziman ku her hevrê bi coş û moreleke mezin beşdarî qonaxa amadekariyê bû.

Pîrozbahiya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi gerandina govendê û stranan bi dawî bû.

 

1 Ji 6
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Stenbolê di pêşengtiya ciwanên Partiya DEM’ê de meşa 15’ê Tebaxê

Nivîsa Pêş

YRK’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
YRK’ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

YRK'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqqayê Bernameyên Perwerdeyê Lez Dike

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqqayê Bernameyên Perwerdeyê Lez Dike

Manşet

  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin
  • Ciwanên Kobanê: “DAIŞ Tenê Navê Xwe Guhert, Emê Carekî Din Wan Têk Bibin”
  • Li Amedê Tevî Astengiya Polîsan Jî Çalakiya Rojava Hate Lidarxistin
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Fermandar Sîdar Efrîn Sembola Têkoşîna Jina Kedkar û Şerker e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li Hesekê Mewziyên Berxwedanê Ava Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Portugal Ji Bo Parastina Şoreşa Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ereb Li Şengalê Piştgiriya Xwe Ji Bo Berxwedana Rojava Nîşan Didin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.