HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Heseke bi boneya nêzbûna salvegera 41’emîn a 15’ê Tebaxê, meşekî bi meşeleyan li girê Kewkebê lidarxistin. Di 15’ê Tebaxê 1984’an de çalakiya yekemîn a gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê li dijî faşîzma dewleta Tirk pêk hat.
Ciwanan wêneyên fermandarê 15’ê Tebaxê şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) hildan û dirûşmeyên şoreşgerî gotin.
Li ser girê Kewkebê di serî de, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê, deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Helîme Îsmayîl axivî û diyar kir ku ciwanên şoreşger îro li ser şopa 15’ê Tebaxê şoreşa Rojava diparêzin.
Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Ermenî yên Demokratîk Lusnak Kapûryan axivî û girîngiya 15’ê Tebaxê û tekoşîna azadiya Kurdistanê ji bo azadiya hemû gelên herêmê da diyar kirin.
Ciwanan çalakiya xwe bi stranên şoreşgerî bi dawî kirin.



