Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Polîtîkayên li Dijî Ciwanên Kurd: Fuhuş, Hişbir û Qumar

Edîtor: Nucan Serdoz
10/08/2025 - 20:58
di nav Giştî
Reading Time: 9 mins read
A A
Polîtîkayên li Dijî Ciwanên Kurd: Fuhuş, Hişbir û Qumar
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Cîger Mawa nivisand.

Di van salên dawî de, li Bakurê Kurdistan bi awayekî berçav belavbûna karanîna hişbirê, tora fuhuşê û faaliyetên qumarê yên neqanûnî, ligel têkiliyên neexlaqî bi leşker û polîsan re, ne tenê wekî hilweşîna civakî, lê herwiha wekî beşek ji stratejiyên şerê taybet ên bi zanebûn têne meşandin divê bêne nirxandin. Ev avahî, bi taybetî ciwanan dikin armanc, da ku rê li ber rêxistinbûna wan a siyasî, hişyariya çandî û meyla wan a ber bi hişmendiya neteweyî bigirin. Hem pratîkên li qadê û hem jî hilweşîna civakî ya li herêmê nîşan didin ku ev polîtîka bi awayekî plankirî û rêxistinî têne meşandin.

ARMANC: CIWANÊN KURD

Gelê Kurd bi dehan salan e li hemberî înkarkirina çandî û siyasî û bi her cureyên zordariyê re rû bi rû maye. Tevî vê yekê, bi taybetî di nav nifşên ciwan de hesasiyeta siyasî û hişmendiya neteweyî pêş dikeve. Stratejiyên ewlekariyê yên dewletê, ji bo tepisandina vê hişmendiyê û bêbandorkirina ciwanan, amûrên nû diafirîne. Di nav van amûran de bi taybetî çar qad balê dikişînin:

1-Belavkirina maddeyên hişbir

2-Firehbûn û normalîzekirina tora fuhuşê

3-Teşwîqkirina çanda qumarê ya neqanûnî

4-Têkiliyên neexlaqî yên bi leşker û polîsan re

Ev çar sernav, ji bo ciwanên ku têne armanckirin, bûne amûrên bingehîn ên bê nasnamekirin, depolitîzekirin û hilweşîna kesayetî.

POLÎTÎKAYÊN HİŞBİR Û TORA BELAVKIRINÊ

Li bajarên Bakurê Kurdistan, bi taybetî li avahiyên metruk, derdora dibistanan û taxên feqîr, belavbûna zûtirîn a hişbirên sentetîk (bonzaî, metamfetamîn hwd.) bûye krîzeke tenduristiya gel. Lê ev rewş ne tenê bi tenduristiyê ve tê ravekirin. Çavkanîyên herêmî û çavdêrên serbixwe diyar dikin ku li van madeyan tê çavberîkirin û tew di hin cihan de hêzên ewlekariyê yên dewletê destûrê didin belavkaran. Di pişt deriyan de tê zanîn ku ev yek tê organîzekirin. Bi destê dewletê, ciwanên Kurd ber bi vê batakê ve têne kişandin, da ku ji têkoşîna siyasî dûr bikevin û di nav civaka xwe de bên dûrxistin û kesayetiyên bêexlaq bên afirandin.

TORA FUHUŞÊ Û ARMANCKIRINA JINAN

Li bajarên Kurdan tora fuhuşê ku her diçe zêde dibe, bi taybetî jinên ji malbatên di nav feqîriyê de û yên welatparêz hedef digire. Hin ji van toran bi destê kesên parastî têne birêvebirin û ji lêkolînên me encamên wisa derketine ku hin avahî bi polîsan re hevkarî dikin, ev yek bi awayekî eşkere tê dîtin. Gelek caran ev mijar tew di raya giştî de jî derketiye holê:

– Jinên ciwan ên bi zorê ber bi fuhuşê ve têne birin, bi gefan têne bêdengkirin da ku “careke din neaxivin”.

– Çavberîkirina bi kontrol li otêl, pansiyon û malan de çalakiyên têne kirin.

– Îdiayên ku hin tora fuhuşê ji bo ajanbûnê û şantajê têne bikaranîn.

Ev rewş, ne tenê hilweşîna exlaqî ye, lê di heman demê de êrîşeke sîstematîk li ser nirxên neteweyî û rûmeta jinan e.

MALPERÊN QUMARÊ Û XEFIKÊN DÎJÎTAL

Di van demên dawî de malperên qumarê yên serhêl zêde bûne, bi taybetî bala ciwanên bêkar dikişînin û bi xeyala “pereyê hêsan” wan bi sîstemê ve girêdidin. Her çendî hin ji van malperan wekî ji derveyî welat xuya dikin jî, li gorî agahiyên me yên hatine tespîtkirin, di rastiyê de ji hundirê Tirkiyeyê têne birêvebirin. Bi taybetî li bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Wan û Êlîhê, ev yek di nav ciwanan de bûye bağımlılığek berbelav. Bi van malperan, deyndarkirin, kişandina nav toran û afirandina hestên bêçaretiyê wekî zordariyên psîkolojîk jî têne sepandin. Bi bağımlîbûna qumarê re, armanc ew e ku şêwazên jiyanê yên derveyî siyasetê bêne belavkirin.

PÊWENDIYA SIYASÎ YA VAN AVAHIYAN: ŞERÊ TAYBET

Ev hemû diyardeyên hanê ne ji rêzê ne jî wekî sûcên krîmînal têne dîtin. Li Bakurê Kurdistan, ev polîtîkayên bi sîstem têne meşandin, di paşperdeya wan de konsepta şerê taybet a dewletê heye. Li gorî vê konseptê; dînamîkên gel ên bi destwerdanên leşkerî nayên tepisandin, bi rizandina civakî, deformasyona çandî û şikandina ciwanan têne qelskirin. Kêmkirina ciwanên di partiyên siyasî de çalak in, tê dîtin ku ciwan piştî demekê di partiyê de dixebitin, ji partiyê dûr dikevin û zû bi zû ber bi van qirêjahiyan ve têne avêtin. Polîtîkaya dewletê ya “neçe partiyê, çi dixwazî kirinên neexlaqî bike” li her devera ku gelê me yê welatparêz lê heye belav bûye û mixabin ciwanên me têne xistina vê rewşê.

Hem ev polîtîkaya qirêj a bi destê dewletê wekî destê tarî tê belavkirin, hem jî dîsa bi destê dewletê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Huda-Parê, hewl tê dayîn ku çareseriyek ji vê pirsgirêkê re bê dîtin. Lê belê armanc ew e ku ciwanên me ji tevgera welatparêz dûr bikevin û bi îstîsmara hestên olî Huda-Par li herêmê meşrû bikin. Koma bi navê “Hezkiriyên Pêxember” ku girêdayî Huda-Par û MÎTê ye, li taxên welatparêz wekî hêzeke paramîlîter tê organîzekirin. Ji aliyekî ve asîmîlasyon û yozkirin tê belavkirin, ji aliyê din ve wekî “rizgarker” “Hezkiriyên Pêxember” têne pêşxistin. Li bajarên mezin ên wekî Êlîh, Amed, Wan û Mêrdînê, di çavdêriyên me û agahiyên me de ev rewş bi awayekî eşkere tê dîtin:

– Yekîneyên ewlekariyê yên dewletê bi zanebûn van toran bêkontrol dihêlin.

– Mekanîzmayên dadê li hember sûcên narkotîk û fuhuşê bêbandor dimînin.

– Sepandinên şerê psîkolojîk ên armanckirina ciwanên siyasî.

Ev hemû, beşek ji armanca afirandina nifşek dûrî hişmendiya şoreşgerî, hişyariya civakî û berxwedana neteweyî ne.

XWEKUŞTINA JIN Û MÊRAN

Di van salên dawî de, bûyerên xwekujiyê yên di raya giştî de gelek caran derketine holê, divê bi ciddî bêne lêkolînkirin. Her çendî di hevdîtinên me yên li herêmê de pir caran tê gotin ku ev xwekujî bi sedemên aborî ne, lê sedema sereke qelsbûna hişmendiya siyasî, belavbûna bêrêxistinbûnê û kêmkirina wateya jiyanê ye. Xwekujiyên jin û mêran, bi organîzekirina bê nasnamekirinê di civakê de zêde dibin. Hêzên paramîlîter ên bi piştgiriya dewletê bêhêvîtiyê di civakê de belav dikin, bi afirandina kesên bêçare û westiyayî, polîtîkayên ku ber bi xwekujiyê ve dibin belav dikin.

TÊKILIYÊN NEEXLAQÎ YÊN BI LEŞKER-POLÎSAN RE

Li bajarên Bakurê Kurdistanê, mijareke ku nayê xwestin bê dîtin û ji aliyê malbatan ve tê veşartin, têkiliyên neexlaqî yên bi “leşker-polîsan” re ne. Bi taybetî jinên ciwan ên ku têne xwestin bêne xistin, ber bi tora neexlaqî ya leşker û polîsan ve têne kişandin. Civak bi têra xwe vê mijarê nîqaş nake. Dema ku keçek an kurikek bi leşker an polîsekî re têkiliyekê dijî, ev yek zû tê veşartin an jî rewşên ku me di raporkirinê de jî zehmetî kişandiye çêdibin. Qelsbûna hişmendiya dijmin di nav malbatên me de, normalîzekirina zewaca bi leşker-polîsan re û belavkirina axaftinên ku ber bi têkiliyên neexlaqî ve zeminê çêdikin, mixabin zeminê vê yekê amade dike.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ VÊ YEKÊ DIVÊ ÇAWA BE?

Ev sîstema qirêj a li bajarên Bakurê Kurdistanê, ne tenê civakî, lê di heman demê de meseleyeke siyasî ye. Têkoşîna li dijî hişbir, fuhuş û qumarê, divê wekî beşek ji têkoşîna rizgariya neteweyî bê dîtin. Gelê me yê welatparêz ku tê xwestin bê nasnamekirin, tê xwestin bê bîr bibe û bi xebatên şerê taybet ên herêmî, bê navber bi ciwanên me tê lîstin.

Li gorî vê yekê:

– Rêxistinên civakî û siyasî yên li herêmê divê vê mijarê bikin rojeveke taybet.

– Ji bo ciwanan kampanyayên hişyariyê û qadên çandî-siyasî yên alternatîf bên afirandin.

– Medyaya herêmî û çalakvan divê van toran bi belgeyan eşkere bikin.

– Kesên di meqamên giştî de ku rasterast bi tora hişbirê û fuhuşê re têkildar in divê bên eşkerekirin.

– Ji bo ku bîra neteweyî zindî bimîne, divê li ser medyaya civakî weşanên dîrok û çandê yên bi hêz bêne kirin, kesên ku di vê qadê de bixebitin divê bêne piştgirîkirin.

Civakek ku bîra xwe winda bike, hezar caran zimanê xwe winda kiriye. Civakek ku bîra xwe zindî digire, di demeke kurt de hişmendiya zimanê xwe pêş dixe, di dîroka cîhanê de gelek mînakên vê yekê hene.

Ev pêvajo, ne tenê wekî “exlaqî”, lê wekî sernaveke berxwedana siyasî divê bê fêmkirin.

Cîger MAWA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Dirbêsiyê pêşbirka Ciwanan

Nivîsa Pêş

Li Liverpoolê ji bo Berxwedana Mexmûrê Xwepêşandana Konî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Liverpoolê ji bo Berxwedana Mexmûrê Xwepêşandana Konî

Li Liverpoolê ji bo Berxwedana Mexmûrê Xwepêşandana Konî

Partiya Demokratîk (DEM) li Edeneyê Festîvala “Aştî û Civaka Demokratîk” Lidarxist

Partiya Demokratîk (DEM) li Edeneyê Festîvala "Aştî û Civaka Demokratîk" Lidarxist

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.