HESEKE – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Heseke ji bo bîranîna şehîdên pêşengên tevgera ciwanan Bişeng Brûsk, Sara Hogir, Vejîn Jiyan û Waed El Xelûf, şevbîrkekî li Gûlîstana 4’ê Nîsanê lidarxistin. Bi dehan ciwanan beşdarî şevbirkê bûn. Cihê şevbirkê bi wêneyên şehîdan, tiştên çandî û kevnar hat xemilandin.
Di serî de, ji bo bîranîna her 4 şehîd û tevahî şehîdên şoreşê, deqayekî rêzgirtin hat rawestandin û mûm hatin vêxistin. Piştî wê, sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna her 4 heval hat nîşandan.
Piştre komekî jinên ciwan bi cilên kurdî stranên “Keça Kurda”, “Girê Sîra” û “Bêrîtan” gotin.
Li seranserî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna pêşengên tevgera ciwanan ên ku di meha Tîrmehê de şehîd bûn, çalakiyên bîranînê tên lidarxistin.



