Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

KCK, 33 ciwanên ku li Suruçê şehîd ketine bibîranî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê 33 endamên tevgera ciwanên sosyalîst a Tirkiyeyê bi bîr anî ku 20’ê Tîrmeha 2015’an li Pirsûsê şehîd bûn û got, “Hevrêyên ku li Pirsûsê şehîd bûn, afirîner û sembola serketin û pêşketina dîrokî ne.”

Edîtor: Nucan Serdoz
20/07/2025 - 10:26
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe rênîşana me ya têkoşînê
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî 33 endamên tevgera ciwanên sosyalîst a Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand, ku 20’ê Tîrmeha 2015’an di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûn.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di êrîşa 20’ê Tîrmeha 2015’an de ku li dijî endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst a Tirkiyeyê pêk hat, ku dixwestin ji bo jinûve avakirina Kobanê bixebitin û bi vê armancê li Pirsûsê bûn, 33 hevrêyan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Em careke din vê êrîşa namerdî şermezar dikin ku li dijî yekîtî, piştevanî û îradeya jiyana hevpar a gelan hate kirin. Em 33 kesên di êrîşê de şehîd bûn bi hezkirin, rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin. Di şexsê wan de careke din hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi bîr tînin. Em careke din diyar dikin ku helwest û têkoşîna jiyana hevpar a gelên me wê bi ser bikeve û li ser vê bingehê hesabê dîrokî yên komkujiyan bên pirsîn.

Di parastina Şoreşa Rojava de ku hesreta azadiya dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn e, piştevanî û têkoşîna gelan xwedî cihekî girîng e. Bi vê armancê piştevanî û têkoşîna ku ji aliyê gelên Tirkiyeyê, hêzên şoreşger, demokrat, sosyalîst û azadîxwaz hat kirin, dîrokî ye. Ev helwest di parastin û rizgarkirina Kobanê de serketineke dîrokî anî. Êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê, ku xeteriya herî mezin a li ser Şoreşa Rojava bû, di encama piştevaniya dîrokî ya gelan de bi têkbirina DAÎŞ’ê ji holê hate rakirin. Di têkçûna DAÎŞ’ê de ya li Kobanê, ne tenê Kobanê, Şoreşa Rojava ku hesreta azadiya dîrokî ya gelên Rojhilata Navîn e, hat rizgarkirin. Ev encama dîrokî, hêz û qîmetê piştevaniya gelan derxist holê. Hevrêyên ku li Pirsûsê şehîd bûn, mîmar û sembolên vê bûyer û serketina dîrokî ne. Em careke din wan bi rêzdarî, hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ên hêja ditewînin.

Têkoşîna me ya ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbasî qonaxeke nû bû, baweriya me ya bi jiyaneke azad û wekhev a gelan xurttir kiriye û me zêdetir nêzî pêkanîna van armancan kiriye ku me di oxira vê de şehîd dane. Gihiştina vê armancê wê diyariya me ya herî mezin a ji bo şehîdan û gelan û bersiva herî rast a komkujiyan be. Bi vê bawerî û hizrê em bang li gelên xwe dikin ku tifaqên xwe yên demokratîk û têkoşîna xwe mezintir bikin; her wiha bang li hêzên şoreşger, demokratîk û sosyalîst dikin ku pêşengtiya vê bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG-NRÇ: Bahoz Zerdeşt fermandarekî fedayî yê Apoyî bû

Nivîsa Pêş

Xwe Naskirin, Rêxistinbûyin û Rêxistinkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Xwe Naskirin, Rêxistinbûyin û Rêxistinkirin

Xwe Naskirin, Rêxistinbûyin û Rêxistinkirin

Jinên Ciwan ên Tebqa: Di parastinê de ji xwe bawer bin

Jinên Ciwan ên Tebqa: Di parastinê de ji xwe bawer bin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.