HELEB – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê li bajarê Helebê bi şahiyekî 8’ê Adarê, roja cîhanî a tekoşîna jinên kedkar, pîroz kirin. Bi tevlîbûna dehan xwendekaran û bi coşekî mezin hat lidarxistin.
Şahî bi dekeyekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdan destpêkir. Di şahiyê de pêşengehekî wêneyan û standekî pirtûkan derbarê tekoşîna azadiya jin û bi taybet jî ramanên Rêber APO hatin pêşkêşkirin. Şahî bi helbest, govend û dîlanên çanda heremê ve berdewam bû. Her wiha, komên hunerî yên xwendekaran stranên xwe pêşkêşkirin.



