Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK; Em bi Gel û Jinên Elewî re di Nav Piştgiriyê de ne

Edîtor: Nucan Serdoz
08/03/2025 - 11:01
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK; Em bi Gel û Jinên Elewî re di Nav Piştgiriyê de ne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê, destnîşan kir ku hewl tê dayîn li Sûriyeyê cardin şer bê gurkirin û bang li her kesî kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de komkujiya li dijî Elewiyan şermezar bike.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK), bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya ku ji aliyê HTŞ’ê ve li dijî Elewiyan hatiye kirin, şermezar kir û got, “Em hevgirtina xwe ya bi gelê Elewî û jinan re diyar dikin û bang li hemû sazî û rêxistinên jinan ên demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî li Sûriyeyê dikin ku bi hestiyar nêz bibin, van êrîşan protesto bikin û bibin xwedî helwest.”

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“Sûriye careke din ber bi şerekî bi xwîn û komkujiyeke navbera gelan û mezheban ve tê kaşkirin. Elewiyên Sûriyeyî, bi hefteyan e li herêmên weke Latkiya, Hûmûs û Tartûsê yên li peravên Sûriyeyê rastî heqaretên derveyî mirovahiyê, êşkence û komkujiyan tên. Jinên Elewî rastî her cure zext û destdirêjiya terorîst û çeteyên olperest-mezhebî yên DAÎŞ’ê ku piraniya wan ne Sûriyeyî ne, tên. Em van komkujiyên li hemberî gel û jinên Elewî hat kirin bi tundî şermezar dikin.

DIJMINÊ JINÊ NIKARE SIBEROJEK PÊŞKÊŞÎ GELÊN SURIYEYÊ BIKE

Hêzên navneteweyî hewl didin HTŞ’ê li Şamê rewa bikin û herêmê li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Ji ber vê yekê hemû hêzên navneteweyî li pêşberî ewqas komkujî û zilma dijî mirovahiyê bêdeng dimînin. Ev desthilata paşverû û dijminê jinê ku îradeya gelên Sûriyeyê paşguh dike û li gorî avadaniya wê ya sosyo-çandî tevnagere, bi polîtîkayên xwe yên komkujî û çewisandinê nikare siberojeke bi hêvî pêşkêşî gelên Sûriyeyê bi taybetî jinan bike.

PÊWÎSTE ÎRADEYEKÎ BERFIREH DERKEVE HOLÊ

Hilweşîn, koçberî û zexta ku gelê Sûriyê ev 10 sal in dijî, dihêle ku di vê dema dîrokî de pêwîstiya avakirinek demokratîk derkeve holê. Erdnîgariya Sûriyê ku hemû cudahiyên olî, çandî, mezhebî di nav hev de ne û wekî gelên Ereb-Suryan-Kurd-Durzî-Tirkmen, Sunî-Elewî-Xirîstiyan tê de dijîn zemîna jiyana azad û bi hev re ye. Ji ber gelên Kurd-Ereb-Suryan ev 10 sal in bi hev re di nav aşitiyê de dijîn, nîşan dide ku gengaz e jin di hemû zemînên civakî yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê de bi awayek azad û wekhev tevlî Rêveberiya Xweser dibe. Ev model û danaheva Rêveberiya Xweser radixe berçavan. Êdî pêwîste îrade û hêza çareseriyê ya ji bo bi diyalogê çareserkirina pirsgirêkan, derkeve holê.

EM BI GEL Û JINÊN ELEWÎ RE DI NAV PIŞTGIRIYÊ DE NE

Di vê çarçoveyê de em bang li tevgerên cihanî yên jinan, rewşenbîran, hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî komkujiya Elewiyan bêdeng nemînin. Em bi gel û jinên Elewî re di van piştgiriyê de ne. Di serî de li Sûriyê, li Kurdistan û Tirkiyê divê hemû sazî û dezgehê jinan hestiyar nêz bibin û van êrîşan şermezar bikin.

Di vê roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de ev komkujî pêwîstiya jinan a rêxistinbûna hevpar û bilindkirina têkoşînê hîn zêdetir derxistiye derve. Berpirs û sedema hemû komkujî, şer û wekhevnebûnê zihniyeta mêrê serdest e. Lewra azadiya jinê û têkoşîna wê panzehîra her cure çanda tundî û serweriyê ye. Di vê çarçoveyê de roja têkoşînê ya jinên Elewî û hemû jinan pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîtiya Xwendevanên Welatparêz a Sûriyê: Pêşeroja Sûriyê li ser cenazeyên xwendekaran nayê avakirin

Nivîsa Pêş

Li Şahiya 8`ê Adarê li Hesekê: Em ê xwedî li têkoşîna xwe derkevin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Şahiya 8`ê Adarê li Hesekê: Em ê xwedî li têkoşîna xwe derkevin

Li Şahiya 8`ê Adarê li Hesekê: Em ê xwedî li têkoşîna xwe derkevin

Peyama Rêber APO ya 8’ê Adarê: “Rêgeza min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Peyama Rêber APO ya 8’ê Adarê: "Rêgeza min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Manşet

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welêtê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.