Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: Nameyek ji Rêber APO hat

Edîtor: Nucan Serdoz
13/02/2025 - 21:01
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: Nameyek ji Rêber APO hat
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ragihand ku nameyek ji Rêber APO wergirtine. Bayik, bi balkişandina li ser tecrîda li Îmraliyê, helwesta dewletê rexne kir û got, “Eger di şert û mercên Rêber APO de ti guhertin çênebe, wê çawa bangekê bike?”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di Bernameya Taybet a Stêrk TV de daxuyaniyên girîng da. Cemîl Bayik pêngava dîrokî ya ku Rêber APO daye destpêkirin nirxand, der barê geşedanên nû de agahî parve kir û helwesta dewletê rexne kir.

PÊŞKEVEKIRINA NÛ: NAMA RÊBER JI KCK’ê re

Cemîl Bayik cara yekem ji Stêrk TV re eşkere kir ku Rêber APO nameyek şandiye. Bayik destnîşan kir ku Rêber APO bi salan e ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hewldanên mezin dide. Bayik destnîşan kir ku Rêber APO gavên ku ji bo çareseriya demokratîk avêtine dixwaze bigihîne armancên mezintir û got, “Rêber APO dixwaze vê pêngavê hîn zêdetir xurt bike. Ji bo pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derxîne û bikeve zemîna demokratîkbûnê dixebite.”

‘DIVÊ HER KES XWEDÎ PÊNGAVÊ DERBIKEVE’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik diyar kir ku peyamên Rêber APO di nava civakê de coşeke mezin afirandiye û got, divê her kes ji bo di vê pêvajoyê de destê Rêber APO xurt bike bixebite. Bayik ev bang kir: “Divê her kes piştgiriyê bide vê pêngavê. Ji ber ku ev pêngava Rêber APO ji bo her kesî ye.”

‘HER KES BARÊ XWE DÎNE SER RÊBER APO’

Bayik her wiha destnîşan kir ku divê di vê pêvajoyê de berpirsyarî tenê ji Rêber APO re neyê hiştin û wiha dewam kir: “Jixwe her kesî barê xwe avêtiye ser milê Rêber APO. Ev barekî pir giran e. Her wiha Rêber APO di şert û mercên Îmraliyê de dixwaze bibe bersiv. Hewl dide van xwestek û hêviyên xwe pêk bîne û ji bo vê jî dixebite. Berpirsyariyeke giran daniye ser milê wî. Rêber APO tu carî ji bo xwe tiştek nexwestiye û nekiriye. Çi kir, ji bo gel û mirovahiyê kir. Ji ber ku Rêber APO ji bo xwe najî; Ew ji bo gel û ji bo mirovahiyê dijî.”

‘DIVÊ ŞERTÊN AZADIYÊ BÊ PÊKANÎNIN’

Cemîl Bayik bal kişand ser vê yekê ku tecrîda li Îmraliyê didome û nêzîkatiya dewletê ya li pêvajoyê rexne kir. Bayik bal kişand ser wê yekê ku ji bo pêvajo bimeşe divê şert û mercên azadiya Rêber APO bên dayîn û got, “Eger şert û mercên Rêber APO neyên guhertin û nekare bi azadî têbikoşe, ev hêvî dê çawa pêk werin? Ew ê çawa bersiva bangan bide? Ev ne mimkûn e. Niha jî destên Rêber APO girêdane û avêtine hewzê. Dibêjin di hundurê wî de tevbigere. Wê çawa tevbigere?”

‘DIVÊ PERGALÊ TECRÎDÊ YA ÎMRALI BÊ RAKIRIN’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku divê tecrîd di zûtirîn demê de were rakirin û got, “Divê Rêber APO azad bibe. Divê her kes azadiya fîzîkî ya Rêber APO ji xwe re bike hedef û têbikoşe. Ger Rêber APO ji aliyê fizîkî ve azad be, dikare bi tevgerê re têkiliyê deyne, bi her kesî re têkiliyê deyne, bi wan re biaxive, nêrîn û pêşniyarên wan bigire. Ger hûn dixwazin şer bi dawî bibe, şertên Rêber APO biguherînin. Divê hûn pergala Îmraliyê ji holê rakin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Reqa hezaran jin ji bo Rêber APO meşiyan

Nivîsa Pêş

Êzidî cejna `Xidir Îlyas` pîroz kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Êzidî cejna `Xidir Îlyas` pîroz kir

Êzidî cejna `Xidir Îlyas` pîroz kir

Pêşengtiya Jinên Ciwanên Tebqa û Efrîn de bi meşeke meşaleyî komplo hat şermezar kirin

Pêşengtiya Jinên Ciwanên Tebqa û Efrîn de bi meşeke meşaleyî komplo hat şermezar kirin

Manşet

  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.