Enter your email Address

Çarşamba, Ağustos 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Heyeta Îmraliyê daxuyanî da

Edîtor: Axin Mahir Dicle
17/01/2025 - 11:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Li Seranserê Cîhanê, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO, Rojhilata Navin
Reading Time: 6 mins read
A A
Heyeta Îmraliyê daxuyanî da
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtina 28’ê Kanûna 2024’an a bi Rêber Apo re, bi TBMM, partiyên siyasî û girtiyên siyasî re hevdîtin pêk anî. Di encama van hevdîtinan de heyeta Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku xena sereke ya rojeva serdanê gihandina encamên hevdîtina bi Rêber Apo re û nirxandina hevdu rewşa nû ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku her kes û her beşê civakî di derbarê vê pêvajoyê de xwedî fikar, hesasiyet û pirsiyar in û her wiha bendewarî û hêviyên xwe ji vê pêvajoyê re hene. Hate diyarkirin ku hilberandin û belavkirina gotarên çêkirî yên ku nayên gotin jî nayê gotin û hewldana afirandina rojevên ku carinan sînorên exlaqî jî derbas dikin bi şerxwaziyê re têkildar e.

Di dawiyê de hate destnîşankirin ku ew ê di demeke herî nêz de bi Rêber Apo re serdanê bikin û ji bo ku pêvajo bi rêbazên saxlem bigihêje aştiyê ew ê hewl bidin.

 

Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi vî rengî ye:

“Me di 28’ê Kanûna 2024’an de li Îmraliyê bi Birêz Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Piştî vê hevdîtina me, li ser encamên vê hevdîtinê û li ser daxwaza wî, me bi Meclisa Giştî ya Tirkiyeyê, partiyên siyasî û hevalên xwe yên siyasetmedar ên li girtîgehê re hevdîtin pêk anîn.

Di 3’ê Çileya 2025’an de me serdana Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Birêz Numan Kurtulmuş kir û hevdîtinên me destpê kirin. Hevdîtinên me bi Serok û nûnerên Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Partiya Siberojê (Gelecek Partisi), Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), Partiya Saadetê (Saadet Partisi), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Dewayê (Deva Partisi) û Partiya Refahê (Refah Partisi) re dewam kir. Me di navbera 11-12’ê Çileya 2025’an de serdana hevserokên me yên berê û hevalên me yên siyasetmedar ên girtî Birêz Figen Yuksekdag, Birêz Selahattin Demirtaş, Birêz Leyla Guven û Birêz Selçuk Mizrakli kir û me bi wan re hevdîtin pêk anî.

Ev hevdîtinên me li ser esasê diyalogê û aştiyê û li ser pêvajoya pevguhertina ramanan bi hevserok û desteyên me yên partiyê, bi pêkhateyên partiya me, bi partiyên siyasî yên ku em di tifaqê de ne û rêxistinên sivîl ên ku em bi wan re ne hatine destpêkirin û dewam dikin.

Di serî de em hurmet û spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî û berpirsên wan ên qedirbilind dikin ku bi dilgermî û dilnizmî pêşwaziya me kirin, nêrîn û pêşniyazên xwe yên hêja bi me re parve kirin û bi zimanekî gelek avaker xem û rexneyên xwe anîn ziman.

Xala sereke ya rojeva serdana me ew bû ku em encamên hevdîtina bi Birêz Ocalan re ragihînin wan û rewşa nû ya ku derketiye holê bi hev re binirxînin. Bi kurtasî, ev daxwaz û îrade, ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina pêvajoya pevçûnê, berpirsyariya dîrokî ya xurtkirina yekîtiya Tirk û Kurdan, berpirsyariya geşedanên radîkal û jêveneger li Rojhilata Navîn radiweste û destnîşan dike ku Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk zemîna herî girîng a çareseriyê ye.

Hemû hevdîtinên me jidil û bi hêviya erênî derbas bûn. Serokên payebilind û şandeyên wan piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê diyar kirin. Bi vê re girêdayî di mijarên curbecur de fikar û pêşniyazên wan jî çêbûn. Ev fikar û pêşniyaz jî di esasê xwe de li ser şefafiya pêvajoyê û pêkanîn/îcrakirina wê di nava TBMMê de radiwestin.

Heyeta me di hevdîtinan de ji bo çareserkirina fikar û pirsyaran daxuyanî dan û pêşkêşî kirin. Nêrîna ku me ji hevdîtinan bi dest xist ev e ku daxwaz û îradeyeke hevpar di hemû aliyên siyasî de heye û hemû alî dixwaze pêvajoya nakokî û aloz a ku ji ber pirsgirêka Kurd çêbûye li pey xwe bihêlin. Derbaskirina vê pirsgirêkê û pêşxistina yekîtî û biratiya hemû pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî li welatê me, ji bo berjewendî û xêra her kesî ye. Ev helwesta hevpar a hemû aliyan e. Mijareke din a bi vê re girêdayî jî ew e ku pêvajoya aştiyê bibe sedema demokratîkbûna giştî û berfirehkirina qada siyaseta demokratîk.

Hevdîtinên me yên li gel serok û hevalên me yên li girtîgehan gelekî erênî derbas bûn. Hevalên me bi awayekî eşkere û zelal piştgiriya xwe nîşan kirin ser rola ku Birêz Ocalan û Partiya DEM’ê wê bilîze. Diyar kirin ku ew ê di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe ya ji bo xurtkirina zemîna siyasî û civakî bi awayekî erênî pêk bînin.

Di vê serdemê de ku em li ser aştî, demokrasî û yekîtiya Tirkiyeyê û herêmê radiwestin, şêwazên cudaxwaz û pêşdarazên ku dem bi dem em di medyaya nivîskî û dîtbarî de pê re rû bi rû dimînin û qada spekulasyonê ya ku tê avakirin, karê me zehmet dike. Em dizanin ku her kes û beşên civakî derbarê vê pêvajoyê de xwedî hêvî û daxwaz in, di heman demê de fikar, hesasiyet û pirsyarên her kesî hene. Em di vê hişmendiyê de ne. Di pêvajoyeke wisa hesas de, belavkirina axaftinên çêkirî û hewldana afirandina rojevên ku carinan sînorên ehlaqî jî derbas dikin, germkirin û gurkirina şer pê ve ne tiştekî din e.

Li gel hemû nerîn û nirxandinên xwe yên baş em ê di demeke kin de serdana Birêz Ocalan bikin û ji bo ku pêvajo bi rêbazên zexm û qewîn bigihêje aştiyê û çareseriyek ava bibe em ê kedeke mezin bidin.

Di avakirina aştî û çareseriyê de piştgiriya gel a li ser van hevdîtinên me wê bibe hêmana herî girîng.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HBDH: Li Mêrsînê me çalakiyên tolhildanê pêk anîn!

Nivîsa Pêş

Karwanê pêncemîn jî ber bi berxwedana Bendava Tişrînê ve diherike

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Karwanê pêncemîn jî ber bi berxwedana Bendava Tişrînê ve diherike

Karwanê pêncemîn jî ber bi berxwedana Bendava Tişrînê ve diherike

QSD’ê li Zirgan, Tişrîn, Minbic û Der Hafirê li dagirkeran xist

QSD’ê li Zirgan, Tişrîn, Minbic û Der Hafirê li dagirkeran xist

Manşet

  • Jinên Ciwan ên ji Efrînî Bernameyek Perwerdehiya Werzîşê ji bo Bîranîna Şehîd Zeynep Efrîn Dest Pê Kirin
  • Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe
  • KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê hîn jî encamên dîrokî diafirîne
  • Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratîk Bang li Şolena Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku li Wanê were lidarxistin
  • Gelên rojava pêşengê şoreşê oxir kir- hat nû kirin
  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.
  • Ciwanan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk Xwendin: “Divê Em Rola Xwe ji bo Civaka Demokratîk Bilîzin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelên rojava pêşengê şoreşê oxir kir- hat nû kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên ji Efrînî Bernameyek Perwerdehiya Werzîşê ji bo Bîranîna Şehîd Zeynep Efrîn Dest Pê Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê fermandarê gerîla yê pêşeng Koçero Ûrfa bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) gerîllayê şehîd Çalak Ciwanro bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YRK’ê şehîd Simko Serhildan di salvegera şihadeta wî de bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO: Heqî peşenge me ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.