Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Çalakvanên nobedê yên li Tişrînê: Em rê nadin ku çete derbasî bendava Tişrînê bibin

Edîtor: Nucan Serdoz
09/01/2025 - 11:09
di nav Çalakî, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe, Rojava, Şerê Gelê Şoreşgerî, Taybet, Video
Reading Time: 4 mins read
A A
Çalakvanên nobedê yên li Tişrînê: Em rê nadin ku çete derbasî bendava Tişrînê bibin
ParvekeTweet

TÎŞRÎN- Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh di saetên serê sibê de ji bo parastina Bendava Tişrînê û li dijî êrîşan nîşan bidin ji gelek bajaran derketin rê.

Dema konvoya wesayîtan a ji aliyê gel ve hatibû avakirin, nêzî bendavê bû, pêgerên hewayî yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker konvoy bombe kirin. Di encama êrîşê de 5 kes şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn.

Tevî êrîşan jî gel ji wesayîtan peya bûn û heta bendava Tişrînê meşiyan. Gelê ku li Tişrînê dest bi nobetê kirin peyama berxwedanê dan û diyar kirin ku ew ê bendava Tişrînê biparêzin.

Hevseroka Konvoya Firatê ya PYD’ê Bêrîvan Îsmaîl jî diyar kir ku ji duh ve ji bo parastina Bendava Tişrînê piştî gelek zehmetiyan hatin vir û got, “Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov êrîşî gelê me kir. Di encamê de 5 hevalên me şehîd bûn û 11 hevalên me jî birîndar bûn, tenê armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku vî welatê me tine bike.”

Îsmaîl, da zanîn ku ji bo parastina bendava Tişrînê hatine cem hev û wiha got: “Gelê me bi kedeke mezin li derdora bendava Tişrînê kom bûye. Weke ku tê zanîn herî dawî li dijî bendava Tişrînê û pira Qereçoazax êrîşên dijwar tên kirin. Di encama van êrîşan de kehrebe û ava gel qut bû, bi taybetî li Kobanê. Em îro wek jin, wek partiyên siyasî û wek gelê Kantona Firatê li vir in, em dixwazin helwesta me ji raya giştî ve were bihistin. Ger ev pir were xirakirin gelek jiyan bikevin bin xeteriyê de divê em vê pirê biparêzin.”

Îsmaîl da zanîn ku gel li dijî êrîşan helwest nîşan da û got, “Li vir şerê gel ê Şoreşgerî pêk hat. Êrîşên giran li ser gel hatin kirin, lê gelê me bê bersiv neman. Bi maneviyata xwe li vir in. Dayikan stranên şoreşgerî dibêjin, gel li dora agir kom dibin û tên cem hev.”

Di dawiyê de Bêrîvan Îsmaîl diyar kir ku ew li kêleka şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ne û got, “Çawa ku ew Bendava Tişrînê diparêzin, em jî li kêleka wan bendava Tişrînê biparêzin. Bijî berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Serkeftin wê her tim ya me be, binkeftin wê her tim ya dijmin be.”

Ciwanê ji Kobanê Mihamed Mihamed jî diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên di bin serweriya wê de ji vê yekê sûd werdigirin û êrîşên dijwar li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin û got “Ev komên çete ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên destekkirin. Hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê teknîkî ve desteka dewleta Tirk a dagirker distînin. Êrîşên giran li ser Qereqozax û Tişrînê pêk anîn û li dijî wê em weke gel û ciwanên Kobanê hatin bendava Tişrînê.”

Mihamed, diyar kir ku armanca wan a sereke parastina bendava Tişrînê û dabînkirina ewlehiya wê ye û wiha got: “Em weke gel û ciwan diyar dikin ku em ê ji bo parastina bendava Tişrînê û nobedê li vir bin. Bi ti awayî rê nadin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di bendava Tişrînê re derbas bibin. Li ser vê bingehê em careke din diyar dikin ku em ê li vir bin û bi ti awayî rê nedin ku çete ji vir derbas bibin, bijî berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Ciwanên Baselê Çalakiya Xwendina Rêber APO

Nivîsa Pêş

Tevgera Ciwanên Şoreşger: Divê em hemû bi rihê Azad’an biherikin li bendava Tişrînê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Tevgera Ciwanên Şoreşger: Divê em hemû bi rihê Azad’an biherikin li bendava Tişrînê

Tevgera Ciwanên Şoreşger: Divê em hemû bi rihê Azad'an biherikin li bendava Tişrînê

Li Colemêrgê gelek ciwan hatin binçavkirin

Li Colemêrgê gelek ciwan hatin binçavkirin

Manşet

  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.