Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Jinên Ciwan ên Qamişlo: Em hemû YPJ ne

Edîtor: Nucan Serdoz
26/12/2024 - 0:38
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Rojava, Şerê Gelê Şoreşgerî, Taybet, Video
Reading Time: 4 mins read
A A
Jinên Ciwan ên Qamişlo: Em hemû YPJ ne
ParvekeTweet

QAMIŞLO- Yekîtiya Jinên Ciwan bi daxuyaniyekê gireseyî tevlîbûna 50 Jinên Ciwan piştgiriya xwe ji YPJ re ragihand. Jinên Ciwan ên Qamişlo diyar kirin ku di vê pêvajoya germ de li kelêkê hêzên parastina gelan disekînin û destkeftiyên şoreşa jin heya dawî biparêzin.

Beriya daxuyanî di navenda Yekîtiya Jinên Ciwan de civînek ji bo rewşa şer hat li darxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin despêkir. Piştî vê sinevizyonek li ser esasê rol û misyona Jinên Ciwan di vê pevajoyê de hat temaşekirin. Di civinê de rewşa heyî hat şîrove kirin û li ser girîngiya tevlîbûna jinên ciwan ji vê pêvajoyê re hat diyarkirin. Diyar bû ku tiştek ku niha ji Jinên ciwan tê xwestin ewê ku li kelêkê hemû hêzên parastinê bisekînin û welatê xwe biparêzin. Her wiha sêyemin salvegera Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Îsa, Behdînan Kobanê, Welîd Mihemed û Merhef Îbrahîm bibîranîn û soza xwe ya dewamkirina têkoşîna wan dûbare kirin.

Di herêmên ku heya niha ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve hatin êrîşkirin de, diyar bû ku dijmin herî zêde polîtîqayên qirêj li ser jinên ciwan dide meşandin û destpêkê êrîşê jinên ciwan dike. Destdirejî û tecawiz dikin, jinên ciwan direvînin. Di civinê de hat gotin ku ji ber vê jî giringê ku hemû jinên ciwan bizanebin çawa xwe û welatê xwe biparêzin.

Piştî civîn hemû jinên ciwan rext û silahê xwe girtin û bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji Yekineyên Parastina Jin YPJ re ragihandin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

‘’JI BO RAYA GIŞTÎ

Hêzên hegemon ên cîhanê dixwazin nexşeyên Rojhilata Navîn li gori berjewendiyên xwe biguherînin. Geşedanên ku niha li Sûrî rû didin jî encama vê yekê ye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe di qirkirina Kurdan de dibîne bi hemû hêza xwe ve êrîşî heremên me yên xweser dike û ji bo aşitî û aramî ava nebe çi ji destê wê were dike. Bi çeteyên xwe ve qirkirin, talan, dizî û tecawîzan pêktîne û nasnameya xwe ya dagirker û faşist careke din îspat dike. Li kêleka vê yekê gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî ev 13 sale ji bo parastina şoreşa gelan bi hezaran şehîd dane. Gelekî ku zarokên xwe yên herî xweşik û hêja feda kiribe, ne mumkune ku têk biçe. Çawa ku Kobanê ji DAÎŞê re bû goristan, wê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re jî bibe goristan. Destê ku dirêjî axa me bibe, wê ji kokê ve bê şikandin. Tililîyên jinên azad wê bibe fermana dagirkeran. Ji ber ku sîstema giştî ya cîhanê baviksalar e, di şerê heyî de jî xeteriya herî mezin li ser jinê ye. Divê em hemû jin, bi taybet jî jinên ciwan parastina xwe xurt bikin û li dor YPJê de xwe bikin yek.

Em jî wekî jinên ciwanên Qamişlo piştgiriya xwe ji Yekineyên Parastina Jin YPJ re radigihînin. Hêza me ya parastinê YPJ li beramberî tank û top û balafirên dagirkeran bi qehremanî berxwe dide û rûxmê teknîka pêşketî ya dijmin jî rê nade dagirkeriyê. Çawa ku rêhevalên me di çeperên şer de dîrokê dinivîsînin, emê jî bi vî rihî bajarê xwe, taxên xwe û kolanên xwe biparêzin. Divê bê zanîn, hêza ku çavkaniya wê Rêber APO be dikare her derê fetih bike. Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku ji bo parastina welatê xwe û rûmeta xwe werin û tevlî vê hêzê bibin. Welat û pêşerojekî azad li benda me ye. Emê bi rihê Nujiyan û Viyanan li dijî dagirkeran bisekinin û serkeftinê bidest bixin.

Biji Serok APO

Biji Berxwedana YPJ

Biji Berxwedana Rojava

Jin Jiyan Azadi ‘’

 

1 Ji 10
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

QSD’ê bang li komên herêmên dagirkirî kir: Heta dawiya salê derkevin

Nivîsa Pêş

Şervanên QSDˋê di nuqteyeke çeteyan li gundewarê Minbicê de çalakî kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şervanên QSDˋê di nuqteyeke çeteyan li gundewarê Minbicê de çalakî kir

Şervanên QSDˋê di nuqteyeke çeteyan li gundewarê Minbicê de çalakî kir

Li Reqayê çek û cebilxaneyên çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteserkirin

Li Reqayê çek û cebilxaneyên çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteserkirin

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26’Ê GULANA 2018 AN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.