Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Cenga Azadiyê Serbixînîn

Ciwanên Kobanê: Em ji bilî serkeftinê tiştekî din qebûl nakin.

Edîtor: Nucan Serdoz
20/12/2024 - 11:30
di nav Cenga Azadiyê Serbixînîn, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe, Rojava, Şerê Gelê Şoreşgerî, Taybet, Video
Reading Time: 4 mins read
A A
Ciwanên Kobanê: Em ji bilî serkeftinê tiştekî din qebûl nakin.
ParvekeTweet

KOBANÊ- Gel û ciwan li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SNA yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe didin. Bi sedan ciwan li eniyên pêş ên eniyê ne, bersivê didin banga seferberiyê.

Li Kobanê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li gel şervanên QSD’ê cih digirin û li eniyên şer li dijî êrîşên muhtemel ên li ser gel û axa wan li dijî çeteyan şer dikin.

Ciwanên ku ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku ew bi hêz û vîna xwe bawer in û ji bilî serketinê tiştekî din qebûl nakin û ew ê di vî şerî de bi ser bikevin.

 

 

Hevberdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanê Şervan Kobanê diyar kir ku ew weke ciwan gel û welatê xwe diparêzin û got, “Dijmin di her warî de dixwaze êrîşî me bike, bi polîtîkayên şerê taybet gelê me bitirsîne û koçber bike. Weke ciwanên Kobanê erka me ew e ku em di nava gel de bin û gel û ciwanan li ser esasê fikir û felsefeya Rêber APO bi rêxistin bikin. ”

Şervan anî ziman ku ciwan li her tax û kolanên Kobanê nobetê digirin û got, “Em jî cihê xwe li eniyên şer digirin. Weke ciwan heta em sax bin em ê nehêlin Kobanê mîna salên 2014-2015’an were talankirin. Heta dilopek xwîna me bimîne em ê nehêlin Kobanê bê girtin.”

Di dawiyê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şervan Kobanê, bang ji ciwanên Kurdistanî û Ewrupa re kir ku tevlî Berxwedana Kobanê bibin.

 

 

Dijwar anî ziman ku weke endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li qeraxên Çemê Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê tedbîrên ewlehiyê girtin û got, “Dijmin di sala 2014’an de ket Kobanê û di encama têkoşîna xwe de me dijmin ji nava Kobanê derxist. Îro em ê dîsa bi têkoşîneke mezin dijmin têk bibin.”

Dijwar diyar kir ku baweriya wan bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û got, “Em ê bi têkoşîna gelê Şoreşgerî re bibin yek û welatê xwe azad bikin. Ger hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên gel hev em ê dijmin têk bibin. Em ji bilî serkeftinê tiştekî din qebûl nakin. Heta dilopek xwîna me bimîne em ê têbikoşin û Kobanê neterikînin. Baweriya me ya mezin heye ku em ê bi ser bikevin.”

 

Ciwanê ji Kobanê yê bi navê Adil diyar kir ku di sala 2014’an de êrîşên li ser Kobanê şikandin û wiha got: “Em bi hêza xwe û ciwanên xwe bawer in. Em niha cihê xwe di çeperên şer de digirin. Em bang li hemû ciwanan bi taybet ciwanên Bakur dikin; Weke sala 2014’an îro jî piştgirî bidin gelê Kobanê! Em ê Kobanê ji Erdogan re bikin gor. Weke ciwanên Kobanê em ji vê re amade ne.”

Ciwanê ji Kobanê yê bi navê Mehmûd diyar kir ku wan bersiva hemû hewldanên êrîşên çeteyên dagirker dan û nehiştin dijmin derbasî axa wan bibe û bang li hemû ciwanên Kurdistanê û di serî de ciwanên Bakur kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê şer bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

li Balafirgeha Parîsê Çalkavanên ku Bêîteatiya Sivîl lidarixstin hatin binçavkirin

Nivîsa Pêş

YRA û YRJ’ê bang li rêxistinên rojnamevanan kir: Dijî êrişên Tirkiyeyê helwest nîşan bidin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
YRA û YRJ’ê bang li rêxistinên rojnamevanan kir: Dijî êrişên Tirkiyeyê helwest nîşan bidin

YRA û YRJ’ê bang li rêxistinên rojnamevanan kir: Dijî êrişên Tirkiyeyê helwest nîşan bidin

Milîsên HBDH’ê li Stenbolê çalakî kirin

Milîsên HBDH'ê li Stenbolê çalakî kirin

Manşet

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.