Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Ji ciwanên Kobanê bang ji ciwanên Bakur re: Kobanê biparêzin

Edîtor: Nucan Serdoz
19/12/2024 - 11:08
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe, Rojava, Şerê Gelê Şoreşgerî, Taybet, Video
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji ciwanên Kobanê bang ji ciwanên Bakur re: Kobanê biparêzin
ParvekeTweet

KOBANÊ- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên êrîşa li ser Kobanê ji ajansa me re axivîn.

Ciwanan diyar kirin ku ew di berxwedanê de bi israr in û bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku Kobanê biparêzin.

 

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê Mihamed Mehmûd ku bi silavkirina hemû gelê Kurdistanê û Rêber APO dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser girankirina polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber APO.

Mehmûd diyar kir ku ew ê bi fikir û felsefeya ku ji Rêber APO wergirtine bijîn û got, “Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber APO em ê her tim di nav çalakiyan de bin.”

Mihamed Mehmûd anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî têkoşîna Rêber APO û gerîla têk çû, berê xwe da Rojava û got, “Bi çeteyên xwe êrîşî gelê me yê Şehba kirin û gelê me yê li wir koçber kirin. Li wir gel qetil kirin. Di heman demê de êrîşî Minbicê kirin. Gelê li wir niha di bin xeteriyeke mezin de ye. Niha jî dixwazin berê xwe bidin Kobanê. Ayn Îsa zarokan qetilkirin. Her roj komkujiyan pêktinin.”

Mehmûd bal kişand ser wê yekê ku gel û ciwanên Kobanê bi ruhê şerê gel ê Şoreşgerî, bi ruhê yekîtiya gelan û bi ruhê ciwanên Kurdistanê li Kobanê çeteyên DAIŞ’ê têk birin û got, “Îro em ê careke din Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Kobanê jî bi heman rengî têk bibin.”

Mehmûd diyar kir ku ti kes nikare Kobanê dagir bike û got, “Ez bang li hemû ciwanan dikim! Bi taybetî ji ciwanên Bakur; Çawa ku di sala 2014’an de Kobanê parastin, divê dîsa li dijî faşîzma dewleta Tirk rawestin, li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin xwedî helwest û li qadan bin.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihamed Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de xîtabî hemû ciwan û gelê Kurdistanê kir û got, “Em li cem şervanên xwe yên QSD, YPG, YPJ’ê bin, dijmin têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin. Ev ax bi keda şehîdan û Rêber APO hatin bidestxistin, em weke ciwan rê nedin lingên qirêj ên dijmin li ser axa me bimeşin.”


Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Yûsif Elî ku bi silavkirina şervanên li Qereçozax û Tişrînê û bîranîna cangoriyên şehîd dest bi axaftina xwe kir û got, “Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe careke din êrîşî xaka me kir, lê şervanên me berxwedana dîrokî nîşan dan. Armanca dewleta Tirk a dagirker dagirkirina xaka me ye û dixwaze li ser xaka me aloziyê çêbike, lê şervanan bi ti awayî nehiştin bikevin nava axa me. Li ser vê bingehê weke ciwan em berxwedana şervanên xwe silav dikin.”

Elî bi bîr xist ku di sala 2014’an de êrîşî Kobanê kirin û têk çûn û got, “Niha bi hewldana êrîşa li ser Kobanê re hewl didin tola DAIŞ’ê hilînin. Bi rêya medyayê tim tehdîtan dikin. Weke ciwanên Kurd em ê bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî li hemberî van gefan li ber xwe bidin û rê nedin ku ew xeyalên xwe pêk bibin.”

Elî diyar kir ku bajarê Kobanê yê gelê Kobanê ye û wiha got: “Tenê bi yek awayî dikarin Kobanê bigirin, ew jî wêrankirin û qetilkirina me hemûyan e. Tenê bi vî awayî dikarin xeyalên xwe pêk bînin. Ji xeynî vê em ciwanên Kobanê heta yek kesî bimînin emê li ber xwe bidin û em ê nehêlin xeyalên wan pêk werin. Em ê nehêlin dijmin li cihê ku em lê dijîn bijî.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Yûsif Elî diyar kir ku ew ê li ser esasê Têkoşîna Gel a Şoreşgerî ya ji 7 heta 70’î beşdarî şerê Kobanê bibin û got, “Em ê rê nedin tişta ku li Efrîn û Serêkaniyê kir, li vir jî pêk were. Em rê nadin ku dijmin bikeve axa me.”

Elî da zanîn ku êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker ji roja rizgarkirina Kobanê û vir ve her tim dewam dike û dewletan jî bêdeng in û got, “Em weke ciwan dibêjin ku ev bêdengî hevkariya bi wan re ye.”

Elî da zanîn ku gef û êrîş wê îradeya wan neşkênin û got, “Çawa ku me ciwan û gel di sala 2014’an de li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê şer kir, îro jî em ê bi vî ruhî li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têbikoşin. Bijî Berxwedana QSD, YPG, YPJ, Bijî Berxwedana Kobanê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dîmenên xistina balafira bêmirov a TB2 Bayraktar

Nivîsa Pêş

Dîmenê çalakiyên hewayî hatin weşandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dîmenê çalakiyên hewayî hatin weşandin

Dîmenê çalakiyên hewayî hatin weşandin

Bêrîtan Roj: Divê jinên ciwan berê xwe bidin Kobanê

Bêrîtan Roj: Divê jinên ciwan berê xwe bidin Kobanê

Manşet

  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.