HAMBÛRG – Meclîsa Gel a Hambûrgê, Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê protesto kirin.
Beriya destpêkirina çalakiyê li ser navê hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê TCŞ’ê Ferhat Mêrdîn axivî û got: “Dewleta Tirk bi sedsalan dijminatiya Kurdan dike. Em banga xwe li hemû beşên civakê dikin; “Li hemberî van êrîşan kor, kerr û lal nebin.
Ferhat Mêrdîn diyar kir ku gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî ku îro li hemberî van êrîşan bêdeng in, divê bizanibe ku; “Îro bi saya lehengên li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer kirin, bi rehetî û aramî dijîn.”
Ferhat Mêrdîn “Îro dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê êrîşî Minbic, Kobanê û hemû destkeftiyên gelê Kurd dikin. Hemû cîhan deyndarê gelê Kurd e. Divê her kes piştgiriyê bide berxwedana Rojava û li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê bisekinin.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê bi sedan kes bi ala Kurdistanê ya mezin a ji YPG, YPJ û rengên zer, sor û kesk pêk tê dest bi meşê kirin.
Di meşê de bi sedan kesên ku li kolanên Hambûrgê meşiyan dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana YPG-YPJ”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.



