Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

KCK: Divê Iraq demildest peymana bi dagirkeran ve betal bike

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê: Banga me li dewlet û hikumeta Iraqê ye, li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabin û peymana ku bi piştevanê DAÎŞ'ê Erdogan re mohr kiriye tavilê betal bikin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
18/09/2024 - 12:36
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Divê Iraq demildest peymana bi dagirkeran ve betal bike
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN– Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê de wiha hate gotin:

“Xelkê me yê li kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku polîtîkayên qirkirin, asîmîlasyon, îmha û înkarê yên dewleta Tirk red kir, li ber zextên nokerî û xiyanetê yên PDK’ê rabû, li gel zor û zehmetiyan di jiyana azad de israr dike û ji ber vê yekê jî li welatê xwe penaber bûye, rojên dawî careke din bû hedefa êrîşên terorê yên SÎHA’ yên dewleta Tirk. Ev êrîş li ber çavên hêzên dewleta Iraqê hate kirin ku bi navê parastinê kamp dorpêç kirine û 24 saetan dişopînin. Ev gelê ku êrîş lê hate kirin, li gel zor û zehmetiyan û bêderfetiyan, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi piştgiriya dewleta Tirk xwest Iraqê û Başûrê Kurdistanê dagir bike li ser bingeha hişmendiya xweparastinê li ber xwe da, bi berxwedana xwe ya esîl li hemberî terora bi mejî û piştgiriya Erdogan di parastina gelên Iraqê û Başûrê Kurdistanê de bi rola pêşengiyê rabû. Ev berxwedana destanî ya xelkê Mexmûrê ji bo PDK û Mesûd Barzanî yên ku dijminatiyê li wan dike û ambargoyê ferz dike bû cihê spasiyê û nehişt ku Hewlêr bikeve destê DAÎŞ’ê.

Dewleta Tirk a dagirker ku dema DAÎŞ’ê teror li Iraqê û tevahiya Rojhilata Navîn dikir nekete nava ti hewldanan, li hemberî hêzên ku li Şengal, Mexmûrê DAÎŞ têk birin û navendên berxwedanê êrîşan dike. Ji bo tola têkçûna DAÎŞ’ê ji berxwedêrên li dijî DAÎŞ’ê hilîne êrîşan dike û di van êrîşan de jî çeteyên DAÎŞ’ê yên berê xistiye bin sîwanê artêşa dagirker a ku aniye Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk hebûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li wê derê ji bo êrîşan weke hincet nîşan dida, ku gerîla piştgirî dida xelkê Mexmûrê û DAÎŞ li ber deriyê Hewlêrê sekinand. Dewleta Iraqê piştî ku di hevdîtinên bi xelkê Mexmûrê re soz dan ku wê kampê biparêze, hêza gerîla ku hejmara xwe kêm bû xwe vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê û dewleta Iraqê soz da gel ku wê li hemberî her cûre êrîşan kampê biparêze. Ev hevdîtin û gav hemû di çarçoveya daxwaza Neteweyên Yekbûyî û mîsyona wê ya Iraqê UNAMI de di bin çavdêrî û agahiya wan de pêk hatin. Di parastina kampê û ewlehiya wê de, dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ji aliyê hiqûqî û exlaqî ve berpirsyar in.”

ÊRÎŞ DI ÇARÇOVEYA PEYMANÊ DE TÊNE KIRIN

Di dewama daxuyaniya KCK’ê de hate gotin, “Piştî hevdîtinên navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Iraqê û peymana di encama van hevdîtinan de hate îmzekirin, êrîşên li ser kampê jinûve destpê kirin. Xelkê Mexmûrê ku koletiya modern a lê tê frezkirin qebûl nake û jiyana xwe ya azad bi hewldan û keda xwe ava dike, careke din bû hedefa êrîşên terorê yên Erdogan-Bahçelî ku xwedî mejiyê qirkirinê ne. Ev êrîş piştî êrîşên li Seyîd Sadiq, Duklan, Biradost û Mawetê hate kirin ku di encamê de 7 mirov şehîd bûn. Ji van êrîşan dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî berpirsyar in. Eger balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker li ser ezmanê Kerkûkê yekser tê xistin, lê belê bi rojan li ser Mexmûrê bi serbestî digere û dikare êrîşê bike, ev yek nîşan dide ku hikumeta Iraqê cudahiyê dixe navbera Kerkûk û Mexmûrê, çavên xwe ji êrîşên li ser Mexmûrê digire, haya xwe ji êrîşan heye û ev êrîş di çarçoveya peymanê de têne kirin.

DEWLETA IRAQÊ DIVÊ PEYMANÊ TAVILÊ BETAL BIKE

Eger dewleta Iraqê naxwaze weke dewleteke ku sicîla xwe bi sûcên qirkirinê tijî ye ji bo dagirkirina welatê xwe peyman mohr kiriye derbasî dîrokê nebe, divê tavilê dest ji peymana bi Tirkiyeyê re berde û tavilê betal bike. Ji ber ku ev peyman û daxuyaniyên Wezîrê Parastinê yê Iraqê yên rojên dawî têkildarî tevgera me dan, ji bilî rewakirina dagirkerî û îlhaqa Tirkiyeyê nayê ti wateyê. Wezîrê Parastinê li şûna ku Iraqê li hemberî êrîşên dagirkeriyê biparêze, ji bo gelên Iraqê li ber êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ranebe argûmanên şerê taybet ên artêşa dagirker diparêze û bi vî rengî êrîşan rewa dike. Ev êrîşa li ser Mexmûrê piştî daxuyaniya Wezîrê Parastinê hate kirin ku ev yek jî balê dikişîne.

Peyman û tifaqên bi Tirkiyeyê re têne kirin ne pêşketinê lê belê komkujiyê, ne ewlekariyê lê belê şer û hilweşînê wê bi xwe re bînin. Yên ku berevajî vê îdîa dikin bila li rewşa Sûriyeyê binere ku Erdogan çi anî serê Beşar Esad ku jê re digot ‘birayê min’ e. Di rojê herî zehmet ên Iraqê de li navenda DAÎŞ’ê konsolosxaneya xwe vekirî hişt û ti alîkarî neda Iraqê. Erdogan û Tirkiye çawa dikare îro tevkariyê li ewlekariya Iraqê bike?

Banga me li dewlet û hikumeta Iraqê ye ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser sivîlan, bi taybetî jî êrîşên li ser penaberên li kampa Mexmûrê û sûcên wan ên şer helwestê nîşan bidin û tavilê dest ji peymana bi piştevanê DAÎŞ’ê Erdogan ê qirker faşîst re mohr kiriye berde. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û mîsyona wê ya Iraqê UNAMI dikin ku li gorî sozên xwe tevbigerin, bi çavê PDK û Erdogan ê faşîst li bûyeran nenihêrin, nêzîkatiya ku li deverên din ên cîhanê ji bo ewlekariya penaberan nîşan dide ji bo penaberên li Mexmûrê jî nîşan bidin, jiyana xelkê me yê li kampê biparêzin û bi vê armancê bikevin nava hewldanan.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG Nasnameya Şehîdên Zapê Eşkere Kir

Nivîsa Pêş

Ji YPJ Çalakî: 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin 4 jî birîndar bûn

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Ji YPJ Çalakî: 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin 4 jî birîndar bûn

Ji YPJ Çalakî: 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin 4 jî birîndar bûn

Li hemberî kujerên Jina Emînî wê Zîlanên Fedayî her hebin

Li hemberî kujerên Jina Emînî wê Zîlanên Fedayî her hebin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.