Enter your email Address

Çarşamba, Ağustos 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çand, Hûner û Spor

Parastina Nasnameya Xwe Bi Çeka Çand û Hûnerê ve Gengaz e

Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a Şehbayê bi rêya dewreyên perwerdê ciwanan fêrî amûrên mûzîk, govend û stranan dike.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
19/08/2024 - 14:49
di nav Çand, Hûner û Spor, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Parastina Nasnameya Xwe Bi Çeka Çand û Hûnerê ve Gengaz e
ParvekeTweet

ŞEHBA – Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn a Şehbayê bi rêya dewreyên perwerdê ciwanan fêrî amûrên mûzîk, govend û stranan dike. Her wiha stranên folklorî yên Efrînî tên gotin û perwerdeya li ser govenda folklorî jî tê kirin ku 25 zarok û jinên ciwan tevlî bûne.

Derbarê hûrgiliyên van perwerdeyan de Endama Koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd wiha got: “Gelek zarok û ciwan li herêmê hene xwedî behre ne û pêşketî ne. Pêwîstiya van zarok û ciwanan bi teşwîqê heye. Bi riya van dewreyên perwerdeyê yên hunerî û çandî de em hewil didin vê yekê bikin. Dewreyên perwerdeyê di navbera havînê de ji zarokan re tê dayîn ji bo hîn zêdetir têbigihêjin ji ber dibistan girtî ne û dema wan a perwerdeyê heye.”

‘Em ê çand û folklora xwe bi çeka çand û hunerê biparêzin’

Şêrîn Reşîd diyar kir ku ew ji beriya salekê ve amadekariya van perwerdeyan dikin û wiha dewam kir: “Em hewil didin perwerdeya me vê salê cuda be. Me mamosteyên, stran, lêdana amûran û govendê yên herî jêhatî hilbijartine. Em zehmetiyan di peydakirina sotemeniyê de dikşînin her wiha komkirin û belavkirina beşdarên perwerdeyê li gund û navçeyên cuda ji herêmê. Li aliyekî din topbarana berdewam ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li pêşiya me dibe asteng. Ji bo em çand û folklora xwe bi çeka çand û hunerê biparêzin em hewil didin bi israr rewşa ewlehî li herêmê li ber çavan derbas bikin û planên dorpêçê yên li dijî me tên pêkanîn ji xwe re bikin weke hêzekê û liberanberî wê tekoşîn bikin. Ji bo em hejmarek mezin ji beşdaran perwerde bikin û behreyên wan pêş bixin perwerdeya me dê gelek hefteyan berdewam bike. Di planên me de vekirina perwerdeyên çandî hunerî jî di pêşeroja nêz de hene.”

‘Dewleta Tirk dixwaze çanda gelê Kurd tune bike’

Perwerdekara tîma govenda folklorî Emel Şaşo got: “Piştî ez tevlî perwerdeya tevgera Hîlala Zêrîn bûm min gelek govendên gelêrî û folklorî nû ji her aliyên Kurdistanê nas kirin. Ji ber ev govend li ser min nû ne ez hinekî zehmetiyan di fêrbûna wan de dibînim lê bi perwerdeya berdewam di navendê û malê de ez ê baş fêr bibim û wê hêsan bibe.”

‘Ciwan bi israr in çand û hunera xwe fêr bibin’

Perwerdekara kemanê Romîna Sîdo jî têkildarî beşdariya ciwanan ji bo perwerdeyên hunerî wiha got: “Gelek israr ji ciwanan heye ku beşdarî waneyên hunerî û çandî bibin û bi hemû keda xwe hewil didin afrîneriya xwe derxin. Di tîma me de 12 kes hene piraniya wan perwerdeyên xwe xelas kirine û dê dest bi pratîkê bikin. Armanca me ew e ku balê bikşînin ser çand û hunerê û behreyên kesên beşdar pêş bixin. Em hin zehmetiyan di peydakirina amûrên mûzîkê de li kantona Şehbayê dibînin ji ber em dorpêçkirî ne. Gelek malbat hene ji ber aboriya wan a nebaş nikarin amûran bikirin. Ji ber van sedeman gelek kes xwe ji perwerdeyê dikşînin dema digihêje pratîkê.”

Romîna Sîdo di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew bi hemû karîn û derfetên xwe hewil didin van ciwanan fêr bikin û piştgiriya wan bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclîsa Ciwanên PYD ya Lûbnanê 15 Têbaxê pîroz kirin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Enternasyonalist wê li Çiyayên Alpê Meşekî Lidar Bixin

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Ciwanên Enternasyonalist wê li Çiyayên Alpê Meşekî Lidar Bixin

Ciwanên Enternasyonalist wê li Çiyayên Alpê Meşekî Lidar Bixin

Kovara ku ji bo bîranîna Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha hatiye amadekirin derket

Kovara ku ji bo bîranîna Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha hatiye amadekirin derket

Manşet

  • Bi hezaran kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî ber bi konên sersaxiyê ve çûn
  • Jinên Ciwan ên ji Efrînî Bernameyek Perwerdehiya Werzîşê ji bo Bîranîna Şehîd Zeynep Efrîn Dest Pê Kirin
  • Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe
  • KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê hîn jî encamên dîrokî diafirîne
  • Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratîk Bang li Şolena Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku li Wanê were lidarxistin
  • Gelên rojava pêşengê şoreşê oxir kir- hat nû kirin
  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

Herî zêde hatine xwendin

  • Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe

    Lîlav Şaban, Jineke Ciwan a ji Efrîn, Ragihand ku Tevlî Fikir û Felsefeya Rêber Apo Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên ji Efrînî Bernameyek Perwerdehiya Werzîşê ji bo Bîranîna Şehîd Zeynep Efrîn Dest Pê Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelên rojava pêşengê şoreşê oxir kir- hat nû kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi hezaran kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Fermandar Nûreddîn Sofî ber bi konên sersaxiyê ve çûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratîk Bang li Şolena Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku li Wanê were lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê hîn jî encamên dîrokî diafirîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê fermandarê gerîla yê pêşeng Koçero Ûrfa bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.