Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Zîlan di fedayîtiyê de lûtke ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got ku îfadeya herî esas a kesayeta Zîlan, di fedayîtiyê de xwe gihandina lûtkeyê ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
29/06/2024 - 12:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Zîlan di fedayîtiyê de lûtke ye
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha got: “Eger em bixwazin Rêber Apo fêm bikin, divê em mîna Zîlanê bin, mîna Zîlanê bijîn û têbikoşin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 28’emîn a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) de ku bi sekin, jiyan û çalakiya xwe li Kurdistanê bûye xet û tarzek, daxuyaniyek nivîskî da û Zîlan bi bîr anî.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em di 28’emîn salvegera şehadeta hevrêya me ya nemir şehîd Zîlan-Zeynep Kinaci ku bi jiyan, çalakî û helwesta xwe, li Kurdistanê bû xet û şêwaz, bi rêzdarî, hezkirin û bêrîkirinê bibîr tînin. Di şexsê hevrê Zîlan de em hemû şehîdên şoreşê û demokrasiyê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û careke din soza xwe ya serketinê û dilsoziya bi şehîdan re dubare dikin.

Hevrê Zîlan kesayeteke şoreşger a mezin e û divê bi jiyan, sekn, tevlîbûn û şêwayê xwe baş bê fêmkirin. Hevrê Zîlan diyar kir ku ew ê di encama hezkirin û girêdana xwe ya mezin a ji bo jiyana azad ku di Rêbertiyek azad de şênber bûye, çalakiyek bi vî rengî bike. Mîna evîndarekî mezin a azadiyê, hemû derfetên hebûna xwe ji bo azadiyê bi rêxistin kir û seferber kiriye. Bi rengekî herî vekirî nîşan daye ku hişmendî û îradeya ji bo azadiyê seferber bibe, dikare encamên çawa mezin derxe holê. Vê rastiyê ne bi gotina xwe, bi jiyana xwe nîşan da. Yek ji taybetmendiyên herî bingehîn ên Zîlan, rastî bi jiyana xwe nîşandan e. Ji jiyan û çalakiya hevrê Zîlan gihiştina encameke bi vî rengî pêkan e. Zîlan; Kesayeteke mezin e ku dijminê azadiyê, jiyanê û mirovahiyê têk biriye û dostên xwe bi awayekî matmayî kêfxweş kiriye.

Hevrê Zîlan bi jiyan û çalakiya xwe ev yek ji me re vegot; bêyî ku mirov bibe xwedî çalakiyek mezin ne pêkan e ku azad bibe; Eger em ê azad bibin û jiyanê azad bikin, divê em bibin xwedî çalakiyek mezin û bibin têkoşer. Ev têgihiştin gelekî nêzî şêwaya jiyana azad a ku Rêber Apo ji bo Kurdistanê anî ziman û piştre jî ji bo serdema me nirxand. Rêber Apo diyar kir ku bêyî hişmendiya azadî û têkoşîna azadiyê li Kurdistanê jiyan nabe û li ser vê felsefeyê dest bi têkoşîna azadiyê kir. Rêber Apo piştî ku jiyana modernîteya kapîtalîst analîz kir diyar kir ku ev heqîqet ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo serdema me û her derê derbasdar e. Hevrê Zîlan ew kes e ku vê heqîqeta ku Rêber Apo diyar kirî, ji kûr ve jiyaye. Di vî alî de Zîlan kesayeta herî nêzî Rêber Apo ye. Taybetmendiya herî balkêş a hevrê Zîlan a din jî her çend Rêber Apo di aliyê fîzîkî de nedîtibe jî, gelek nêzî rastiya Rêbertî bûye û bi jiyanî kiriye. Bi rastî jî Rêber Apo vê rastiyê bi awayekî eşkere aniye ziman. Ev yek encama kûrbûna di azadiyê de û dilsoziya bi azadiyê re ye. Di vê wateyê de Zîlan di heman demê de navê fêmkirina Rêber Apo û bi jiyanîkirina Rêber Apo ye. Eger em dixwazin Rêber Apo fêm bikin, divê em jî mîna Zîlan bin, mîna Zîlan bijîn û mîna Zîlan têbikoşin.

Aliyekî din a taybetmendiya xurt a Zîlan jî, ew e ku li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr şer dike û têk dibe ye. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe nîşan daye ku jin herî zêde welatparêz e, herî civakiye, herî fedekar e û herî zêde azad e. Bi vî rengî ji mêrsalariya serdest hesabeke dîrokî xwestiye, neheqiya dîrokî derbas kiriye û berdêla kesên heq kirine daye. Îro ev xet bi dirûşmeya JIN JIYAN AZADÎ veguheriye tevgera azadiyê ya herî mezin ku jiyanê azad dike. Tevgera me ya jinên azad ev rastiya dîrokî bi kûrahî analîz kiriye û derxistiye holê.

Bê guman îfadeya herî esasî ya kesayeta hevrê Zîlan, fedaîbûn derxistina asta herî jor e. Hevrê Zîlan di xeta Egîd de xwe bi rêxistin kir û ev xet gihand lûtkeyê. Bi taktîk û şêwaza ku pêş xistî re mohra xwe li gerîlatiyê xist. Hevrê Zîlan nîşan daye ku yên têkoşîna azadiyê dimeşînin li pêşberî hêza madî-teknîkî ya desthilatdaran xurttir in, ev hêz ji vîna mirovan a rêxistinbûyî ya bi azadiyê ve girêdayî tê û ji ber vê yekê hêz ne madî, berovajî îradeye. Nêrîna Rêber Apo ya teknîka herî mezin mirov bi xwe ye îsbat bû. Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê bi vê têgihiştinê têdikoşe û li her deverê li dijî artêşa faşîst, qirker, dagirker şer dike û gelan, azadî û rûmeta mirovahiyê diparêze.

Em careke din milîtana xwe ya azadiyê ya mezin hevrê Zîlan bi bîr tînin û li ber bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Di serdemeke wiha de ku em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û em bi dijminê faşîst, qirker, mêtinger re di nav şerekî dijwar de ne, ji her demê bêhtir girîng e ku bi şêwaza Zîlan bijîn û di xeta wê de kûr bibin. Li ser vê esasê em bang li gelê xwe, dostan û hemû milîtanên azadiyê dikin ku ji bo hevrê Zîlan hîn bêhtir fêhm bikin û li her cihî bi xurtî vebêjin û di xeta Zîlan de bi rengekî herî xurt tevlî pêngava azadiyê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin bibin. Li ser esasê xeta Zîlan tevlîbûna pêngava azadiyê, teqez ew ê serketinê bi xwe re bîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Milîsên HBDH’ê çalakiya sabotajê lidar xist

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şoreşger ên Heleb şehîd Zîlan bibîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şoreşger ên Heleb şehîd Zîlan bibîranîn

Ciwanên Şoreşger ên Heleb şehîd Zîlan bibîranîn

Karayilan: Dewleta Tirk ne dagirkeriyê, polîtîkaya îlhakê dimeşîne

Karayilan: Dewleta Tirk ne dagirkeriyê, polîtîkaya îlhakê dimeşîne

Manşet

  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.