Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Got ‘Ger jiyanek hebe, ewê jî azad be’ û berê xwe da çiyayên azad

Şehîd Rizgar Çavreş ku bi derbên giran dijmin têk bir, her wezîfe weke milîtanekî Apoyî bi cih anî.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
25/06/2024 - 8:28
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Got ‘Ger jiyanek hebe, ewê jî azad be’ û berê xwe da çiyayên azad
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Rêber Apo bi derbasbûna li nava Rojava û Kobanê, mizgîniya şoreşa Kurdistanê ragihand. Hîmên PKK’ê li vê xaka pîroz hate danîn. Damezrandina PKK’ê ji bo gel bû hêvî, lewma gelê Kurd jî PKK hembêz kir. Gelê Kurd bi şoreşa Kobanê re bersiv da keda Rêber Apo. Ji ewladên leheng ên Kobanê Ronîcan Hemo (Rizgar Çavreş) li vî bajarê berxwedanê ji dayik bû. Li nava malbat û eşîreke welatparêz mezin bû, xwedî taybetmendiyên dilsoziya bi nirxên Kurdîtiyê bû. Ji ber vê jî rastiya gerîla û PKK’ê hîn biçûkanî nas kir. Bi taybetî kete bin bandora têkoşîna bi fedakarî ya gerîla ku ji bo azadiya gelê Kurd dimeşîne. Ji malbat û xizmên xwe destanên lehengiyê yên gerîla guhdarî kirin û di sala 2012’an de bi Şoreşa Rojava re fikrê Rêber Apo nas kir.

Ronîcan ku dît çeteyên DAÎŞ’ê êrişî gelê Kurdistanê dike, ji xwe re kir wezîfeya sereke ku tevlî nava refên berxwedanê bibe. Mîna her ciwanekî dilsozê xak û çanda xwe wî jî li dijî dewleta Tirk û çeteyên wan bi biryardarî dest bi têkoşînê kir. gihîşt wê baweriyê ku têkbirina dewleta Tirk a dagirker bi têkoşîneke profesyonel dibe, ew jî li nava refên PKK’ê pêk tê.

Bi vî rengî navê Rizgar Çavreş li xwe kir û sala 2021’ê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi daxwaz û têgihiştineke mezin li çiyayên Kurdistanê tevlî jiyana gerîla û çiyê bû. Her roj xwe hîn bêhtir bi pêş xist. Ji aliyê leşkerî, rêxistinî û felsefeya Rêber Apo ve xwe bi pêş ve bir û ev felsefe ji xwe re kir bingeha jiyanê. Bi kûrbûn û îradeyeke mezin hewl da bigihêje vê armanca xwe. Jiyaneke ji rêzê qebûl nekir, lewma li nava hevrêyên xwe timî hate hezkirin.

LI CIHÊN ŞERÊ GIRAN TÊKOŞIYA

Rizgar di demeke welê de çû çiyayên Kurdistanê ku dewleta Tirk a dagirker bi her cûre teknîkê, çekên kîmyewî û qedexekirî êriş dikir. Van êrişan hêrsa wî hîn mezin kir. Ji bo welatê xwe ji dagirkeran paqij bike dixwest tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne. Lewma jî zanîbû ku divê di gerîlatiya serdema nû de xwe şareza bike û li ser vê bingehê tevlî perwerdeya pisporiya leşkerî bû. Destpêkê beşdarî perwerdeya sûîqestê bû, piştî demeke kurt bû sekvanekî pispor, lê belê bi vê yekê nesekinî, tevlî perwerdeya çekên giran bû û bû gerîlayekî profesyonel. Piştî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk êdî xwe amade dît ku li dijî dewleta Tirk a qirker şer bike. Bi vê armancê derbasî Herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê bû ku şer lê giran bû.

Gelek caran tevlî şer bû û bi serweriya xwe ya li ser qadê, dijmin têk bir. Li her qada ku têkoşiya bi fedakariyeke mezi beşdarî kar bû û weke milîtanekî Apoyî berpirsyariyên xwe bê kêmasî bi cih anî. Ji bo tola her hevrêyekî xwe yê şehîd hilîne li dijî dewleta Tirk a dagirker timî çalakî dikir. Ji bo serketina gelek çalakiyan bi rengekî fedaî û wêrek bi ser dijmin çû.

Herî dawî 12’ê Çileya 2024’an tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Hemet Dêreluk bû. Tevî hevrêyê xwe Serxwebûn xwe gihand heta nava çeperên dijmin. Di encama çalakiya fedaî de 61 dagirker hatin kuştin û Rizgar Çavreş û hevrêyê wî Serxwebûn Serhed (Sefa Altûnay) tevlî karwanê nemiran bûn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

60 saniyê de Nûçeyên Rojê

Nivîsa Pêş

Muslim: Kobanê lîstikên dijmin hemû raxist pêş çavan

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Muslim: Kobanê lîstikên dijmin hemû raxist pêş çavan

Muslim: Kobanê lîstikên dijmin hemû raxist pêş çavan

MAK bersiva êrîşên dagirkeriyê da: Polîsên Tirk hatin hedefgirtin û fotokapan hatin îmha kirin

MAK bersiva êrîşên dagirkeriyê da: Polîsên Tirk hatin hedefgirtin û fotokapan hatin îmha kirin

Manşet

  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.