Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Xeta berxwedanê ya Zeryan heqîqeta şer derxist holê

Koordînasyona YPS JIN'ê di 8’emîn salvegera şehadeta yek ji fermandarên berxwedanên xwerêveberiyê Zeryan Denîz bi bîr anî.

Edîtor: Nucan Serdoz
28/05/2024 - 22:06
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Hemû Nûçeyan, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Xeta berxwedanê ya Zeryan heqîqeta şer derxist holê
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Koordînasyona YPS JIN’ê hevrê Zeryan Denîz ku 28’ê Gulana 2016’an li Şirnexê di dema berxwedanên xwerêveberiyê de tevî 4 hevrêyên xwe şehîd bûbû bi bîr anî û got, “Bi xeta berxwedanê re di şexsê gelê xwe de heqîqeta şer derxist holê.”

Di daxuyaniya Koordînasyonê de ev tişt hatin gotin:

“Yek ji bûyerên dîrokî yên veguherînê yên şerê me yê azadiyê berxwedanên xwerêveberiyê yên sala 2015-2016’an tevî ku di ser re nêzî deh sal derbas bûne jî, bandora hilweşîner a ku li ser dijmin pêk aniye hêj didome. Ev pêvajoya ku li xaka Kurdistanê ku bi hezaran salan di bin dagirkeriyê de maye weke raperîneke dîrokî ya azadiyê ji hemû cîhanê re bûye mînak, şahidî ji lehengiya destanwarî re kiriye û felsefeyên jiyan û şer ên van lehengan bûye manîfestoya rizgariya gel. Kurdistan ku warê mirovahiyê ye, li çar parçeyan hatiye parvekirin û li ser her parçeyek wê polîtîkayê qirkirina fîzîkî-çandî hatiye pêk anîn. Kurdistan şahidî ji êşên ku mînakên wê nîne re kiriye, tevî êrîşên ewqas giran ên nemirovane jî gelê Kurd karî çanda xwe ya serhildêriyê biparêze û zindî bihêle. Ji ber ku windakirina li Kurdistanê wê were wateya windakirina dîroka mirovahiyê û ji bilî vê yekê berxwedana li van xakan tê wateya berxwedana azadiyê ya mirovahiyê. Ev heqîqet di nava salan de bi rengekî gelekî xurt derketiye holê û ji ber vê bûye hedefa topyekûn a sîstema kapîtalîst. Şerê azadiyê yê gelê Kurd ne tenê li dijî faşîzma dewleta Tirk e, her wiha li dijî faşîzma global jî hatiye meşandin û tê meşandin. Di paşerojê de rewş bi vî rengî bû, di dema berxwedanên xwerêveberiyê de rewş bi vî rengî bû û hê jî bi heman rengî dewam dike.

Berxwedana xwerêveberiyê ji bo gelê Bakurê Kurdistanê hişmendiya xweparastinê li dijî darbeya faşîst bû. Pêwîste ev pêvajo ji aliyê her kesî, dost û dijmin ve rast were dîtin û li ser bingeha hişmendiya xweparastinê weke xeteke dîrokî rast were xwendin. Refleksa hevpar a gelan bû ku hebûn, çand û vîna xwe biparêze. Vê refleksê di psîkolojiya dijmin de têkçûneke mezin vekiriye ku careke din nikare bê girtin. Faşîzma Tirk di salên piştî wê de bêyî hesabkirina vî ruh û helwestê gavek bi tenê jî neavêje, ji bo berxwedanên wê serdemê careke din dubare nebe, bi her cure tedbîrên faşîzan tên girtin.

Fermandarên pêşeng ên vê berxwedana dîrokî, berxwedêrên dîrokî, ewladên vî gelî Zeryan, Çiyager, Xebatkar, Rûkenan bûn. Têkoşîna xwe ya azadiyê bi gelê xwe re meşandin, li ser bingeha îdîaya jiyaneke azad, mîrateyek a serketinê ji me re hiştin. Yê ku îro xwedî li vê mîrateyê derkevê û destketiyên hatine bi dest xistin biparêze û bigihîne serketinê em in.

Yek ji fermandarên YPS JIN’ê Zeryan Denîz di 28’ê Gulanê de li Şirnexê tevî 4 hevrêyên xwe şehîd bûbû. Hevrê Zeryan hêj di 18 saliya xwe de ji nava gelê welatparêz ê azadiyê yê Amedê tevlî têkoşînê bû û di berxwedana xwerêveberiyê de li Şirnexê bû stêrkek ku yek ji kelehên berxwedanê yên Botanê ye. Fermandara jin a pêşeng Zeryan Denîz ku di berxwedana xwerêveberiyê de li hemû taxên Şirnexê şer kir, ji bo ku wêneyên ciwanên Kurd ên tên kuştin neyên dîtin têkoşiya. Weke ruhê şoreşgerî yê şerê gel ê şoreşgerî û şerê bajaran çandek ji bo siberoja me hişt. Îro hişmendiya xweparastinê ya bê hempa ya gelê Şirnexê li dijî dijmin berdewama vê çandê ye. Hevrê Zeryan Denîz fermandareke ku bi karektera xwe ya berxwedêr û hesabpirsînê ji dijmin derket pêş û di dilê her welatparêzek de bi sekna xwe ya têkoşer, afrîner, germ, dildar û jêhatî cih girt. Bi tesbîta ‘ne heta mirinê, lê ji mirinê wêdetir’ bi xeta berxwedanê re di şexsê gelê xwe de heqîqeta şer derxist holê.

Heta ku şoreşgerên ku xwedî li gelê xwe derdikevin hebin û gelê ku li ser şopa şoreşgerên xwe dimeşin hebin, ji bo me hemûyan wezîfeyeke dîrokî ye ku em faşîzma Komara Tirkiyeyê ya ku êdî di pozîsyona veşartina têkçûna xwe de nîne, bişikînin. Ji bo paqijkirina van tax û kolanan ji dijmin ku Zeryan, Çiyager, Rûken, Nûcan, Xebatkar, Sêvê, Asya, Memet Tûnç û bi sedan lehengên lê bûn stêrk; Çi pîr, çi ciwan, çi jin çi jî mêr, wezîfeya me hemûyan e. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû jin, ciwan û gelê xwe dikin ku ji bo xwedîderketina li mîrateya Zeryan û misogerkirina azadiya xwe, xeta xweparastinê ya rêxistinbûyî û hişmend bi hev re bimeşînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Dêrazor komxebat li ser Doza Kobanê

Nivîsa Pêş

Karasû: AKP-MHP desthilatdariya xirabiyan e

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Karasû: AKP-MHP desthilatdariya xirabiyan e

Karasû: AKP-MHP desthilatdariya xirabiyan e

Milîsên HBDH Alî Îsmaîl Korkmaz; “Me li ser Rêbeja Edeneyê-Mêrsînê li dijî Transformatorê çalakiyek li dar xist.”

Milîsên HBDH Alî Îsmaîl Korkmaz; “Me li ser Rêbeja Edeneyê-Mêrsînê li dijî Transformatorê çalakiyek li dar xist.”

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.