Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

HPG: Em Hişyarî didin hemû Cerdevanên ku beşdarî Operasyona Dagirkeriyê dibin

HPG'ê cerdevanên ku tevlî êrîşa dagirkeriyê bûne hişyar kir û got "nekevin çeperên artêşa dagirker ku di hedefa gerîla de ne."

Edîtor: Nucan Serdoz
20/05/2024 - 12:35
di nav Başûr, Çekên Kîmyewî, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 4 mins read
A A
Di pêşengtiya gerîlayên YJA STAR’ê de çalakî hatin li darxistin – 20 dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

19’ê Gulanê saet di 09:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li sîstemeke kamera ya mobesse hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

19’ê Gulanê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

19’ê Gulanê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkrean hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

19’ê Gulanê saet di 12:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawesetandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

18, 19 û 20’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 21 caran bi gazên kîmyewî, carekê bi droneyên bombebarkirî û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. Hate tespîtkirin ku beşek ji gazên kîmyewî hatin bikaranîn bi rengê zer bû.

18’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên me carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

18 û 19’ê Gulanê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Goşînê, Girê Şehîd Şerîf 6 caran, li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Bazê, Şêlazê, Golka û Dergelê 5 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qadên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 3 caran, herêma Zapê carekê; bi giştî 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18’ê Gulanê li herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Dergelê, Golkayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ku di sê salên dawî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin, li pêşberî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bê encam mane. Bi taybetî Operasyonên Şoreşgerî û çalakiyên bi bandor ên gerîla ku ji payîzê û vir ve têne kirin, derbên giran û hilweşîner li artêşa dagirker xistin, dagirker nekarî li hemberî gerîla bisekinin. Artêşa dagirker ku dixwaze xwe ji vê rewşa xitimandî rizgar bike, careke din serî li rêbazên têne zanîn dide, hewl dide cerdevanan di êrîşa dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de bide pêş. Dewleta Tirk a dagirker bi vê polîtîkayê dixwaze artêşeke kontra ji cerdevanan ava bike. Beşek ji cerdevanên ku rojên dawî anîn Herêmên Parastinê yên Medyayê navê wan di çapemeniyê de hate weşandin. Cerdevanên din ên ku hatine Herêmên Parastinê yên Medyayê û yên hewl tê dayin ku bêne anîn, navên wan li ber destê me hene. Em hişyariyê didin hemû cerdevanan ên ku anîne Herêmên Parastinê yên Medyayê û hewl didin bînin herêmê. Divê ti cerdevan qebûl neke ku derkevin derveyî gundê xwe, divê qebûl nekin ku di bin fermana artêşa dagirker de tevlî êrîşên dagirkeriyê yên herêmên cuda bibin. Divê tevlî van operasyonên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê nebin, divê neyên Herêmên Parastinê yên Medyayê û nekevin çeperên artêşa dagirker ku di hedefa gerîla de ne. Ti kesên ku li hemberî gelê xwe bi zanebûn û bi xwesteka xwe çek bi kar anîne û di dagirkirina welatê xwe de rol lîstine, xiyanet kirine, di dîrokê de ti carî ji aliyê hêzên şoreşger ve bêhesabpirsînê nehatine hiştin. Divê cerdevanên ku bi vî rengî bi roleke nexêr radibin zanibin ku wê rojekê bêne darizandin û bêhesab nemînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gever bi siloganên “Bijî Serok Apo” hejiya

Nivîsa Pêş

Ciwanên ereb: Emê tekoşîna xwe bilind bikin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên ereb: Emê tekoşîna xwe bilind bikin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Ciwanên ereb: Emê tekoşîna xwe bilind bikin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

Ji Hunera Kurd re Mizgîniyek

Ji Hunera Kurd re Mizgîniyek

Manşet

  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.