Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Fermandarê fedaî yê berxwedana Cîloya Biçûk: Bawer Deyndar

Ji nîşaneyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê fermandarê fedaî yê berxwedana Cîloya Biçûk Bawer Deyndar ji bo hevrê û gelê Kurd bû meşaleya têkoşînê.

Edîtor: Nucan Serdoz
11/04/2024 - 10:19
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Manşet, Mijarên Girîng
Reading Time: 4 mins read
A A
Fermandarê fedaî yê berxwedana Cîloya Biçûk: Bawer Deyndar
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di şeva 23’ê Nîsana 2021’ê de dijmin careke din berê xwe da çiyayên Zagrosê. Wê êvarê artêşa Tirk bombardûmaneke giran li herêma Avaşînê kir û leşker danî. Li hemberî van êrîşan jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dest bi berxwedaneke mezin kirin. Yek ji cihên ku artêşa Tirk dixwest êrîş bike qada Cîloya Biçûk a herêma Zapê bû.

Gerîla Bawer Deyndar (Ûmût Han) jî fermandarê qada Cîloya Biçûk bû. Pêşengî ji hevrêyên xwe yên li vê qadê re dikir.

Bawer Deyndar di sala 1994’an de li navçeya Gimgim a Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Jidayikbûna Bawer ji bo malbatê bû mîna hêviya jiyanê, lewma navê Ûmût lê kirin. Ûmût dema ku mezin bû vê carê wê bibûya hêviya Kurdistanê. Bawer ku di zarokatiyê de bi çanda Kurdîtiyê û nirxên welatparêziyê mezin bû, bû yek ji zarokên berxwedêr ên li qadan. Tevî ku xwendekarekî serketî bû ji ber nakokiyên xwe yên bi sîstemê re piştî lîseyê dest ji dibistanê berda, li hemberî êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd tevlî nava karên ciwanan bû û dest bi têkoşînê kir.

Bawer ku beşdarî çalakiyên bêîteatiya sivîl û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker bû, her wiha malbata wî gelek caran bû hedefa êrîşên dijmin. Di encama van êrîşan de hate girtin û 6 mehan li zindanên dijmin êşkence lê hate kirin. Bawer piştî ku hate berdan êdî biryar dabû ku wê çi bike. Di dema berxwedana xwerêveberiyê de ku li her parçeyên Kurdistanê destpê kir, êrîşên hovane yên dijmin ên li ser gel û ciwanên Kurd dît. Biryar da ku dema tolhildanê hatiye û bi vê biryarê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi vê baweriyê beşdarî nava refên gerîla bû û navê xwe kir Bawer.

GELEK CARAN JI MIRINÊ FILITÎ

Bawer ê ku aşiqê Kurdistana Azad bû li çiyayên Qendîlê careke din şahidî ji bilindbûna PKK’ê re kir. Milîtanên PKK’ê mirovên xwedî bawerî ne. Gerîla Bawer yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê berxwedêrê mezin Kemal Pîr ji xwe re kir mînak û derbasî qada Zagrosan bû. Di sala 2019’an de li herêma Zapê bû fermandarê yekîneyê, beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Di şer de gelek caran ji mirinê filitî. Hêrsa Bawer Deyndar a li hemberî dijmin her roj mezin bû û bi sekna xwe ya bi biryar û wêrek di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirinê.

Bawer li qada Cîloya Biçûk hem xwe hem jî hevrêyên xwe ji şerê tunelan re amade kir û çalakiyên li bejahî birêxistin kir.

Pîvanên fermandarên şer di karaktera şoreşgerî ya Bawer de şênber bû. Bû fermandarekî mînak ê gerîla yê serdema nû yê serketinê. Li Cîloya Biçûk di tunelên şer de bi sebir, bi pêşdîtî li hemberî dijmin li ber xwe da û bi taktîkên nû dijmin têk bir. Li hemberî êrîşên li ser Avaşîn û Zapê bêdeng nema. Fermandar Bawer her tim planên nû yên çalakiyan kir, tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li artêşa Tirk hate xistin. Bawer bi ruhekî fedaî yê Apoyî û wêrekiyeke mezin pêşengî ji çalakiyên êrîşê re kir û di van çalakiyan de bi rengekî serketî bi rola xwe rabû.

Yek ji nîşaneyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê fermandar Bawer bi lehengiya xwe li dijî êrîşên dewleta Tirk ên îmhayê ji roja destpêkê ve li eniya herî pêş a şer bû. Di 26’ê Nîsana 2021’ê de li quntara Girê Şehîd Serxwebûn ê li herêma Zapê li refên herî pêş tevlî çalakiyeke li dijî dagirkeran bû. Di vî şerî de bi giranî birîndar bû. Fermandar Bawer ku hevrêyên wî ew birin cihekî bi ewle, di 3’ê Gulana 2021’ê de tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bû.

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêber APO: Pîroziya xwedavenda…

Nivîsa Pêş

Li Balekayetiyê di werza biharê de jî geştiyar keyfa berfê dikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Balekayetiyê di werza biharê de jî geştiyar keyfa berfê dikin

Li Balekayetiyê di werza biharê de jî geştiyar keyfa berfê dikin

Elmanyayê 3 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedarê Kurd birî

Elmanyayê 3 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedarê Kurd birî

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.