Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Pirtûka Rêber APO bi xwendekaran ermenî hate nasandin

Pirtûka Rêber APO a ku wergerandine zimanê ermenî, li dibistana perwerdehiyê ya Mkhîtar Sebasatsî ya Êrîvanê bi xwendekaran re hat nasandin.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/04/2024 - 21:30
di nav Ciwan, Giştî, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO, Rojhilata Navin, Xwendekarên
Reading Time: 3 mins read
A A
Pirtûka Rêber APO bi xwendekaran ermenî hate nasandin
ParvekeTweet

ÊRÎVAN – Pirtûka Rêber APO Şaristanî, Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Veşartî ku herî dawî bi zimanê ermenî hate wergerandin û li Kompleksa Perwerdehiyê ya Êrîvanê Mkhîtar Sebasatsî bi xwendekaran re hate nasandin.

Mamosteyên dibistanê û bi dehan xwendekar di merasîma danasînê de amade bûn. Dîroknas Armen Voskanyan, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û rojnameger Lianna Mihoyan weke axaftvan beşdar bûn.

Dîroknas Armen Vosnakyan diyar kir ku ev demeke dirêj e li bendê ne ku ev pirtûk ji bo zimanê ermenî bê wergerandin û got, “Ev pirtûka ku Abdullah Ocalan di sala 2004’an de di bin şert û mercên zindan û tecrîdê de nivîsand, ji gelek aliyan ve bi wate û bi nirx e. Pirtûkên ku ji 5 cildan pêk tên, berhema lêkolîn û xebateke berfireh in. Her mijarek bi kûrahî û berfireh hatiye gotûbêj kirin.”

Vosnakyan anî ziman ku di pirtûkê de tevî ku 20 sal berê hatiye nivîsandin jî pêşbîniyên cidî yên derbarê îro de hene û wiha dewam kir: “Abdullah Ocalan beriya 20 salan di pirtûkên xwe de rewşa îroyîn nivîsandiye. Dema ku me ewil xwend, me bi zehmetî bawer dikir ku wî ev pirtûk 20 sal berê nivîsandiye. Pêşbîniyên wê demê yên Abdullah Ocalan îro yek bi yek derdikevin holê. Wergerandina pirtûkê bo zimanê ermenî ji bo herdu miletan jî pir girîng e. Dewleta Tirk çiqasî hewl da ku zext û zorê li felsefe û îdeolojiya Abdullah Ocalan bike jî bi ser neket. Abdullah Ocalan her çiqas di girtîgehê de ye jî bi pirtûkên xwe fikir û felsefeya xwe ji hemû cîhanê re radigihîne. Abdullah Ocalan xwedî gelek şêwazên berxwedanê ye. Yek ji wan jî ev pirtûk e.”

Rojnameger Lianna Mihoyan jî got, “Di têkiliyên Kurd û Ermenan de jixwe pirek hatiye çêkirin. Ev têkilî bi saya vê pirtûka Abdullah Ocalan û bi giştî felsefeya ku daye pêş me hîn xurtir dibe.”

Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan li ser paradîgmaya Rêber APO axivî û got: “Abdullah Ocalan sîstemeke konfederal afirand. Ev sîstem êdî ji aliyê hemû kesên bindest û ji bo wekhevî û edaletê têdikoşin tê qebûlkirin. Kapîtalîzm niha di nava xitimandineke mezin de ye. Gel ji bo xwe ji krîzên kapîtalîzmê afirandiye rizgar bikin, ldi bin şert û mercên pir dijwar de li jiyana nû û azad digerin. Yekane navnîşana jiyaneke nû, azad, wekhev û adil di felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan de ye. Pirtûkên Rêber Ocalan dermanê van nexweşiyên ji aliyê kapîtalîzmê ve hatine afirandin in. Mînak Abdullah Ocalan sîstemek ku hemû gel bi hev re wekhev û azad bijîn ava kiriye. Û ew di pirtûkên xwe de bi berfirehî û kûrahî behsa vê yekê dike.”

Di dawiya çalakiya danasînê de pirtûka Şaristanî, Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Veşartî wek diyarî li xwendekaran hat belavkirin.

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPC-Ciwan di dema cejnê de jî ewlehiya herêmê diparêze

Nivîsa Pêş

“Fransa bûye hevkarê rejîma faşîst a Erdoğan”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
“Fransa bûye hevkarê rejîma faşîst a Erdoğan”

"Fransa bûye hevkarê rejîma faşîst a Erdoğan"

ROJEVA 1’Ê NISAN 2024’AN

ROJEVA 11’Ê NISAN 2024’AN

Manşet

  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Lewend Qamişlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.