Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

HPG: Em soz didin ku armancên hevrêya xwe Edessa pêk bînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê digot: "Fermandara wêrek a YJA Starê hevrêya me Edessa Cejna 14'ê Cotmeha 2023'an li Dersimê di êrişa dijmin de şehîd bû."

Edîtor: Nucan Serdoz
03/04/2024 - 17:30
di nav Bakur, Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG: Em soz didin ku armancên hevrêya xwe Edessa pêk bînin
HPG: Em soz didin ku armancên hevrêya xwe Edessa pêk bînin
HPG: Em soz didin ku armancên hevrêya xwe Edessa pêk bînin
HPG: Em soz didin ku armancên hevrêya xwe Edessa pêk bînin
HPG: Em soz didin ku armancên hevrêya xwe Edessa pêk bînin
HPG: Em soz didin ku armancên hevrêya xwe Edessa pêk bînin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniekê şehadeta fermandara YJA Starê Edessa Cejna îlan ki ku di 14’ê Cotmeha 2012’an li Dersimê şehîd bû û got: “Gelê me yê welatparêz ê li Êlih û Cizîra Botan wê xwedî li fermandara fedaî hevrêya me Edessa derkeve.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Milîtana fedaî û fermandara wêrek a YJA Starê hevrêya me Edessa Cejna 14’ê Cotmeha 2023’an li Dersimê di êrişa dijmin de şehîd bû.

Hevrêya me Edessa bi eşq û daxwazeke mezin tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. 23 salan ji Xinêre heta Zagrosan, ji Dersimê heta Garê, ji Xakurkê û Geverê heta Dersimê bi biryardariyeke mezin têkoşiya. Weke milîtaneke fedaî ya Apoyî wezîfeya xwe bi cih anî û li qada şer bû fermandareke YJA Starê ya şareza. Li çiyayên Dersimê weke şopdara Besê û Zarîfeyan bi lehengî têkoşiya. Li hemberî her cûre êrişên dijmin bi lehengî şer kir û fermandariya jinê ya azad a Jiyan (Yildiz Dûrmûş), Roza, Zîn Cîzre û Çîçek Botanan dewam kir. Hevrêya me Edessa li Dersîmê bû dengê jina Kurd a azad. Bi gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo paşerojeke azad a jin û gelê me xwe feda kir, weke lehengeke nemir navê xwe li dîroka têkoşîna me nivîsand. Têkoşîna ku hevrêya me Edessa bênavber meşand wê ji aliyê me hevrêyên wê ve bê mezinkirin û biserxistin.

Xelkê me yê Êlihê (Batman) ku hevrêya me Edessa lê ji dayik bû û mezin bû û xelkê me yê welatparêz ê li Cizîra Botan ku ji nav rabû, wê xwedî li fermandara fedaî û ewlada leheng hevrêya me Edessa derkeve û hêjayî bîranîna wê bin. Li ser ve bingehê em ji malbata hêja ya hevrêya xwe Edessa, xelkê me yê Êlih û Cizîra Botan û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Edessa Cejna bi vî rengî ne:

Nasnav: Edessa Cejna
Nav paşnav: Ece Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Leyla-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Cotmeha 2023 / Dersim

Hevrêya me Edessa weke ferda malbatek bi eslê xwe ji Cizîra Botan li bajarê berxwedanê li Êlihê ji dayik bû. Hevrêya me heta 10 saliya xwe li vê derê ma, piştre jî ji ber zextên dewleta Tirk a qirker neçar ma ku tevî malbata xwe bar bike Stenbolê. Lewma neçar ma ku dûrî welatê me Kurdistanê bijî. Hevrêya me Edessa tevî ku dûrî Kurdistanê mezin bû, ji nirxên xwe yên cewherî qut nebû. Bi saya welatparêziya xurt a malbata wê li gel polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a qirker, di çand û zimanê Kurdî de israr kir û bi vî rengî bersiva herî bi wate da sîstema qirker. Ji ciwantiya xwe û pê ve bi bandora şerê li Kurdistanê kete nava lêgerînan, destpêkê tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Di vê demê de civak, derdor û jiyana xwe hîn baştir nirxand, bi rola ku civaka bi serweriya mêr li jinê ferz dike hesiya û biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezin bike. Di heman demê de komploya navneteweyî ya ku sala 1999’an li hemberî Rêber Apo hate kirin ji bo hevrêya me Edessa bû hinceta tevlîbûna li nava têkoşîna çalak. Li hemberî zext û komkujiyên ku dewleta Tirk a mêtinger qirker li gelê me dike, gihîşt we baweriyê ku rêbaza herî bi bandor a têkoşînê li çiyayên Kurdistanê bi gerîlatiyê dibe û li ser vê bingehê sala 2001’ê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Edessa piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû li herêma Xakurkê tevlî nava perwerdeya destpêkê bû, bi perwerdeyê re di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê beû. Bi kûrbûnên li perwerdeyan jiyana gerîla weke cihê jiyana hest û armancên pîroz ên hesreta mirovahiyê pênase kir. Ji ber vê yekê jî bêteredût ji dil û pak tevlî nava jiyanê bû. Hevrêya me ku gelekî kedkar bû, ji ti karî xwe venegirt û bi fedakarî têkoşiya. Heta sala 2003’an li herêma Xinêre têkoşiya, di vê demê de ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza. Berevajî kes û hêzên ku teslîmiyet û xiyanet li refên me yên têkoşînê ferz dikirin ku dewama Komploya Navneteweyî bûn, hevrêya me Edessa berê xwe da şer û derbasî Zagrosan bû ku bi çiyayên xwe yên bi heybet tê naskirin. Hevrêya me nêzî 3 salan li Zagrosan ma, di vê demê de ji aliyê leşkerî ve bû xwedî tecrûbeyên girîng. Piştre jî li Bakurê Kurdistanê xwest tevlî pêvajoya şer bibe ku bi Pêngava 1’ê Hezîranê re destpê kir û bi israr xwest derbasî Bakur, bi taybetî jî Dersimê bibe.

Ji bo li Bakur tevkariyê li têkoşînê bike, têkoşînê xurt bike û weke milîtaneke Apoyî bersivê bide dewleta Tirk a dagirker, di sala 2006’an de derbasî Dersimê bû. Li Dersimê tevî gelek fermandarên hêja têkoşiya, ji van hevrêyan tecrûbeyên girîng wergirt. Li qada Dersimê ku bi îdîa û biryardariyeke mezin dest bi têkoşînê kir, beşdarî gelek çalakiyan bû û hêrsa bi salan a di dilê xwe de di van çalakiyan de nîşan da. Li Dersimê di nava 9 salan de cihek nehişt ku neçû, rêyek nehişt ku jê derbas nebû, li Kaniyên Dersimê av vexwar û wateya jiyanê li vê derê dît. Di her nefesa li Dersimê de li şikeftan bêhna çekên kîmyewî yên di Terteleya 1937-38’an de li dijî gelê me hatin bikaranîn bêhn kir, li serê çiyayên ku piştî her meşa dirêj a gerîla ji bo bêhnvedanê lê disekinî, qîrîna jin û bûkên Dersimî dibihîst ku xwe ji zinaran avêtin. Hevrêya me Edessa her carê hêrsa xwe ya li hemberî dijmin xurt kir. Ji ber vê yekê jî baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê tevlîbûna xwe hîn mezin bike, lewma hîn bêhtir kûr bû.

Hevrêya me di sala 2015’an de ji Dersimê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li Aakdemiya Jinê ya Azad a Şehîd Bêrîtan û piştre jî li Akademiya Şehîd Zîlan a PAJK’ê beşdarî perwerdeyan bû. Di pêvajoya perwerdeyê de pratîka xwe ya Dersimê ya demdirêj bi berfirehî nirxand, ji xwe re kir esas ku kêmasiyên xwe çareser bike, tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve bike. Hevrêya me her ku parve kir bêhtir civakî bû, bi sekna xwe ya li ser rêbazê jiyana Apoyî, bi dilsoziya xwe ya li pîvanên azadiya jinê, bi kesayetiya xwe ya kedkar û durust ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak, bû milîtaneke mînak a PKK û PAJK’ê. Hevrêya me Edessa piştî pêvajoya perwerdeyê li herêmên Garê, Xakurkê û Geverê kar kir, di fermandariyên eyaletê de wezîfe wergirt, li her qadê ji bo bicihanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî hewl da, ked da.

Lê belê hezkirina wê ya ji Dersimê kir ku mîna Dersim careke din bang li wê bike. Ji ber vê yekê tevî gelek hevrêyên me yên hêja careke din derbasî Dersimê bû ku derbên giran li dijmin xist. Bîranînên hevrêyên xwe yên têkoşînê ji xwe re kir rêber, bi îdîaya pêkanîna armancên şehîdên me yên leheng, cara duyemîn derbasî Dersimê bû û bi vê berpirsyariya dîrokî têkoşiya. Li vê derê li hemberî êrişên giran ên dijmin û bêderfetiyê bi eşq, îrade û biryardariyeke mezin li ber xwe da. Weke fermandar û jineke Kurd a azad ala brxwedanê li çiyayên Dersimê li ba da. Di her şet û mercî de îdeolojiya Apoyî parast, jiyana azad afirand. Di 14’ê Cotmeha 2023’an de di êrişa dijmin de ya li Dersimê şehîd bû û tevlî nava karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wê em xwe bi şens dibînin ku xwedî heman armanca vê fermandara fedaî û milîtana Apoyî ya hêja ne. Em soz didin ku armancên hevrêya xwe Edessa pêk bînin, têkoşîna wê ya pîroz li çiyayên Dersimê dewam bike û bi ser bixîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan ên Herêmên Rizgarkirî bi boneya rojbûna Rêber Apo semînerekî dan

Nivîsa Pêş

Dixwazt biçe Ewrupayê lê dibin eşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dixwazt biçe Ewrupayê lê dibin eşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Dixwazt biçe Ewrupayê lê dibin eşkenceyê jiyana xwe ji dest da

Çalakiya 4’ê Nîsanê ya Înîsiyatîfa Jinen Tolhilder!

Çalakiya 4’ê Nîsanê ya Înîsiyatîfa Jinen Tolhilder!

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Leyla Guven 154 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.