Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Dengê xwe bidin namzetên gel!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir ku divê AKP-MHP dengekî jî nestînin. KCK’ê got: “Divê ti kes nekeve nava dubendiyê û ji bilî namzetên gel dengê xwe nede kesekî din.”

Edîtor: Nucan Serdoz
30/03/2024 - 11:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Dengê xwe bidin namzetên gel!
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Hilbijartinên Xwecihî yên 31’ê Adarê daxuyanî da û diyar kir ku divê AKP-MHP dengekî jî nestînin. KCK’ê got: “Divê ti kes nekeve nava dubendiyê û ji bilî namzetên gel dengê xwe nede kesekî din.”

Di daxuyaniya KCK’ê de hat diyarkirin ku ji bo namzetên DEM Partiyê li Kurdistanê bi ser nekevin her cure zext û hîle tê pêkanîn û hat destnîşankirin ku ji bo ev yek were pûçkirin divê gel bi tevlîbûneke hîn xurtir biçe ser sindoqan.

KCK’ê ev bang jî kir: “AKP-MHP û hevkarên wê bi zext, sextekarî û komployan dixwazin rejîma qeyûmê yên şaredariyên Kurdistanê deseser kirine asayî bikin û rewa bikin. Divê gelê Bakurê Kurdistanê rê nede vê yekê.”

Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî hilbijartinên xwecihî bi vî rengî ye:

“Wek tê zanîn di 31’ê Adara 2024’an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî tên kirin. Gelê Bakurê Kurdistanê jî girîngiyê dide van hilbijartinan û dixwaze bi namzetên welatparêz, demokrat bikevin hilbijartinê. Em jî piştgiriya nêzîkatiya gelê Bakurê Kurdistanê dikin û dixwazin encamên serkeftî bi dest bixin. Em siyaseta demokratîk weke qadeke girîng dibînin. Qada siyaseta demokratîk encama têkoşîna gelê me ye. Di pêkhatina vê herêmê û berdewamkirina hebûna wê de heta îro bi hezaran şehîdên gelê me hene. Bi ked, têkoşîn û bedelan hat qezenckirin û parastin. Rêveberiyên xwecihî hêmana herî girîng a siyaseta demokratîk û demokrasiyê ne. Rêveberiyên herêmî yên demokratîk ji bo gelê me yê ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin xwedî girîngiyeke taybet e. Her wiha hem hilbijartinên giştî û hem jî yên xwecihî di warê eşkerekirina helwest û îradeya siyasî ya gelê Kurd de her tim cihekî girîng girtine. Gelê Kurd li dijî qirkirin û mêtingeriyê ji bo hebûn û azadiyê têdikoşe. Dewleta Tirk a dagirker bi dehan salan e ku dixwaze qada siyaseta demokratîk tasfiye bike û ji xeta xwe dûr bixe. Ji bo vê jî serî li zext, şantaj, sirgûn, girtin, komkujî û her cure pêkanînên dijmirovahî da. Jîtem û Hizbulkontra bi hezaran kuştinên kiryar nediyar kirin û welatparêz hatin qetilkirin. Lê nekarî gelê Kurd û qada siyaseta demokratîk bi dest bixe. Qada siyaseta demokratîk li ber xwe daye û dev ji helwest û xeta xwe ya welatparêziya demokratîk bernedaye û tawîz nedaye. Em vê yekê pir girîng û bi nirx dibînin û li vir em hemû şehîdên demokrasiyê yên weke Vedat Aydin û Apê Mûsa careke din bi bîr tînin.

Em dibînin ku namzetên DEM Partiyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê eleqe û kelecanek mezin çêdikin. DEM Partî bi helwest, bername û bernamzetên xwe li ku derê be, çi li Kurdistanê û çi jî li Tirkiyeyê bala gelê me dikşîne û piştgiriyê didinê. Piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê çûna ba gel û destpêkirina pêvajoya avakirina demokratîk encamên girîng derxist holê. Yek ji van encaman jî ew e ku namzet ji aliyê gel ve bi rêbaza pêşhilbijartinê hatin diyarkirin. Ev rêbazek pir rast û demokratîk bû û raya giştî jî ev nêzîkatî rast dît û piştgirî da. Sedemek eleqe û kelecana Kurdistanê jî ev e. Ji ber ku DEM Partî pergala hevserokatiyê esas digire û bi namzetên hevşaredariyê derketin pêşberî gel, ev jî hişt ku gelê me piştgiriyê bide wê. Helwesta zelal a gelê me li hemberî nêzîkatiyên şaş ên li hemberî hevşdaredarî û hevserokatiyê û xeta jina azad, ev rastî bi awayekî vekirî nîşan da.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê zexta herî mezin li qada siyaseta demokratîk kiriye. Ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi temamî li ser qirkirina Kurdan bû, di warê xerabiyê de her tişt kir. Zext, şantaj, gef, girtin, kuştin; heke ev nebin, bi rêbazên şerê taybet mirovan bixin, teslîm bigirin û hwd. her cure rêbazên qirêj bi kar anî. Tayînkirina qeyûman lûtkeya van xerabiyan e. Di çarçoveya polîtîkaya qirkirina Kurdan de qeyûm hatin pêşxistin. Desteserkirina vîna gelê Kurd, înkar û îmhaya hebûna wî ye. Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman li bajarên Kurdistanê îspat kirin ku rêveberiya herî înkarker û dijminê herî mezin ê Kurdan e. Gelê me vê heqîqetê pir baş fêm dike û têdigihîje. Helwesta tund a ku di Newrozê de derket holê, îlana vê ye. Helwesta xurt a gelê me ya di Newrozê de dostan şad kiriye û dijminên me yên zalim û înkarker hêrs kir. Eşkere ye ku ev helwest wê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de jî derkeve holê. Em du mijaran girîng dibînin û dixwazin balê bikşînin ser wan. Ya yekem, ev hilbijartin teqez di rewşeke demokratîk de pêk nayên. Zextên li ser gel û saziyên demokratîk gihiştiye lûtkeyê. Hemû sazî û dezgehên dewletê giraniya xwe dane Kurdistanê, her cure hîle li gel hemû zextan tê kirin da ku namzetên DEM Partiyê bi ser nekevin. Bi sed hezaran leşker, polîs û karmend ji bo dengdanê anîn bajarên Kurdistanê û li vir hatin bicihkirin. Ji ber vê yekê bi zane ku hilbijartin di rewşeke wiha de tê kirin, ji bo pûçkirina komplo û hîleyan pêwîste mirov bi beşdariyeke xurttir biçin ser sindoqan. Divê AKP-MHP û hevkarên wan nikaribin yek deng jî ji gelê me bistînin. Divê tu kes nekeve nava dubendiyê û ji bilî namzetên gel dengê xwe nede kesekî din. Divê kesên wiha îqna bikin, dudilî nebe, hilbijartin bi yek dengî pêk were. Li aliyê din divê hem gel û hem jî yên berpirsyar in divê teqez deng û sindoqan biparêzin. AKP-MHP û hevkarên wê bi zext, sextekarî û komployan dixwazin rejîma qeyûmê yên şaredariyên Kurdistanê desteser kirine asayî bikin û rewa bikin. Divê gelê Bakurê Kurdistanê rê nede vê yekê.

Ya duduyan, divê li hember hevkar, xiyanetkar û kom û kesayetên kujer ku xwe firotiye dijmin û li dû mal û milkê xwe ne, bersivek pir tund bê dayîn. Divê tu kurd bi kêfxweşî nêzîkî van xayinan nebe. Ev pêkhateyên ku hewl didin xwe weke Kurd nîşan bidin, destê wan ketine xwîna gelê me û ji bo ku têkoşîna azadiyê bi ser nekeve, keriyên kujer ên ku ji aliyê dewletê ve tên bikaranîn. Pir girîng e ku gelê me li hemberî van komên ku baş nas dike bi yekîtiyê tevbigerin û bersiva pêwîst bidin wan.

Bi vê hest, hêvî û baweriyê em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî beşdarî hilbijartinên 31’ê Adarê bibin û serkeftinê ji gelê xwe û namzetên demokratîk re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Ciwan ên PYD’ê yên Helebê civîna xwe ya salane li darxistin

Nivîsa Pêş

Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin

Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin

Ji Înîsiyatîfa Jinên Tolhilder li ser mala çawîşê pispor çalakî!

Ji Înîsiyatîfa Jinên Tolhilder li ser mala çawîşê pispor çalakî!

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.