Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin

Edîtor: Nucan Serdoz
11/03/2024 - 17:20
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hate diyarkirin ku girtiyên siyasî Îsmaîl Tuzun û Sedat Şîmşek ên sirgunî Girtîhên Kirşehîrê hatin kirin, ji ber li dijî lêgerîna tazî derketine hatine derbkirin.

Di serdema desthilata AKP’ê û MHP’ê de tundiya li girtîgehan a li ser girtiyên siyasî derketiya asta herî jor. Zext û tundiya li ser girtiyên siyasî ranawest e û sînoran nas nake. Li aliyekî tundî li girtiyan tê kirin li aliyê din jî bi sirgunan malbatên wan mexdûr dikin. Roj nîne ku em agahiyên nebaş ji girtîgehan nebihîzin. Di 8’ê adarê de girtiyê bi navê Îsmaîl Tuzun ê ku 20 sal e girtî ye ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê kirin. Di vê pêvajoya sirgunê de Tuzun rastî gelek tundî û binpêkirinên mafan hat. Tuzun, serborî û serpêhatiyên xwe bi rêya malbata xwe ji rojnameya Xwebûnê re ragihand.
Malbata Tuzun, destnîşan kir ku Îsmaîl Tuzun bi telefonê li wan geriya ye û ev tişt parve kiriye; “Roja înê (8’ê Adara 2024) ji nişka ve hatin qawişê û ji min re gotin tu sirgun dibî. Nehiştin ez xwe amade bikim, alav û amûrên xwe kom bikim, ez anîm Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê. Li vê derê xwestin li ser min lêgerîna tazî pêk bînin. Min ev yek qebûl nekir. Min avêtin erdê û bi amadebûna Sergardiyan û Midûrê Girtîgehê li min dan, tundî û îşkence li min kirin.  Piştî îşkenceyê min avêtin hucreya yek kesî. Ji ber derba gardiyanan laşê min diêşe lê min derman jî nakin. Her wiha destûr nedan ku ez agahiya sirgunê bidim malbatê.”
Malbatê bi berdewamî destnîşan kir ku Tuzun girtiyê nexweş e û di lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de ye û xwest demildest dawî li vê tundiyê li ser Tuzun bê anîn û ew bê dermankirin.
VEGOTINÊN ŞÎMŞEK 
Sedat Şîmşek ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Edeneyê tê ragirtin, di 8’ê Adarê de sirgunî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hate kirin. Hate zanîn ku ji ber Şîmşek di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî qebûl nekiriye ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin. Hate ragihandin ku Şîmşek li hucreya yek kesî tê ragirtin.
Şîmşek, beriya du mehan ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê sirgunî Girtîgeha Tîpa T a bi Hejmara 1’an a Kurkçuler a Edeneyê hatibû kirin.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Efrînî qala şehîd Bişeng Brûsk dikin: ‘Bi rihê wî, hezkirinê wî, bi eşqa wî ciwan bandor dibûn’

Nivîsa Pêş

Perwerdeya Desteya Ciwanan a ragihandinê li Qamişlo bi dawî bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Perwerdeya Desteya Ciwanan a ragihandinê li Qamişlo bi dawî bû

Perwerdeya Desteya Ciwanan a ragihandinê li Qamişlo bi dawî bû

Amadekariya 20 sal ên Komkujiya 12’ê Adarê tê kirin

Amadekariya 20 sal ên Komkujiya 12'ê Adarê tê kirin

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.