Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Evîn û Bager, hûn evîn û bagera şoreşa me ne!

Edîtor: Nucan Serdoz
23/12/2023 - 14:59
di nav Analîz, Biranîna Şehîdan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Evîn û Bager, hûn evîn û bagera şoreşa me ne!
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Hefteya borî merasîmeke bibîranînê ji bo gerîlayê Alman ê enternasyonel Bager Nûjiyan hate lidarxistin ku di 14ê Berfanbara 2018’an de li Herêma Parastina Medyayê şehîd bûbû. Di merasîmê de nameya şervanekî enternasyonel ku li rojavayê Kurdistanê tê dikoşe, hate xwendin. Di nameyê de behsa şehîd Bager û her wiha şehîd Evîn Goyî tê kirin ku di 23’yê Berfanbara 2022’yan de  li gel hunermend Mîr Perwer û welatpaerêz Ebdulrehman Kizil li Parîsê hatibû qetilkirin.

Deqa nameyê bi vî rengî ye:

“Ji Evîn û Bager
Berfanbar mehsa şehîdan e. Her wiha meha serma û meha tarîtiyê ye.

Berfanbar bû ku du ruhên ciwan ji nav me çûn. Her du mîlîtanên yek xebatê bûn, her du hunermendên jiyanê bûn ku bi xweşikî li jiyan û her kesî dinêrîn. Her du reqsvanên jêhatî yên li ser rêyekê bûn ku li heqîqetê digeriyan. Temamê fikir û kirin û gotina wan bûbû şoreş bi xwe. Her du hêz û wizeyeke bê dawî bûn ji bo hewldaneke ebedî, ji bo perwerdekirin, hîndekarî, hînbûn, pirsyarkirin, lêkolîn, gotûbêjkirin, afirandin, guhertin, çêkirin, pêşvebirin, bexşîn û wergirtinê. Tu rewşek bê nirx nîn e, tu bûyerek bê wate nîn e.
Ew ji wan mirovan bûn ku bi hûr û kûr li jiyanî dinêrîn. Ew ji wan mirovan bûn ku tu riyakariyekê nizanin, mişt in ji hezkirina mirovan û pêkvejiyanê.

Gelek nifş di navbera wan de hene. Gava ku Evîn di sala 1988’an de diçû nav rêzên gerîlayaan, diçû nav xebateke ebedî, Bager di heman salê de li daristanên rojhilatê Almanyayê yên qedîm ji dayik dibû û di dawiyê de wan di yek rêyê de hev dît.

Evîn keça Botan e ku dilê Mezopotamyayê yê qedîm û zindî ye; Bager kurê rojhilatê Almanyayê ku her kî ku kesayetî, jiyan û xebatên wî nas bike, taybetmendiya şoreşa siberojê jî nas dike. Şoreşa siberojê ku ji mêj ve ye bûye loriyên zarokên Kurdistanê.

Ew kesayetiyên wisa bûn ku em her tim dixwazin li kêleka me bin. Ew hevalên wisa bûn ku me her tim daxwaza amojgariyan ji wan dikir. Ew hevalên ku di nav xeyalan de geriyane û fikirên kûr bi dest xistine, ew in ku di nav xwe da aramiyeke wiha ava kirine ku tu carî nalerize û aminbûn û ronahiyê didin. Ew bûnewerên dilsozî û aramiyê ne. Ew dil û ruh û xewnên xwe bi me re parve dikin. Ew tu carî ne bê parastin in. Wan dijminên xwe ji ser heta binî nirxandine û xwe ji bo her cure rewşekê amade kirine. Ew tu carî nezan nebûn. Ew her tim amade bûn ku ew jiyana ku ava kiribûn, wê biparêzin. Aminbûna wan jî di jêhatîbûn û westîna wan a bêhempa de bû.  Her kesê ku bi xwe re rast be, dikare li ba van hevalan heta radeya dawî perwerde bibe. Em divê qebûl bikin ku ew bi qewareyeke wisa mezin in ku em nikarin tu carî bi dest bixin.

Evîn û Bager her du zarokên vê şoreşa qedîm in. Zarokên serpêhatiyekê ne ku her tim li afirandinê digeriyan. Li vî welatî ku ez lê me, pêkvebûn li vir tê wateya hevaltiyekê ku hemû sînorên çêkirî yên cîhanê derbas dike. Têkoşîn di her rewşê de, tevî hemû astengiyan tê bilindkirin.

Evîn di salên nodî de li çiyayên Kurdistanê yekemîn fermandara gerîlayên enternasyonel bû. Evîn ji wan fêr dibû û fêrî wan dikir. Evîn bi zimanekî diaxivî ku pêwîstî bi tu peyvekê tune bû. Her kesî jê fam dikir. Saetên dirêj bi çavqirpandinekê derbas dibûn gava ku Evînê bi zimanê dil xeber dida. Bager yek ji wan gerîlayên enternasyonel bû ku çiyayên Kurdistanê wek mala dil bi nav dikirin. Her wiha zimanê vê şoreşê pir baş fam kiribû. Ne tenê zimanê muzîk û exlaq û hevaltiyê, her wiha ji gelekan zêdetir binyada kîmyayî ya vê şoreşê fam kiribû.

‘BINYADA VÊ ŞOREŞÊ ÇI YE?’

Dirûşmeya efsûnî “jin, jiyan, azadî” ku îro li temamê cîhanê deng vedide, çavkaniya wê ji ku ye?
Li Almanyayê xelk di guhên hev de çi ji hev re dibêjin?

Hevalê me Bager lêkolînek ji me re hişt ku berî şehîdbûna xwe bi çend mehan nivîsîbû, bi navê “Enternasyonalîzm û Pêşengiya Şoreşê”. Şehîd Bager behsa gelek mijarên girîng kiriye. Behs dike bê ka çawa ji hezaran kîlometra dûr efserekî mûçexur li ber ekrana xwe rûdine û balafirên bêmirov dişîne herêmên Gerîla û wan şehîd dike. Behs dike bê ka çawa çekên NATO’yê li çiyayên Kurdistanê fikir û îdeolojiyeke azadîxwaz dikin armanc. Çirûska vê şoreşa Rojhilata Navîn 50 sal berî niha ji hêla kurekî bi navê Ebdulah Ocalan ve hate pêxistin ku li welatê xwe bi dilsozî û bi rêzdarî wek Rêber Apo tê binavkirin. Ev şoreşger 25 sal in li pişt dîwarên zîndanê li ber xwe dide, li hember îşkence û tecrîdê di berxwedaneke berdewam de ye. Her li wir dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” yekem  car li ser kaxizê hate nivîsîn û bû sîstemeke civakî û exlaqî ya cîhanê. Vê yekê Rêber Apo dike, yek ji radîkaltirîn xebatkarên li dijî sîstema îro ya kapîtalîst.

Bêguman Bager yek ji wan xwendekarên kedkar ên Rêber Apo bû û Evîn yek ji wêrektirîn mîlîtanên wî bû. Kirin û gotina wan ew tişt in ku vê şoreşê afirandine. Ew nîşanî me didin bê ka çawa xewn dibin rastî, çawa dogmayên kevn dişikên. Em hemû bi hev re bûyerên şoreşekê ne ku em bi hebûna xwe wê diafirînin.

Evîn û Bager, hûn evîn û bagera şoreşa me ne. Bibîranîna we tê wataya serkeftina me.

Bimire faşîzm!
Bijî pêkvejiyana birûmet a gelan!
Bijî Rêper Apo!

14’ê Berfanbara 2023’yan
Hevalek

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Umît: Em ê hesabê hemû komkujiyan bipirsin

Nivîsa Pêş

Şêniyên Firatê bi meşekê komkujiya li Parîsê şermezar kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şêniyên Firatê bi meşekê komkujiya li Parîsê şermezar kir

Şêniyên Firatê bi meşekê komkujiya li Parîsê şermezar kir

Yekîneyên YCWK’ê li Amedê febrîqeya hevkaran şewitandin

Yekîneyên YCWK'ê li Amedê febrîqeya hevkaran şewitandin

Manşet

  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.