Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Ciwan Dîrokê Dinivîsin – ‘Em ê di mirovbûnê de îsrarbikin!’

Edîtor: Nucan Serdoz
27/11/2023 - 0:05
di nav Analîz, Ciwan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
Ciwan Dîrokê Dinivîsin – ‘Em ê di mirovbûnê de îsrarbikin!’
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Dunya di rewşekê krîz û qeyranê de ye. Rêber APO vê aloziya heyî weke Şerê Cîhanê Sêyemîn pênasekiriye. Di vî şerî de hêzên sermayedar ên navnetewî hewididin pergala Modernîteya Kapîtalîst li gorî berjewendiyên xwe ji nûve dîzayîn bikin, hêzên desthilatdar ên herêmî jî hewildidin rewşa di van sedsalên dawî de ji bo wan derketiye biparêzin, ji wan re tê gotin hêzên statukoparêz. Şerê Cîhanê Sêyemîn şerekî pergalî ye, navenda wê Rojhilata Navîn e û her ku diçe belavî çar aliyên cîhanê dibe: ji Kurdistanê heta Xeza, ji Karabaxê heta Libya, ji Sudanê heta Myanmarê, ji Suriye û Iraqê heta Ukranya di nava şerê dijwar de ne. Ne tenê şerên leşkerî tên jiyankirin, lê talana xwezayê û felaketa ekolojiyê, krîzên aborî û birçîbûnê, zêdebûna kuştina jinan, koçberiyê, çetewarî û ticareta madeyên hişbir ji Afrîka heta Latîn Amerîka, ji Ewrupa heta Bakurê Amerîka, ji Rojhilata Navîn heta Asyayê mirovahî xistin nava aloziyekê herî jiyanî. Pêra girêdayî pergala kapîtalîst teknolojiya nûjen bi temamî kiriye amûrekê parçekirin û birêvebirina civakê, amûrê rizandina jiyana însanan. Bi navê azadiyekê sexte û şeklî şerekê îdeolojîk û çandî li dijî cewhera mirovbûnê tê meşandin.

Pirsa ku di encam de tê pirsîn: Gelo ev rewş qeder e? Gelo mirov mehkûmî têkçûyîna jiyanê ye? Gelo tiştek were kirin nîne? Na! Bindestî û koletî tu carî nebûne qeder û îro jî nabine qeder! Mirov tu carî ne mehkûmê desthilatdaran e û gellek tişt hene dikarin û divê werin kirin!

Îro li seranserî cîhanê tevger hene, rewşa heyî qebûl nakin, pêşerojekê di pençeya pergala kapîtalîst de jî ji bo xwe qebûl nakin. Tevgerên demokratîk û şoreşger xwe bi rêxistin dikin û li welatên xwe têkoşînê pêşdixînin. Jinên azadîxwaz û ciwanên têkoşer ji bo jiyanekê bi rûmet radibin ser piyan û di lêgerîna jiyanekê din azad de ne. Li ser vê bingehê ji 3’ê heta 5’ê Mijdarê li Parîsê ji 49 welatan 400 delege ji bo Yekêmîn Konferansa Ciwanên Cîhanê kombûbûn. Li beramberî ji rê derxistina jiyanê û hilweşandina mirovbûyînê, ciwanên azadîxwaz dibêjin: ‘Em ê di mirovbûyînê de îsrarbikin!’ Çawa ku serhildêrên ciwan ên 1968’an bang dikirin ‘Cîhanekê din mumkin e!’, îro jî bi vê bîr û baweriyê ji çar aliyên cîhanê ciwanên têkoşer hatin cem hev, pirsgirêkên xwe û riyên çareseriyê nîqaşkirin.

Di destpêkê de konferans ji aliyê komîteya amadekar ve diyarî Rêber APO hate kirin. Beşdarvanên konferansê diyarkirin ku ev kombûn bi saya fikir, felsefe, têkoşîn û keda wî re îro pêkhatiye û li ser vî bingehê bi dengê ji devê ciwanên cîhanê banga azadiya fizikî ya Rêber APO bilind bûbû. Di rêveçûyîna konferansê de panelên li ser rewşa heyî li çar aliyên cîhanê, têkoşîna azadiya jin bi pêşengtiya jinên ciwan û pêşxistina Konfederalîzma Demokratîk a Ciwanên Cîhanê hatin li darxistin. Her wiha 12 komxebatên taybet li ser mijarên cûr bi cûr girêdayî ciwanan hatin çêkirin. Mijarên weke lîberalîzm, aborî, ekolojî, faşîzm, koçberî, Şerê Cîhanê Sêyemîn, enternasyonalîzm, Jineolojî, perwerde, Dîroka Ciwanan, rewşa taybet a gelên xwecihî û Azadiyê hatin nîqaşkirin. Li kêleka van nîqaşan bernameyên reng û reng ên çandî jî pêkhatin. Ciwan bi hev re stranên şoreşgerî gotin û govendên herêmî gerandin, her wiha standên pirtûkan û pêşengehên li ser Dîroka Ciwanan û pêşengên têkoşîna şoreşgerî li Cîhanê hatin vekirin.

Çiqas ji ber şert û mercên zehmet ên kombûnê û astengiyên heyî ji hinek welatan delege nikaribûn xwe bigihînin cihê konferansê, lê ciwan vê ji xwe re nekirin sedemekê gav paşve avêtine. Ji çiyayên Kurdistanê heta Başurê Afrîka, ji Libnanê heta Sudanê peyamên girîng ji tevahiya konferansê re hatin şandin. Yên ku nikaribûn fizikî amade bin, yan bi riya înternetê tevlîbûn, yan jî bi peyamên xwe hezkirin û silavên xwe rêkirin û hêz û moral dane konferansê. Di dawiya konferansê jî hem jinên ciwan hem jî tevahî beşdarvanên konferansê bi hev re beşdarbûna xwe di kampanya ‘Ji Abdullah Öcalan re azadî – Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de îlankirin. Di daxuyaniya hevpar a encamnameya konferansê de jî rêxistin û tevgerên beşdar bi hev re biryarbûna xwe ji bo pêşxistina têkoşînekê hevpar, hevgirtin û piştgirîdayîna hev li ser bingeha rêgezên hevpar ragihandin.

Dibêjin: ‘Yekitiya hemû hêzên demokratîk, şoreşger û dij-pergalê li seranserî cîhanê pêwîstiyekê nebe nabe ye. Weke insyatîfa ‘Ciwan Dîrokê Dinivîsin’ em li ser bingeha rêgez û armancên hevpar kar dikin. Dijayetiya me li hemberî kapîtalîzmê me tîne gel hev (…)’

Rêber APO di pirtûka xwe ya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de rewşa tevgerên dij-sîstemê dinirxîne. Ciwanên dij-sîstemê îro gava yekêmîn ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê li cîhanê avêtine. Hêzên îro şer dikin tenê desthilatdar nînin, lê di vê Şerê Cîhanê Sêyemîn de îro xetekê sêyemîn jî heye. Li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber APO, li Rojhilata Navîn bi pêşengtiya PKK’ê û li cîhanê bi riya itîfaqa demokratîk a tevgerên dij-sîstemê, ev xeta sêyemîn bi hêz dibe û çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a Gelên Cîhanê avadike. Di vê çarçoveyê de encamnameya Yekêmîn Konferansa Cîhanê jî bi vî awayî bi dawî dibe: ‘(…) Yekitiya ruh û hêz a ciwanan ji bo têkoşînên azadiyê li tevahiya cîhanê pêwistî û pêdivi ye. Heger di sala 1848’an de Manîfestoya Komunîst, ku heta îro li ser mirovatiyê xwedî bandorê, bang kir: ‘Karkerên cîhanê bibin yek!’, vê demê em jî îro li vê mîrasê xwedî derdikevin û bang dikin: ‘Ciwanên cîhanê bibin yek û bi hev re vê cîhanê biguherînin!’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 27’Ê MIJDARÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Bi pêşengtîya ciwanan li Minbicê salvegera PKK hat pîroz kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Bi pêşengtîya ciwanan li Minbicê salvegera PKK hat pîroz kirin

Bi pêşengtîya ciwanan li Minbicê salvegera PKK hat pîroz kirin

Endamên Yekîneyên YCWK’ê yên Wanê 27’ê Mijdarê bi meşekê silav kirin

Endamên Yekîneyên YCWK'ê yên Wanê 27'ê Mijdarê bi meşekê silav kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo şehîd Ciwan Tehlo bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.