Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

172 sazî û partiyan ji bo azadiya Rêber Apo deklarasyonek eşkere kir

Edîtor: Nucan Serdoz
30/10/2023 - 14:15
di nav Çalakî, Çand, Hûner û Spor, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 12 mins read
A A
172 sazî û partiyan ji bo azadiya Rêber Apo deklarasyonek eşkere kir
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Rêxistinên civaka sivîl, komele, partiyên siyasî û sazî li Hotêla Demîr a li navçeya Sûr a Amedê hatin gel hev û deklarasyona “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” eşkere kirin. Li eywana daxuyanî lê hate dayîn flamayên “Aştî” û “Azadî” hatin daliqandin. Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ve ya tirkî jî ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Zeryam Işik ve hate xwendin.

Metna deklarasyonê wiha ye: “Di bingeha pirsgirêkên civakî, şer û qirkirina xwezayê de, feraseta dewletê û polîtîkayên înkarê ya gelan, baweriyan, çandan û nasnameyan heye. Dewlet hewl dide ku bi vê ferasetê şer û pevçûnan kurtir bike û bi vê rêyê dixwaze ku hemû berhevkirinê civakî werin tesfiyekirin û têkbirin. Em dibînin, pêkanînên ku wekî sûcên giran tên pênasekirin û pêwiste tu car li hemberî civakê pêk neyên, bi awayekî aşkere ji aliyê desthilatan ve pêk tên, serdest û rayedarên dewletê sûcdaran diparêzin, dixwazin sûcên ku li hemberî gel û civakê pêk tên meşrû nîşan bidin.

GELÊ KURD BI GEFAN RE RÛ BI RÛ YE

Van sûcan, di vê demê de li Rojava/ Bakur-Rojavayê Sûriyeyê/ Filistîn, Qerebax, Ukrayna û li gelek cîhên din pêk tên ber bi çav e. Bi kurtasî em qala rewşeke ku navenda wê Rojhilata Navîn,yanî Mezopotamya û tevahiya cîhanê belav bûye dikin.  Gelê Kurd (ligel hemû destkeftiyên xwe) bi tehdîdên giran re rû bu rû ye. Gelên Ermenî û Ereb, gelên qefqas û balqanan di nav şer û pevçûnan de ne. Her wiha sîstema kapîtalîst çav berdaye hemû erdnîgariyên ku gelên cûda lê dijîn. Ev gel ji dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd bêpar tên hîştin û ji axa xwe tên koçberkirin,

NY BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH NAYNE

Heke em li gorî tecrûbeyên dîrokî bifikirin, sîstema Neteweyên Yekbûyî ya ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn parastina nirxên mirovahiyê girtiye ser milê xwe berpirsiyariya xwe bi cih nayne. Li cîhanê serokdewletek yan jî siyasetmedarek nîne ku bi hêz û îradeya xwe van pirsgirêkên pergalî çareser bike. Qaşo pêşengên siyaseta dinyayê, di şûna çareseriyê de, dibin sedema alozî û êşên ku pêk tên.

DESTÊ RÊBER APO YÊ ÇARESERIYÊ HEWA MA

Rêber Apo pêşeng û siyasetmedarê yekemîn e ku bi pêşdîtînên xwe dikare pirsgirêkên pêşerojê yên li herêmê, li Rojhilata Navîn û li dinyayê biqewimin tespît bike. Di sala 2019 an de, hîn şer, pevçûn û qirkirinan dest pê nekiribû, bi pêşdîtinên xwe diyar kiribû ku pirsgirêkên ku di vê demê de li herêmê û li cîhanê pêk tên, ji aliyê civakî ve wê girantir bibin û bibin sedema qirkirinan. Wî anibû ziman ku “Ez dixwazim pêşî li derzên civakî û dîrokî bigirim” û rêbazên mîna lihevkirinên demokratik, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî têkevin meriyetê pêşniyar kiribû. Destên wî yên ji bo çareserî û aştiya navbera gel li hewa mabû û ji aliye hêzên serdest ve şerên bêsînor hatibûn pêşxistin.

DEMOKRASÎ ŞAŞ HATIYE PÊNASE KIRIN

Van tesbît û bangawaziyên, bi baweriya xwe ya azadî û heqîqetê anîbû ziman. Ji bo xetereyên ku wek çarenûs tên nişandan beralî bike, îradeyeke xurt nîşan dabû ku di kesayeta Kurdan de çareseriyê di asta gerdûnî de bixe xizmeta gelên cîhanê. Nêrîn û pêşdîtînên Rêber Apo, baş hatiye fêmkirin ku li Tirkiyeyê pêkhatina demokrasiyê rasterast bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Tê zanîn ku demokrasî di destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê de şaş hatiye pênasekirin û bi vê pênasekirina şaş, hemû reng, deng, çand û ziman hatine înkarkirin. Sedema vê înkarê jî ew e ku komara Tirkiyeyê li ser bingeha netewdewlet û kapîtalîst a yek nasnameyî hatiye avakirin.

RÊBER APO AKTORÊ BINGEHÎN E

Mixabin ev sedsal in ku sîstema netewdewlet li erdnîgariya me, rê li bêr sûcên giran ên ku li hemberî mirovahiyê pêk tên vekiriye. Rêber Apo ê bi hişmendiya çareserkirina pirsgirêkan derketiye rê û dest bi têkoşînê kiriye, paradigmaya çareseriyê afirandiye û di siyaseta jîyana azad de israr kiriye, nîşan daye ku ew aktorê bingehîn ê pêşketina polîtîk û demokratîk e. Perspektîf û pêşdîtîna Rêber Apo a bi rêya hevdîtin û muzakreyan, bi rêbazên aştîyane, girîngiyeke dîrokî ya di asta stratejîk de ye.

MÎNAKA ROJAVA BÛYE HÊZA ÇARESER KIRINA PIRSGIRÊKAN

Ji bo ku kurdan bi ziman, nasname û erdnîgariya wan re bigihîne statûyeke neteweyî, paradîgmayeke bi perspektîfa neteweya demokratik pêş xistiye, em îro dibînin ku ev paradigma, bi taybet bi mînaka Rojava, ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê buye hêza çareserkirina pirsgirêkan. Ev hêza nêrînên wî yên ekolojîk û azadîparêziya jinê, hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên vê demê û hem jî, ji bo pêşerojê ne.

DIXWAZIN BI RÊYA TECRÎDÊ RÊBERTÎ BIDIN JI BÎR KIRIN

Êdî ji çar aliyên dinyayê gel, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar jî dibînin ku nêrînên Rêber Apo, li hember pergala kapîtalîst bûne alternatîf û hêviya çareseriyê. Her çiqas Rêber Apo li Îmraliyê hatibe tecrîtkirin û desthilatan xwestiye ku têkiliya wî jî dinyayê qut bikin jî, her dem ji bo ku krîzên heyî bi dawî bibin teoriyên çareseriyê bi pêş xistiye. Xwestin ku bi rêya tecrîdê Rêber Apo bidin jibîrkirin. Lê ramanên wî gihîştine hemû gelan û tevahiya cîhanê. Birêz Ocalan niha li tevahiya cîhanê  aktorê herî polîtîk û zanayê ku dinya nêrînên wî esas digire ye.

RÊBERTÎ AZADIYA ME YE

Rêber Apo afrînerê jiyana hevpar û wekhev a artarnatîf e.  Ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo pergala wekhevî û heqîqetê ava bibe li tevahiya cîhanê têkoşîn tê meşandin. Hemû kes û kesayetên ku têkoşîna azadiya birêz Ocalan dimeşînin, bi yek dengî diqîrin û dibêjin azadiya Rêber Apo Azadiya me ye. Ev tespit nişan dide ku her têkoşîna were meşandin ji jiyana wan jî ne dû re.

DIVÊ DEMILDEST TECRÎD BÊ RAKIRIN

Hemû jinên cîhanê diyar dikin ku, pêşketina têkoşîna jinên Kurd a li gorî nêrînên Rêber Apobandor li wan kiriye û ew ê jî tevlî vê têkoşîna ramana azad û jîyana azad bibin, têkoşîna jinê geş bikin, bipêş bixin û dibêjin pergala tecrîda Îmraliyê ya ku Rêber Apon tê de ye, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û pêwiste demildest ev tecrît bi dawî bibe, rêgez û rêbazên gerdûnî yên ji bo Nelson Mandela pêk hatin, jî bo Rêber Apo jî divê pêk werin.

ROJ ROJA RÊBER APO RASTERAST BI GELAN RE BÊ CEM HEV E

Lê tê zanîn ku ev 25 sal in hemû mafên Rêber Apo ên huqûqî tên binpêkirin û bi cih nayên. Ya girîngtir, ev ji 30 mehan zêdetir e tu agahî jî Rêber Apo nayê girtin. Di serî de divê hevdîtinên parêrez û malbatan bi Rêber Apo û girtiyê Îmraliyê re werin kirin, agahiyên zelal ji Îmraliyê werin girtin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî pêwiste şert û mercên têkoşîna siyasî û pêkhatina muzakereyan ji bo Rêber Apo bên afirandin ku hevî û bendewariyên gelê Kurd û gelên cîhanê yên ji aliyê civakî û siyasî ve pêk werin. Roj ew roj e ku Rêber Apo rasterast bi gelan re were cem hev da ku rola xwe ya aşitî û azadiyê pêk bîne.”

Sazî û partiyên siyasî yên ku deklerasyon îmze kirine wiha ne:

1. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)

2. Tevgera Jinên Azad (TJA)

3. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)

4. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)

5. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)

6. Federasyona Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED)

7. Şaxa Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re (TUHAY-DER) ya Amedê

8. Şaxa TUHAY-DER a Edeneyê

9. Şaxa TUHAY-DER’a Mêrsînê

10. Şaxa TUHAY-DER’a Îzmîrê

11. Şaxa TUHAY-DER’a Stenbolê

12. Şaxa TUHAY-DER’a Wanê

13. Şaxa TUHAY-DER’a Êlihê

14. Şaxa TUHAY-DER’aMêrdînê

15. Şaxa TUHAY-DER’a Şirnexê

16. MEBYA-DER a Amedê

17. Nûnertiya MEBYA-DER’ê ya Bismil, Farqîn û Pasûrê

18. MEBYA-DER a Cizîrê

19. MEBYA-DER a Êlihê

20. MEBYA-DER a Mêrdînê

21. MEBYA-DER a Wanê

22. Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD)

23. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê

24. Alim-Der a Amedê

25. komeleya Lêkolînên Zanistên Olî ya Wanê

26. Komeleya Lêkolînên Ol û Baweriyan a Meşînê (MDÎAD)

27. Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê ya Îzmîrê

28. Konreya Demokratîk a Îslamê

29. Kovara Destar

30. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê

31. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî

32. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê

33. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê

34. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê

35. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê

36.  Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê

37. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê

38. Komeleya Wêjekarên Kurd

39. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

40. Enstîtuya Kurdî ya Amedê

41. Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê

42. Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê

43. Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

44. Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê

45. Platforma Îxrackiriyan a Amedê

46. Meclisa Jinan a KESK’a Amedê

47. Şaxa BES’ê ya Amedê

48. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Bismilê

49. Şaxa BTS’ê ya Amedê

50. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çermûgê

51. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çinarê

52. Şaxa DÎVES’ê ya Amedê

53. Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ya Amedê

54. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Gêlê

55. Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê

56. Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê

57. Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Senê ya Amedê

58. Meclisa Jinan a Egîtîm Senê

59. Akademiya Kedê ya Amedê

60. Şaxa Hejmar 1 a Genel Îş’ê ya Amedê

61. Şaxa Hejmar 2 ya Genel Îş’ê ya Amedê

62. Şaxa Haber Senê ya Amedê

63. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hênê

64. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê

65. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Karazê

66. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Pasûrê

67. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Liceyê

68. Nûnertiya SES’ê ya Bismilê

69. Nûnertiya SES’ê ya Erxeniyê

70. Meclisa Jinan a SES’ê

71. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Farqînê

72. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Amedê

73. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Amedê

74. Şaxa YAPI YOL SEN’ê ya Amedê

75. Şaxa BES’ê ya Êlihê

76. Şaxa BTS’ê ya Êlihê

77. Nûnertiya DÎVES’ê ya Êlihê

78. Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê

79. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Qûbînê

80. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hezoyê

81. Nûnertiya ESM’ê ya Êlihê

82. Nûnertiya Genel Îş’ê ya Êlihê

83. Nûnertiya HABER SEN’ê ya Êlihê

84. Şaxa PETROL ÎŞ’ê ya Êlihê

85. Şaxa SES’ê ya Êlihê

86. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Êlihê

87. Şaxa YAPIYOL SEN’ê ya Êlihê

88. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Êlihê

89. Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Mêrdînê

90. Nûnertiya Egîtîm Sen’ê ya Qoserê

91. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Nisêbînê

92. Şaxa BES’ê ya Mêrdînê

93. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Mêrdînê

94. ÇEVDER a Mêrdînê

95. Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê

96. Şaxa Genel Îş’ê ya Şirnexê

97. Platforma Şaxan a KESK’a Colemêrgê

98. Şaxa Genel Îş’ê ya Colemêrgê

99. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mûşê

100. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Rihayê

101.  ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê (13 şax)

102. Nûnertiya Odeya Endezyarên Makîneyê

103. Şaxa Egîtîm Senê ya Sêrtê

104. Şaxa SES’ê ya Sêrtê

105. Şaxa BTS’ê ya Sêrtê

106. Şaxa BES’ê ya Sêrtê

107. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Sêrtê

108. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê (32) sazî

109. Komeleya Çavdêriya Koçberiyê

110. Komeleya Lêkolînkirina Koçberiyê ya Serhedê

111. Komeleya Şopandina Koçberiyê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê

112. Komeleya Lêkolîn û Şopandinê ya Koçberî û Penaberan a Çukurovayê

113. Komeleya Jinan a Rosayê

114. Komeleya Jinan a Starê

115. Komeleya Jinan a Mîmozayê

116. Komeleya Dema Jinan e

117. KASED

118. MA Music

119. ŞanoWan

120. Jîn Art

121. Şanoya Bajêr

122. Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn

123. Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê

124. Komeleya Çand û Hunerê ya Aryenê

125. Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê

126. Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê

127. Navenda Çanda Mezopotamyayê (Stenbol)

128. Navenda Çanda Mezopotamyayê (Qoser)

129. Navenda Çanda Baharê

130.  Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê

131- Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê

132- Platforma Demokrasiyê ya Bedlîsê (10 sazî)

133 – Şaxa Genel Îş a Bedlîsê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Dagirkerek hate cezakirin, droneyek û 2 kon hatin îmhakirin

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşek li dar xist

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşek li dar xist

Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşek li dar xist

“Em hemû bi hev re li hev bicivin û bi heman têkoşînê re li hemberî heman dijmin de çareseriyan bibînin”

"Em hemû bi hev re li hev bicivin û bi heman têkoşînê re li hemberî heman dijmin de çareseriyan bibînin"

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.