Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Crespo: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi biryar in

Edîtor: Nucan Serdoz
24/10/2023 - 10:00
di nav Analîz, Enternasyonal, Giştî, Kûr Bûyin, Li Seranserê Cîhanê, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 4 mins read
A A
Crespo: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi biryar in
ParvekeTweet

BREZILIYA – Dîrektorê Sekreterya Neteweyî ya Central Sindical e Popular Conlutas (CSP-Conlutas) a Brezîlyayê û endamê Tevgera Sosyalîst Şoreşger a Brezîlyayê (MRS), Komîteya Jinûve Kombûnê ya Şoreşger (CRIR) a li Arjantîn, DYE û Meksîkayê kar dike Matheus Crespo ji bo azadiya Rêber APO banga têkoşînê li kedkarên cîhanê kir. Matheus Crespo têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

Crespo bal kişand ser civîna Tevna Têkoşîn û Piştevaniyê ya Sendîkaya Navneteweyî ku meha Îlonê li Brezîlyayê hate lidarxistin û got, “Li gel tevlîbûna li vê civînê, ji bo berdana lîderê bingehîn ê têkoşîna Kurdan Abdullah Ocalan me biryarek pêşkêş kir. Di vê biryarê de me bal kişand ser wê rastiyê jî ku dewleta Tirk xwedî taybetmendiyên dîktatoriyê ye, bi rêk û pêk zilmê li mirovên xwe dike, êrîşî azadiya rêxistinbûnê dike; gelê Kurd û Tirk di bin tundî û otorîteriyê de dihêle. Li hemberî van kiryarên li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan û parastina wî, ji bo me pêwîstiyeke. Di vê civîna navneteweyî de ku aktîvîst û nûnerên sendîkayan ên ji zêdeyî 20 welatan li hev kom kir, me pêşnûmeya xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo vê yekê pêşkêş kir û bi yekdengî hate qebûlkirin.”

Crespo ragihand ku ew dîlgirtina Rêber APO û şert û mercên tecrîdê yên lê têne ferzkirin weke binpêkirineke cidî ya mafên mirovan, sûcekî li dijî gelê Kurd û bangên xwe yên bingehîn dibînin û wiha dewam kir, “Ji aliyê hiqûqî, mirovî û siyasî ve ragirtina wî neqanûnî ye û nayê qebûlkirin. Şert û mercên ku ew tê de tê ragirtin jî binpêkirina peymanên navneteweyî ye, binpêkirina Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ye.

Tecrîdkirina Abdullah Ocalan, hewldana ji bo tepisandina aktîvîstên din hewldaneke bêencam e ku dixwaze bandora Abdullah Ocalan a li ser Kurd û Tirkan asteng bike. Vê tecrîdê berevajî armancên Erdogan bandorek kir. Tecrîdkirina Abdullah Ocalan dibe sedem ku li dijî rejîma dîktatoriya Erdogan hêrseke gel a mafdar biafire, dibe sedem ku ji bo berdana mehkûmên siyasî û diyarkirina mafê çarenûsa xwe ya gelê Kurd têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin.”

Crezpo destnîşan kir ku azadiya Rêber APO ji bo wan esas e û wiha dewam kir, “Ji ber ku em qebûl nakin mirovên li dijî mêtingerî û despotîzmê ji bo gelê xwe şer dikin bi sedemên siyasî bêne girtin. Ne li Nîkaragûa, ne li Venezûela, ne li Kuba, ne li Brezîlya, ne li Îtalya, ne li DYE, ne jî li Tirkiyeyê. Yên ku ji bo her kesî têdikoşin nabe ku li cihekî bêne girtin. Heta ku Abdullah Ocalan girtî be demokrasî nayê Tirkiyeyê. Em hemû Abdullah Ocalan in.

Li gel Abdullah Ocalan her wiha em hurmeteke mezin didin têkoşîna dîrokî ya ku PKK û rêxistinên din ên Kurd li Sûriye, Iraq, Îran, Tirkiye û dîasporayê dimeşînin.”

Têkildarî kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ Crespo got, “Em vê kampanyayê gelekî bi wate û hêja dibînin. Çalakiya destpêkê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêkanîna piştevaniya navneteweyî ye ku bingeha enternasyonalîzma proleter e.

Tirkiyeyê kesekî bi tenê kir hedef, yanî Abdullah Ocalan kir hedef, lê belê di rastiyê de em hemû kir hedef. Aktîvîstên li cîhanê, ji bo berdana Abdullah Ocalan û mehkûmên siyasî yên Kurd û Tirk ên bûne hedefa vê rejîma dîktator, divê têbikoşin.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Crespo got, “Serkatina Kurdan serketina gelên bindest hemûyan e.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

‘Hevala Bêrîtan bi çalakiya li dijî xiyaneta navxweyî deng veda’

Nivîsa Pêş

Nasnameya şehîda teqîna seyareyê li Qamişlo hat aşkerakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Nasnameya şehîda teqîna seyareyê li Qamişlo hat aşkerakirin

Nasnameya şehîda teqîna seyareyê li Qamişlo hat aşkerakirin

Ji Fermandariya Biryargeha NPG’ê peyama pîrozkirin

Ji Fermandariya Biryargeha NPG'ê peyama pîrozkirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.