Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê bîlançoya şer a meha Îlonê eşkere kir: 150 dagirker hatin cezakirin

Edîtor: Nucan Serdoz
01/10/2023 - 22:00
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê bîlançoya şer a meha Îlonê eşkere kir: 150 dagirker hatin cezakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bîlançoya şer a meha Îlonê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê di nava mehekê de 150 dagirker hatin cezakirin, 2 drone hatin îmhakirin, derb li şeş helîkopteran hate xistin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedan û têkoşîna li dijî êrîşên qirkirinê bênavber dewam dikin. Gerîlayên fedaî ku di nava şert û mercên herî giran de bi hêza ji îdeolojiya Apoyî werdigirin aqil, dil û îradeya xwe xurt dikin, her cûre astengiyan ji ber xwe radikin û bi rola xwe radibin. Di Şerê Gel ê Şoreşgerî de ji bo mîsyona xwe ya pêşengiyê li her cihî û di her kêliyê de bi cih bînin bi fedakariyeke mezin bêteredût bi wêrekî û ruhê fedaî yê Apoyî wezîfeyên xwe yên şoreşgerî pêk tînin.

Di meha Îlonê de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dijmin bênavber dewam kirin. Dewleta Tirk a qirker mêtinger û rejîma wê ya ûltra faşîst AKP-MHP hemû derfetên li ber destê xwe li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi kar anîn, hewl dan ku îmha bikin û hebûna Kurdan ji holê rakin. Lê belê bi saya berxwedana gerîla, performansa bilind a şer û asta taktîkî, nêta rejîma faşîst di ber de ma û nekarî encama dixwest bi dest bixe. Dewleta Tirk di têkilî û bazariyên xwe yên li ser asta herêm û cîhanê de mijara alîkariya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kir rojeva bingehîn. Hemû nirxên xwe pêşkêş kir, bêpîvanî ji xwe re kir pîvan û li hemberî berxwedana gerîla parsekî kir. Burokratên dewletê, rêveberên rejîma faşîst û medya şerê taybet ên dewleta Tirk ji bo kêliyekê jî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û gerîla ji ser zimanê xwe neanîn xwarê. Ev hemû bi rengekî şênber nîşan didin ku têkoşîna me ya azadiyê di kîjan astê de zorê dide dewleta Tirk a qirker mêtinger û rejîma wê ya faşîst.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li hemberî gerîlayên Bakurê Kurdistanê hemû ajan, kontra, hêza paramîlîter, emniyet û artêşa xwe bi kar anî, di nava meha Îlonê de bi sedan operasyonên tunekirinê pêk anî. Lê belê gerîlayan ev êrîş hemû têk birin. Hevrêyên me yên li Amed û Botanê, di şerê dijî dijmin de li hemberî bi sedan keriyên dijmin, helîkopterên wan ên êrîşê û balafirên şer bi wêrekiyeke mezin û bi ruhê fedaî li ber xwe dan. Ev berxwedana ku bi pêşengiya fermandara me ya fedaî hevrê Axîn Mûş hate kirin, weke sekna lehengiyê ya sembol a demê derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Di nava meha Îlonê de hevrêyên me Axîn Mûş (Hülya Demirer), Egîd Berxwedan (Habib Karakoç), Rohat Pasûr (Cihat Ay), Demhat Setkar (Çetin Temel) û Rênas Tolhildan (Ramazan Eliçümüş) bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Dijmin li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ku xwe gihandin, ji radaran heta bi jammeran, ji kamerayan heta bi çekên otonom, ji dûrbînên termal heta bi teleskopan, ji çekên nîv otomatîk heta bi çekên giran, ji fuzeyan heta bi droneyên kamîkaze û kargo, ji topan heta bi wesayitên zirxî û tankan hemû teknîka xwe ya şer bi cih kir û veguherand mîna fûareke şer. Lê belê tevî van hemûyan jî artêşa dagirker a ku şerê xwe dispêre teknîkê li Zapê xitimî ye û derbê ji gerîlayan dixwe. Ji bo xwe ji rewşa xitimandî ya li Zapê rizgar bike, bi armanca ku operasyona dagirkeriyê ji xeta Girê Amediyê derbasî beşeke girîng a Metînayê bike, ji 9’ê Îlonê û pê ve dest bi êrîşên nû kir. Lê belê van êrîşan artêşa Tirk hîn bêhtir kirin hedef, bû sedem ku hîn bêhtir kuştiyan bide.

Li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê her roj şerekî giran diqewime û encamên vê yekê jî roj bi roj bi gelê me û raya giştî re tê parvekirin. Her wiha belge û dîmenên şerê giran jî pêşkêşî raya giştî têne kirin. Lê belê tevî van hemûyan medya şerê taybet a Tirk ti ji van naxe rojeva xwe, mîna ku neqewimiye tevdigere, rewşa xitimandî û derbên giran ên şer eşkere nake. Di nava mehekê de tevî ku 150 leşker hatine cezakirin jî tenê mirina çend leşkeran eşkere kir, kuştiyên din eşkere nekir. Cenazeyê leşkerê bi navê Unal Sîpahî li Qada Berxwedanê ya li Zazpê hişt û darbesta vala radestî malbata wî kir. Piştî ku aliyê me eşkere kir ku artêşa Tirk bi rengekî bêexlaq derewan bi eşkere li her kesî dike, êdî mirina ti leşkerî nehate eşkerekirin. Ev rastî bi tena serê xwe nîşan dide ku artêşa Tirk û rejîma faşîst şerekî çawa bêexlaq û qirêj dimeşîne.

Dema ku mirov bala xwe dide ser bîlançoya meha dawî ya şer, tê dîtin ku artêşa Tirk a dagirker çiqasî bombardûman kiriye, çiqas derb ji gerîla xwariye, çiqas kuştî daye, her wiha encamên mezin ên berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hîn baştir tê fêhmkirin.”

Bîlançoya şer a meha Îlonê bi vî rengî ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK

Êrîşên bi balafirên şer: 149

Êrîşên bi çekên kîmyewî: 2

Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 5

Êrîşên bi bombeyên taktîk nukleer: 1

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD BÛN

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 5

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Çalakiyên giştî yên gerîla: 507

Çalakiyên kemîndanînê: 1

Çalakiyên serdegirtinê: 2

Çalakiyên gerîla yên koordîneyî: 5

Çalakiyên êrîşê: 5

Çalakiyên sabotajê: 12

Çalakiyên sekvaniyê: 68

Çalakiyên lêdanê û şer: 95

Çalakiyên bi çekên giran: 319

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 150

Hejmara ajan-kontrayên hatin cezakirin: 1

Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 38

AMÛRÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN ÎMHAKIRIN

Drone: 2

Bombeavêj: 2

Sîstema kamera ya mobesse: 7

Sîstema kemera ya mobesse termal: 1

Teqemeniyên qedexekirî: 1

Çeper: 4

Çeka A4 û çepera wê: 2

AMÛRÊN LEŞKERÎ YÊN KU DERB LI WAN HATE XISTIN

Helîkopterên Skorsky: 3

Helîkopterên Êrîşê: 3

Kepçe: 3

Çeper: 175

Sîstema teleferîk: 1

Qemyon: 1

Çeka Obusê: 1

Wesayiten zirxî: 1

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir ji aliyê Tabûra Nemiran ve hat lidarxistin

Nivîsa Pêş

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mazlûm Pîrdogan li gelek nuqteyên Geverê çalakî pêk anîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mazlûm Pîrdogan li gelek nuqteyên Geverê çalakî pêk anîn

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mazlûm Pîrdogan li gelek nuqteyên Geverê çalakî pêk anîn

Ciwanên Qamîşlo çalakîya fedayî ya Tabûra Nemiran silav kir

Ciwanên Qamîşlo çalakîya fedayî ya Tabûra Nemiran silav kir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.