Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Gerîla wê Başûrê Kurdistanê ji dagirker û xayinan re nehêle

Edîtor: Nucan Serdoz
07/09/2023 - 11:50
di nav Analîz, Başûr, Daxuyanî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Gerîla wê Başûrê Kurdistanê ji dagirker û xayinan re nehêle
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Cihê ku di wêneyê nûçeyê de tê dîtin, çeperên berxwedanê yên li qada Sîda ya Zapê ye. Dema ku mirov li wêne binihêre dibe ku fêhm neke, yan jî nizanibe bê gerîla ji ku dikeve hundirê çeperan an jî li ku bi cih dibe. Lê belê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li vê çeperê zêdeyî saleke li dijî hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk li ber xwe didin.

Di vî şerî de ku zêdeyî saleke dewam dike, ev tunel bûye yek ji cihên berxwedana demdirêj a gerîla.

Wêne demeke kurt beriya ku çeteyên artêşa Tirk xwe bigihînin nêzî van tunelên şer hate kişandin. Hîn beriya ku çekên kîmyewî bêne bikaranîn, beriya ku bombeyên taktîk nukleer bêne bikaranîn, beriya ku bi tankan bêne bombekirin wêne hate kişandin. Beriya van êrîşan hemûyan jî bi êrîşên hewayî talan û wêrankirina xwezayê destpê kir. Gerîlayên ku niha li wê derê li ber xwe didin, dibêjin ku dar jî li qadê nema ne, qadeke bi qasî kîlometreyekê ya tunelan bûye qadeke tenê ji kevir û axê.

Artêşa Tirk a dagirker ji bo ji çeperên berxwedanê yên Sîdayê derbas bibe û plana xwe ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam bike, zêdeyî saleke li wê derê sûcên şer bi rêk û pêk dike. Bi bombeyên taktîk nukleer hewl tê dayin ku li tunelan gerîla bêne qetilkirin, bombeyên ji 4 tonî ku bikaranîna wan qedexe ye her roj li ser tunelan dibarîne. Zêdeyî 7 meh in jî bi kepçeyan hewl dide tunelan hilweşîne.

Artêşa Tirk 3 sal in di heman demê de yek ji komkujiyên herî mezin ên xwezayê kir. Ji Mamreşo heta bi Werxelê, ji Sacayê heta bi Şikefta Birîndara qada herî bi heybet a Kurdistanê ya mîna Zazp û Avaşînê bi bikaranîna çekên kîmyewî û bombardûmanê hewl dide bike mîna çolê. Dewleta Tirk li her cihê ku xwe digihînê, tovên nebaşiyê belav dike û ziwa dike. Leşkerên Tirk li cihên ku kare ji bejahî ve bi pêş ve biçe, bi destên xwe agir berdidin qadê -di gelek dîmenan de hate dîtin bê vê yekê çawa bi kêfxweşî dikin- li cihên ku nikare bi pêş ve biçe bi obusan agir berdidin daristanên Kurdistanê. Heta niha li hemberî talankirina xwezayê û şewitandina daristanan çalakiyên protestoyî hatin kirin. Lê belê dema mijar qadên gerîla be her kesên ku çalakî kirin xwe lal kirin. Mîna ku talankirina xwezayê li her derê sûc e, lê li qadên gerîla dikare bê kirin.

Mîna ku li her devera cîhanê bikaranîna gazên kîmyewî qedexe ye, lê dema li dijî gerîlayên Kurd tê bikaranîn mîna ku serbest e her kes bêdeng dimîne. Zehmet e ku ev yek bê fêhmkirin. Bi taybetî helwesta derdorên Kurd ên demokratîk nayê fêhmkirin ku li hemberî talankirina xwezayê ya li Tirkiyeyê helwestê nîşan didin, lê belê li pêşberî talankirina xwezayê ya li Cûdî, Zap û Avaşînê bêdeng dimînin. Ma canê dara li Akbelenê heye, lê canê daristanê li Sîdayê ku bi çekên nukleerê tê tunekirin tune ye? Dema mijar dibe qadên gerîla, xwezaya ku gerîla lê ye, darên li pêşiya çeperên gerîla hingî her kes dikeve nava tirs û fikaran.

GERÎLA HÊZA PARASTINÊ YA XELKÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Dibe ku hinek baş fêhm neke ku di nava van şert û mercên giran de gerîla hîn jî çawa dikarin li ber xwe bidin. Bi taybetî hin hêz û derdorên xayin û noker. Bi taybetî li çeperên berxwedanê yên Sîdayê li dijî gerîla sûcên şer têne kirin, li pêş çavê rêveberiya Başûr, bi destûra wan. Gelo dengê teqînên li çeperên berxwedanê yên Sîdayê naçe heta asayîşa PDK’ê ya li nêzî Şêladizê û Geliyê Balinde? Darên bi sedan salî yên li Kurojahro têne birîn gelo di kîjan rêyê de derbasî Tirkiyeyê têne kirin? Pêşmergeyên li vê asayîşê nobedê digirin gelo qet bêhna gaza kîmyewî, bêna şewata li daristanan naçe wan? Bêguman beriya her kesî ew şahidiyê ji vê yekê re dikin. Yek ji şahidên destpêkê yên hemû bûyerên li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewimin hikumeta Başûrê Kurdistanê ye.

Ji bo neteweya Kurd rastiya giran ev e: Milîtanên PKK’ê ji gelek herêmên cuda yên Kurdistanê hatine û ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê canê xwe didin, lê belê yên ku li wir ji dayik bûne û mezin bûne, parastina xakê li aliyekî piştgiriyê didin operasyonên dagirkeriyê, bi rengekî eşkere tevlî eniya dij bi Kurd dibin. Mîna gerîla Çiya Agirî yê ji Makûyê, ku bi hevkariya MÎT û Parastinê li Heftanînê hate qetilkirin. Halbûkî ne ji bo çalakiyekê ne jî ji bo êrîşê bibe ser kesî çûbû cihê nêzî asayîşa Banikê. Ji bo hin pêwîstiyên şexsî li wir bûn.

Xelkê Başûrê Kurdistanê ji kevneşopiyeke raperîner û berxwedanê ya dîrokî tê. Li her bihosta vê xakê serhildan hate kirin û îro yên li tunelên şer, li qadên berxwedanê li ber xwe didin vê kevneşopiyê bi wan re dewam dikin. Gerîlayeke jin a ciwan ku Nîsana 2022’an her wiha hîn jî li çeperên berxwedanê yên Sîdayê li dijî artêşa Tirk li ber xwe dide, bi vî rengî qala wê demê kiribû: “Qet nedihat bîra min ku ez ê ji Wanê bêm Başûrê Kurdistanê û ji bo parastina navçeyeke ku min qet navê wê nebihîstibû li ber xwe bidim. PKK welatparêziyeke çawa bi mirovan dide afirandin.” Şêladizê navçeyeke li qada Sîdayê ye ku gerîla timî navê wê bilêv dike. Nîqaşeke bi vî rengî dihate kirin, “Dijmin eger Sîdayê dagir bike wê kolan bi kolan xwe bigihîne Şêladizê. Tenê ji bo xelkê Şêladizê jî be divê em rê nedin.” Ji ber ku hem Kurojahro hem jî herêma Sîdayê deriyê ber bi Şêladizê ve ne. Yanî yek ji wan navçeyên Başûrê Kurdistanê ye ku beriya çend salan tankên artêşa Tirk lê hatin parçekirin û berxwedaneke bi heybet lê hate nîşandan. Ti ji gerîlayên ku li tunelên şer ên li qada Sîdayê li ber xwe didin Şêladizê nedîtine. Ti ji wan jî bi eslê xwe ji Amediyê yan jî Duhokê nîne. Hêzên gerîla ku li Sîda, Girê Cûdî û Girê FM’ê planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk birin û bi berdêla canê xwe rê nedan dagirkeran, hêza bingehîn a parastina xelkê Başûrê Kurdistanê ye.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîd Weed li ser gora wî li Hesekê hate bibîranîn

Nivîsa Pêş

KCK: Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ya li Iraq û Sûriyeyê mayinde bike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KCK: Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ya li Iraq û Sûriyeyê mayinde bike

KCK: Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe ya li Iraq û Sûriyeyê mayinde bike

Çalakiyên tolhildanê yên gerîla: 3 dagirker hatin cezakirin û derb li 14 çeperan xistin

Çalakiyên tolhildanê yên gerîla: 3 dagirker hatin cezakirin û derb li 14 çeperan xistin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dêrazor komxebat li ser Doza Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo şehîd Ciwan Tehlo bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.