Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

HPG’ê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir: 72 dagirker hatin cezakirin

Edîtor: Nucan Serdoz
01/08/2023 - 13:30
di nav Başûr, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê bîlançoya meha Tîrmehê eşkere kir: 72 dagirker hatin cezakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Tîrmehê eşkere kir. Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin

“Peymana Lozanê ya ku welatê me bi tinehesibandina gelê Kurd û rastiya Kurdistanê kir çar parçe, bi armanca ku gelê me di nav pergalên netewe dewletan de bihelîne û qirkirina gelê me pêk bîne, kete sed saliya xwe. Peyman di sedsalekê de bû sedema gelek seferên komkujî, êrîşên dagirkeriyê û fermanan.Di encamê de gelê Kurd bi sed hezaran şehîd dan, hemû îtîrazên gelê Kurd ên mafdar, bi qetlîaman hate çewisandin, nasname û daxwaza gelê Kurd a jiyana azad tune hate hesibandin. Derfeta bi ziman, nasname û çanda xwe li ser axa xwe bijî û karibe qedera xwe diyar bike ya ku ji hemû gelên dinyayê re rewa tê dîtin ji gelê Kurd re zêde hate dîtin û mixabin pergala dinyayê ya serwer ev sûc bi hev re kirin. Bi dayîna berdêlan û ligel helwesta parçeyî û qelsiyên xwe jî gelê Kurd di sed salan de li hemberî vê fermana mirinê berdêlên giran da û hebûna xwe heta îro anî. Partiya me PKK’ê ku di van 50 salên dawî de pêşengiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir, bi pêşketinên ku li Kurdistanê û derveyê welat bi rê ve birin; Peymana Lozanê ya biryara mirina gelê me ye û kefenê ku li ser gelê Kurd hatibû ferzkirin, çirand.

Dewleta Tirk a qirker a mêtinger û rejîma wê ya şerê taybet a faşîst ku dixwest di sala xwe ya sed salî de vê peymana qirkirinê pêk bîne, di salvegera vê peymanê de di 24’ê Tîrmeha 2015’an de konsepta qirkirinê ya berfireh dan destpêkirin. Di van 8 salên dawî de gelê Kurd û tevgera azadiyê berxwedaneke mezin nîşan da, têkoşîneke destanî ya di sed salên borîd e nîşan da, berdêlên mezin da, bi parastina hebûna xwe îspat kir ku êdî ew bûye heqîqeteke ku nayê înkarkirin û tasfiyekirin.

DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊN XWE YÊN DAGIRKERIYÊ BÊNAVBER DOMAND

Lê belê dewleta Tirk qirker û mêtinger ku dijminê sondxwarî yê Kurdan e û tevî rejîma xwe ya şerê taybet di meha dawîn a Tîrmehê de, hewl da tişta ku di sed salên dawîn de nikariye dîsa bike û bi êrîşên dagirker karibe encamê bistîne. Li Botan, Dêrsim, Xerzan û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş û operasyonên xwe bênavber domand. Di nava meha Tîrmehê de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê 17 caran operasyon kir, 283 caran bi balefirên şer, 168 caran bi helîkopterên êrîşê, bi sedan caran jî bi obus, tank û çekên giran êrîş kir û qad bombe kir. 9 caran bi teqemeniyên qedexekirî êrîş birin  ser çeperên me yên li Qadên Berxwedanê. 4 caran li dijî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, 2 caran jî li dijî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê; bi giştî jî 6 caran bombeyên taktîk û nukleer bi kar anîn.

130 ÇALAKÎ, 174 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Gerîlaya Azadiya Kurdistanê li dijî hemû êrîşên dijmin, bênavber têkoşîna xwe ya parastina gelê Kurd û Kurdistanê didomîne. Hêzên me di tevahiya meha Tîrmehê de; 130 çalakî pêk anîn. Di encama van çalakiyan de 72 dagirker ku yek ji wan palebilind bû hatin cezakirin û 16 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha gelek wesayîtên leşkerî û malzemeyên leşkerî hatin rûxandin û xisar dîtin.

7 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser xeta şehîdan dimeşe. Di meha Tîrmehê de hevrêyên me Mîrza Bargiran (Mîrza Sezek), Bengîn Barman (Hero Karataş) û Rêdûr Sîser (Gûven Ozcan) bi heman ruh, hişmendî û baweriyê li Bakurê Kurdistanê têdikoşiyan; hevrêyên me Viyan Mêrdîn (Leyla Elçîoglû), Zinar Serêçiya (Zinar Mihemed Ebdilxanî), Bawer Arîn (Mesut Demîrkiran) û Berxwedan Farqîn (Serdar Meçîn) li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn. Ji Xerzanê heta Metîna, ji Botanê heta Zapê hevrêyên me yên ku bi biryardarî, ruhê fedaî û bawerîyeke bêhempa li ber xwe dan, bi pêşengiya têkoşîna me ya azadiyê tevlî karwanê şehîdan bûn. Helwesta bê tawîz a hevrêyên me yên şehîd ku heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan wê her tim ji aliyê me hevrêyên wan wekî mînak were dîtin û bibe sedema bidestxistina armanc û serkeftinê.

BÎLANÇOYA MEHA TÎRMEHÊ

Operasyonên dijmin: 17

Êrîşên bi balafirên şer: 283

Êrîşên bi helîkopera êrîşê: 168

Êrîşên bi teqemeniya qedexe: 9

Êrîşên bi bombeyên taktîk nukleer: 6

***

Hevrêyên me yên şehîd bûne: 7

Hevrêyên me yên dîl ketine destê dijmin: 2

***

Bi giştî çalakiyên gerîla: 130

Çalakiya sabotajê: 1

Çalakiya gerîla ya koordîneyî: 4

Çalakiya sûîqestê: 17

Çalakiya çekên giran: 53

Çalakiyên şer-lêdanê: 55

***

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin (1 ji wan paye bilind): 72

Hejmara dagirkerên ku birîndar bûne: 16

***

Wesayîta leşkerî ya bi tîpa Amarok, 1

Sîstema radarê: 2

Sîstema kamerayê ya mobesse: 8

Çeka A4: 1

Çeper: 4

Çepera obusan: 1

Panela enerjiyê ya rojê: 1

Dron: 1

Cîhaza Jammer: 1

Bombeavêj: 2

Kon: 2

Cebilxane: 1

***

Helîkoptera Skorsky: 5

Çeper: 5

Kon: 1

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya du gerîlayên şehîd eşkere kir

Nivîsa Pêş

PKK’ê li dijî êrîşkariya faşîst a AKP û MHP’ê banga geşkirina berxwedanê kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
PKK’ê li dijî êrîşkariya faşîst a AKP û MHP’ê banga geşkirina berxwedanê kir

PKK’ê li dijî êrîşkariya faşîst a AKP û MHP’ê banga geşkirina berxwedanê kir

Hêlîn Umît: Divê her kes tevlî têkoşîna ekolojiyê bibe

Hêlîn Umît: Divê her kes tevlî têkoşîna ekolojiyê bibe

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.