Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Em ê têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî bi ser bixînin

Edîtor: Nucan Serdoz
27/06/2023 - 12:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
KCK: Em ê têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî bi ser bixînin
ParvekeTweet

BEHDINAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber salvegera şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyek weşand ku di sala 1925’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin. KCK’ê diyar kir ku gelê Kurd wê Şêx Seîd û şehîdên din ti carî ji bîr neke û got, “Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, di salvegera darvekirinê de em Şêx Seîd û hevrêyên wî careke din bi bîr tînin. Weke ewladên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û Besêyan, Alîşêr û Zarîfeyan em ê têkoşîna ku wan di oxira wê de canê xwe dane, bi ser bixînin. Gelê Kurdistanê wê li dijî her cûre planên tasfiyekirinê û êrîşê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber xwe bide, têkoşînê hîn mezin bike, nehêle ku polîtîkayên qirkirina Kurdan bi ser bikevin, mêtingeriya qirker û xiyaneta hevkarê wê têk bibe.”

‘GELÊ KURD WÊ KED Û FEDAKARIYA WAN TI CARÎ JI BÎR NEKE’

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye: “Dewleta Tirk a mêtinger, bi bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî 29’ê Hezîrana sala 1925’an komkujiyeke mezin kir. Di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de, em şehîdên şoreş û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, careke din soz didin ku em ê dilsozê bîranîna wan bin û têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.

Şêx Seîd û hevalên wî li ber înkarkirina Kurdan, neheqî û xiyanetê rabûn ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin û ji bo azadiya Kurdan têkoşiyan. Di her şert û mercî de têkoşiyan û heta bi hetayê bi nirxên têkoşînê ve girêdayî man. Li dijî gefên darvekirinê yên rejîma qirker û dijminê Kurdan, helwest nîşan dan û raxistin pêş çavan ku bi xurtî dilsozê doza Kurdistanê ne. Têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî ji bo gelê Kurdistanê gelekî bi wate û hêja ye ku canê xwe feda kirin. Gelê Kurd wê ked û fedakariya wan a ji bo vê dozê û bîranîna wan ti carî ji bîr nekin.

BI DARVEKIRINA ŞÊX SEÎD RE LI SER KURDISTANÊ PÊVAJOYA KOMKUJIYÊ DESTPÊ KIR

Bi Peymana Lozanê re ku beriya sed salî hate mohrkirin, dewleteke nû li ser Tirkîtiyê ava bû, Kurdistan hate parçekirin û li dijî gelê Kurd pêvajoya înkar û îmhayê destpê kir. Dewleta ku li ser Tirkbûnê ava bû, qirkirina Kurdan ji bo xwe kir armanca bingehîn. Bi vê armancê li Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê xiste dewrê, nasname, ziman û çanda gelê Kurd qedexe kir, nasnameya Tirkbûnê li gelê Kurd ferz kir. Bêguman gelê Kurd ev zilm û neheqî qebûl nekir û li dijî vê zext û ferzkirinê li ber xwe da. Lê belê dewleta Tirk jî bi rêya tundî û komkujiyan xwest vê yekê bide qebûlkirin. Mîna Şêx Seîd û hevalên wî gelek rûspiyên Kurd li ber parçekirina Kurdistanê, zilm û neheqiya li gelê Kurd rabûn. Dewleta Tirk jî ev yek ji xwe re kir hincet û li Kurdistanê dest bi komkujiyan kir. Ji xwe di sala 1925’an de ji ber ku Şêx Seîd û hevalên wî li ber vê neheqiyê rabûn û daxwaza mafên gelê Kurd kirin, dewleta Tirk dest bi êrîşê kir, Şêx Seîd û hevalên wî yên dozê yên ku daxwaza azadiya gelê Kurd dikirin, bi dar ve kirin û komkujiyeke mezin kir. Bi vê yekê re li Kurdistanê pêvajoya komkujiyan hate destpêkirin. Darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî raxist pêş çavan bê dewleta ku nû ava bûye xwedî karakterekî çawa ye, bi çi rengî nêzî Kurdan dibe. Rêber Apo diyar kir ku bi êrîşên ku di Sibata 1925’an de hatin destpêkirin û bi darvekirina Şêx Seîd re qirkirina Kurdan hate destpêkirin.

MÎSYONA AKP-MHP’Ê QIRKIRINA KURDAN E

Dewleta Tirk a mêtinger qirker hîn jî xwedî karakterê xwe yê dijminatiya li Kurdan e û qirkirina Kurdan hîn jî ji xwe re kiriye armanca bingehîn. Di vê serdemê de ev polîtîka bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst tê meşandin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze Qirkirina Kurdan a ku bi Peymana Lozanê bi rengekî fermî destpê kir, di sedsala duyemîn de bibe serî. Di bingeha feraseta AKP-MHP’ê ya li ser sedsala Tirkiyeyê de ev rastî heye. Ya ku bi esasî planên dewleta Tirk têk bir, rabûna Rêber Apo û PKK’ê, destpêkirina têkoşîna azadiyê ye. Bi têkoşîna ku bi pêşengiya tevgera me destpê kir, pêşî li dewleta Tirk a mêtinger qirker hate girtin ku polîtîkayên xwe yên qirkirina Kurdan nebe serî û hebûna gelê Kurd ji nû ve hate misogerkirin. Dewleta Tirk ku fêhm kir, heta Tevgera Azadiyê ya Kurd tune nebe wê Kurd neyên qirkirin, ji hingî ve hemû hêza xwe seferber kiriye ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike. Bi vê armancê tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst hate avakirin û li ser desthilatdariyê hate danîn. Mîsyona bingehîn a ku li pêşiya AKP-MHP’ê hatiye danîn ew e ku tevgera azadiyê tasfiye bike û Kurdan qir bike.

GELÊ KURDISTANÊ WÊ HESAB JI XIYANETKARAN BIPIRSE

Mîna ku berê Şêx Seîd û hevalên wî bi komployekê hatin girtin, piştre harin darvekirin û li Kurdistanê pêvajoya komkujiyê hate destpêkirin, niha jî desthilatdariya AKP-MHP’ê siyaseta komkujî û qirkirinê bi piştgiriya hin Kurdên hevkar û xayin dimeşîne. Ev kesên xayîn ji bo serwet û dewlemendiya madî li gel desthilatdariya AKP-MHP’ê cih digirin ku gelê Kurd înkar dike, ziman, nasname, çanda wan qedexe dike û jenosîdê dike. Bêguman gelê Kurdistanê yê welatparêz zîhniyeta xiyanetkar û hevkar têk biriye. Bi têkoşîna ku nîv sed sal e didome, gihiştin vê hişmendiyê. Îro ji ber vê helwesta gelê Kurdistanî, kesên rûmeta xwe firotine AKP-MHP’ê, xwe weke Kurd û neteweperest nîşan didin û hewl didin xiyaneta xwe veşêrin. Lê tenê êrîşî Tevgera Azadiya Kurd dikin û hewl didin têkoşîna azadiyê qels bikin. Dema ku Kurdistan her roj di bin êrîş û dagirkeriya dijmin de ye, zarokên ciwan ên vî gelê her roj li ber xwe didin û digihîjin şehadetê, Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîd û êşkenceya mutleq de ye, her roj li ser Rojava û Şengalê êrîş hene, her roj bi dehan welatparêz ji bo vê dozê tên girtin û dikevin zindanê, gel di bin zexteke mezin de ye, ev kesên xayîn di nava dewlemendî û rehetiyeke mezin de ne. Ne berdêlê didin, ne jî tiştekî biçûk winda dikin. Gelo çawa dibe ku ev kes qala Kurdbûn û neteweperestiyê dikin? Eşkere ye ku ti eleqeya van bi Kurdbûn, welatparêzî û netewperestiyê re nîne. Kurdbûn û netewperestiya van bi temamî sexte ye. Bi vê yekê re tenê hewl didin xiyaneta xwe veşêrin. Kurdbûn, welatparêzî û netewperestî ne bi piştgirîdayîna dewleta mêtînger û desthilatdariya wê AKP-MHP’ê dibe, divê li hemberî wê rabin, li gel gelê xwe bin û xwedî li nirxên azadiyê derbikevin. Êdî li Kurdistanê helwesta welatparêzî û helwesta xiyanetê bi xetên stûr ji hev hatine veqetandin. Li Kurdistanê zemînek wiha nemaye ku bi van rûpoşan xiyanetê veşêrin. Gelê Kurdistanê yê welatparêz wan xayînên ku hewl didin bi rûpoşan rastiya xwe veşêrin nas dike û helbet hesabê pêwîst ji xiyanetkaran bipirse.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, di salvegera darvekirinê de em Şêx Seîd û hevrêyên wî careke din bi bîr tînin. Weke ewladên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û Besêyan, Alîşêr û Zarîfeyan em ê têkoşîna ku wan di oxira wê de canê xwe dane, bi ser bixînin. Gelê Kurdistanê wê li dijî her cûre planên tasfiyekirinê û êrîşê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber xwe bide, têkoşînê hîn mezin bike, nehêle ku polîtîkayên qirkirina Kurdan bi ser bikevin, mêtingeriya qirker û xiyaneta hevkarê wê têk bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Tolhildan: Em li çiyê li ser xeta şehîd Zîlan têdikoşin

Nivîsa Pêş

Li Şehba amedekariyên Jinên Ciwan ji bo Festîvala ya şehîd Zîlan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Şehba amedekariyên Jinên Ciwan ji bo Festîvala ya şehîd Zîlan

Li Şehba amedekariyên Jinên Ciwan ji bo Festîvala ya şehîd Zîlan

ROJEVA 23’Ê HEZIRANÊ 2023’YAN

ROJEVA 28'Ê HEZIRANÊ 2023’YAN

Manşet

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtîya Xwendekarên li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.