Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

Pirtûkxaneya jinên Kurd deriyên xwe ji xwîneran re vekir

Edîtor: Nucan Serdoz
25/06/2023 - 23:13
di nav Başûr, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Pirtûkxaneya jinên Kurd deriyên xwe ji xwîneran re vekir
ParvekeTweet

SILEIMANÎ – Navenda Zanist, Lêkolîn û Arşîvê ya Pirtûkxaneya Jinên Kurd, yek ji xewn û projeya Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bû ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê hate qetilkirin. Bernameya vekirina Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd a li bajarê Silêmaniye di roja duyemîn de berdewam in. Jinên ku li avahiya navendê hatin ba hev, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ketin avahî.

Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk û ji Şengal, Mexmûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek jin tev li bernameyê bûn. Her wiha Komîteya Jineolojiyê ya Katalonyayê, ji Almanyayê bijîşk Barbara Pade Theissen ku gelek xebatên wê yên li ser civaka baviksalar hene, Komîteya Jineolojiyê ya Almanyayê û ji gelek deverên cuda yên cîhanê jin jî tev li bernameyê bûn. Jinên ku ji çar aliyên cîhanê ji bo vekirina navendê hatin ba hev, bi xwe re pirtûk û kovarên dîrok û têkoşîna jinan vedibêjin bi xwe re anîn û bexşî pirtûkxaneyê kirin.

Ji Komeleya Nivîskarên Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Botan Hoşî da zanîn ku jinên ji çar aliyên cîhanê hatin Silêmaniyeyê ji bo yek armancê civiyane. Hoşî, got ku wê silavên jinên têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîne û wiha domand: “Jin li wir têkoşîna azadiyê dimeşînin. Gelek jinên dixwestin bên vê derê ji ber derfetên kêm nekarîn bên. Her wiha jinên nivîskar ên rojavayî silavên xwe ji bo we hebûn. Tevî hemû bêderfetiyan jî girîng e ku ev pirtûkxaneye hatiye vekirin. Li me jinan pîroz be.”

Fatma Rojhilat jî li ser navê Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) tev li bernameyê bû. Rojhilat, xebatên endama Akademiya Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel a ji bo Pirtûkxaneya Jinên Kurd bi bîr xist. Rojhilat, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ev der, weke berhema kedekê hate vekirin. Divê em jî xwedî li vê kewê derkevin û berdewamiya wê bînin. Wê meşa me ya di vê rêya nûnertiya têkoşîna jinan dike de bidome. Ez bejna xwe li hemberî têkoşîna hemû jinên daxwaza azadiyê diikn ditewînim.”

‘WÊ HEMÛ JIN BIBIN PARÇEYEKÎ VÊ PÊVAJOYÊ’

Sina V. Gemeinsam Kampfen ku ji Almanyayê tev li bûbû jî destnîşan kir ku xebatên wê navend bimeşîne girîng in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeydkirina stranên dapîrên me, ji bo demokratîkbûnê pir girîng in. Me ber bi Mezopotamyayê ve dibe ku me çand, paşeroj û zimanê xwe li wir dîtiye. Li vir lêkolînên dîrokî tên kirin û wateya vê ji bo me gelek mezin e. Em li vir in ji ber ku em dixwazin bibin parçeyekî vê pêvajoyê.”

Ji Herêma Federe ya Kurdistanê Sirweey Beyan jî got ku wê dîroka têkoşîna jinên Kurd li vê pirtûkxaneyê were nivîsandin û lêkolînkirin. Beyan, anî ziman ku hemû dinya wê di serî de jinên Kurd, dîroka jinên cîhanê û civakîbûna wan bibîne û bixwîne.

FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ 

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî jinên Kurd ên têkoşîna azadiyê dimeşînin silav kir û wiha got: “Ez wan jinên ji bo pêkanîna xeyala Nagihanê em li vir civandin silav dikim. Dema bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ re hesaba Jîna Emînî dihat pirsîn, me bihîst ku kedkara vê dirûşmê Nagihan hatiye qetilkirin. Li Rojhilat Jîna, li Başûr Nagihan, li Rojava Hevrîn Xelef, Yûsra, li Fransayê Sakîne, Leyla û Fîdan… Li hemû deverên ku destkeftiyên gelê Kurd lê hene, dixwazin peyamekî bidin me. Dixwazin paradîgmaya me ya azadîxwaziya jinê tune bikin. Dixwazin têkoşîna gelê Kurd tune bikin. Em jî li vir, li vê pirtûkxaneyê vê peyamê didin: Çiraya Nagihan û rêhevalên wê vêxistî wê li vê pirtûkxaneyê aj bide û dengên li pirtûkxaneyê belav dibin wê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li her devera cîhanê belav bike. Em ê li hemberî faşîzmê serî netewînin.”

Piştî axaftinan, jinan pirtûk û berhemên bi xwe re anîn li Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd bi cih kirin.

Bername bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Rêheval Nagihan nemir e” bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

‘Em ê heta dawiyê xwedî li nirxên şehîd Zîlan derkevin’

Nivîsa Pêş

ROJEVA 26’Ê HEZIRANÊ 2023’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 23’Ê HEZIRANÊ 2023’YAN

ROJEVA 26'Ê HEZIRANÊ 2023’YAN

Ciwanan li Reqa û Şehba li ser Derbaskirina Zayendperestîya Civakî Komxebata lidarxistin

Ciwanan li Reqa û Şehba li ser Derbaskirina Zayendperestîya Civakî Komxebata lidarxistin

Manşet

  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

Herî zêde hatine xwendin

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.