Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

‘Serhildanên li Îranê li ser xeta Şîrîn Elemhûlî bi rêxistin bûye’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/05/2023 - 15:47
di nav Analîz, Giştî, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
‘Serhildanên li Îranê li ser xeta Şîrîn Elemhûlî bi rêxistin bûye’
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN –  Yek ji fermandarên Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) Sema Kurdistan di derbarê şehîdên meha Gulanê de, bi taybet jî li ser şehîdên 9’ê Gulanê ji ANF’ê re  axivî.

Sema Kurdistan destpêkê got, “Di serî de em bi munasebeta meha Gulanê ku em wek meha şehîdan bi nav dikin em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Ev şehîdên ku di rêya azadiyê de canê xwe feda kirine ji bo me mîrasek in û em li ser şopa wan dimeşin, têkoşîn dikin. Em her kêlî xwe di rastiya şehîdan de lêpirsîn dikin da ku bikaribin hevrêtiya rast bi wan re bidin meşandin û armancên wan, îdîayên wan pêk bînin. Ji ber ku şehîd ji bo me xwedî wateyeke dîrokî ye, kesayetê wan qehremanên dîrokî di xwe de avakirin berpirsyariya me ya herî mezine. Em pir baş dizanin ku şehîd serxistina şoreşa Apoyî ye û bingeha jiyana azad e. Li ser van esasan bi mîrasa şehîdên fedayî û qehreman gerîlatiya Modernîteyê Demokratîk meşandin erka milîtantiya Apoyî ye û berpirsyariya serdemê ye.”

Sema Kurdistan bi dewamî li ser şehîdên 9’ê Gulanê wiha axivî: ‟Di 9’ê Gulanê 2011’an de ji aliyê rejîma dagirker-qirker ya Îranê ve çar hevalên me hatin sêdarekirin. Em van şehîdên xwe yên dozê, berxwedêrên azîm bibîr tînin û didin diyarkirin ku em ê her tim li ser şopê wan bin. Berxwedan û têkoşîna Şehîd Şîrîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhad Wekîlî di dîroka Têkoşîna Rojhilatê Kurdistan û Îranê de qonaxeke nû vekir û ji bo şoreşê araste diyar kir, xet zelal kir. Şehîd Şîrîn bi sekna xwe ya berxwedêr, têkoşer ji bo hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û  Îranê ya rastî ji bo hemû jinên cihanê bû sembola jinbûna rasteqîn. Berxwedaniya ku li zindanê Evîn da meşandin, ew îrade, însiyatîf û hêza ku pêşxist ji bo hemû jinan bû hêvî û baweriyek ji pola. Di kêliyên ku çû ber sêdare jî wiha got: ‛Hûn dikarin canê min ji min bistînin lê hûn nikarin şeref û namûsê min ji min bistînin!’ Şehîd Şîrîn di vir de peyamek pir girîng dide, ger em rast binirxînin em ê bibînin ku eşq û girêdana wê ya bi welat re çiqas bi hêz e, her wiha bi nasnameya xwe ya jinbûn çiqas serbilind e.”

Sema Kurdistan got, “Heval Şîrîn bi jiyan û şahadeta xwe bi me da famkirin ku şoreşgerî mezin jiyan kirin, mezin xeyalkirin û li hember dijmin mezin şerkirin e û wiha dewam kir:

“Di pêşengiya Şehîd Şîrîn de têkoşîn û berxwedana ku di şexsê Şehîd Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan û Ferhad Wekîlî de derket pêş ji bo civakê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû mîhenga şoreşê. Her kes xwe di dînamîzma vê berxwedanê de dît û ev di giştî de kombûnek berfireh ava kir. Bi saya van şehîdan di civak de pîvanê welatparêzî û şoreşgerî şênbertir bû û her kes xwe di vê rastiyê de dît. Ev hevalana danîn holê ku di rêya jiyanê azad û demokratîk de berdel jî, berpirsyarî jî mezinin. Şehîd Ferhad Wekîlî dibêje: ‛Ger ku mirin ji bo însan tirsek be, di dilê min de moriyeke ku êşê wî nîne ye!’ Ji vê gotinê heval Ferhad em fam dikin ku heval Ferhad gihaştiye asteke wisa ku ji bo hezkirina xwe ya welat, ji bo perweriya xwe ya welat amade ye ku berdela herî giran jî bide. Wateyên ewqas mezin li welatparêziya xwe, sekna xwe ya jiyanê bar kiriye ku di rêya azadî û demokrasiyê de berxwedan û têkoşînek evqas bilind meşand û bi şahadetê xwe rêya civak ronî kir. Mamosteya Kurd şehîd Ferzad Kemanger navê xwe wek mamosteyê jiyan derbasî dîrokê kir. Şehîd Ferzad xwest di şexsê zarokên Kurd de her kesî zane bike û dil, mejî û rihên mezin diyarî dîrok û mirovahiyê bike. Ji bo vî jî heval Ferzad her tim gotiye; ‛Ger tû bixwazî înanek qezenç bikî, zane bikî, perwerde bikî destpêkê pêwîste xwe zane bikî, cewherê xwe nas bikî, nasnameya xwe qezenç bikî.’ Ew hemû şagirtên xwe li ser van esasa perwerde kir, zane kir û mezin kir. Her dil û mejiyê ku perwerdeyê xwe ji heval Ferzad dîtiye niha ji bo mirovahî jiyan dike û li pey heqîqetê ye. Ji bo veya jî heval Ferzad dîrokeke ku ew ê ti car neyê ji bîrkirin ava kir. Şehîd Elî Heyderiyan fedayiyê civakê xwe, qehremanê dîrokê bû. Bi sekna xwe ya cewherî her tim li pey wate û heqîqeta jiyanê bû. Bi germahiya heqîqetê rihê xwe geş kiribû û bi kelecan û hezkirinek mezin şiyan dikir, têkoşîn dikir. Heval Elî di ferqa rol û mîsyona xwe ya dîrokî de bû û ji bo xwedî li veya derkeve her tim amade bû ku berdelên herî mezin bide. Ji bo vî jî her tim bi wêrekî çû ser dijmin û di dilê dijmin de tirs û xofek mezin da ava kirin. Zelaliya wî ya di biryar de hişt ku ji her karên xwe encamên serkeftî bigre. Heval Elî di agirgeha Rêber Apo de pijiya û ji bo rihê mirovahî bû germahî. Carekî din didin diyarkirin ku emê her tim di rêya ku Şîrîn, Ferzad, Elî û Ferhad ronî dike de bimeşîn. Meşaleya şoreşê di agirgeha Rêber Apo de geştir bikin û ber bi azadî ve bilind bikin.”

Sema Kurdistan herî dawî got, ‟Têkoşîn û berxwedanê ku duwanzdeh sal berê di pêşengiya şehîd Şîrîn de pêş ket îro rengê xwe daye serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jin berdewam dike. Jinên ku ji bo van serhildanan pêşengî dikin xwe di xeta berxwedaniya Şîrînan de rêxistin dikin û li hember desthilatdariya Îranê dibin pêlêk ji agir. Li gor felsefeya Apoyî heqîqet yekpare ye û rastiya ku roja îro bi serhildanan derdikeve pêş ji rastiya şehîdên azadî û demokrasiyê qut nîne, heta rasterast di nav bandoreke simbiyotîk de ne. Ji bo vî jî ev pêvajoyê serhildanan ku bi felsefeyê Rêber Apo destpê kir, bi rihê şehîdên dozê geş dibe û berbelav dibe. Di dawî de em di şexsê şehîd Şîrîn, şehîd Ferzad, şehîd Elî û şehîd Ferhad de hemû şehîdên dozê û şehîdên serhildana bi rêzdarî bibîr tînin û emê her tim şopdarê wan bin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK’ê Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî bi bîr anî

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” çalakî lidar xist li Kobane

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Jinên Ciwan bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” çalakî lidar xist li Kobane

Yekîtiya Jinên Ciwan bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî" çalakî lidar xist li Kobane

Şêniyên Efrîn û Şehba banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir

Şêniyên Efrîn û Şehba banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.