Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Fûat Bêrîtan: Dewlet çareseriyê nayne, belkû bi xwe çavkaniya pirsgirêkên li nava civakê ne

Hevserokê Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûat Bêrîtan di salvegera avakirina KODAR’ê de qala damezirandin û rola KODAR’ê ya ji bo civakê û dîsa bandor û serketina Partiya Çepên Kesk a li Tirkiye û Kurdistanê kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
06/05/2023 - 11:16
di nav Biranîna Şehîdan, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojhilat
Reading Time: 6 mins read
A A
Fûat Bêrîtan: Dewlet çareseriyê nayne, belkû bi xwe çavkaniya pirsgirêkên li nava civakê ne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûat Bêrîtan di salvegera avakirina KODAR’ê de qala damezirandin û rola KODAR’ê ya ji bo civakê û dîsa bandor û serketina Partiya Çepên Kesk a li Tirkiye û Kurdistanê kir.

‘MODELEK AVA KIR KU CIVAK XWE TÊ DE BIBÎNE’

Hevserokê Civaka Demokratîk û Azad a Rojhelatê Kurdistan KODAR’ê Fûat Bêrîtan bal kişand rola KODAR’ê ya di nava civakê de û got: “Me xwest rêxistinê pêş bixin di çarçoveya sîstemeke demokratîk û konfederalîst de xwe ji nû ve rêxistin bikin. Ev rêxistin bikare hemû beşên civakê li xwe bigire, xwe tê de bibîne. Bê ferq û ciyawazî hemû partî, rêxistin û sazî, fikir û îdeolojî xwe tê de bibîne û têkoşînê bike. Ji bo wê yekê jî model û partiya herî guncav KODAR bû. Ji bo wê KODAR weke modeleke biçûk a rêxistinkirina xwe, xwe ava kir û kar kir.”

‘BI MILYONAN KES ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ QÎR DIKE’

Bêrîtan anî ziman ku îro li kolanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind dibe heta li hemû cîhanê gihiştiye bi milyonan kesî û got: “Hevrêya me şehîd Şîrîn Elemhûlî sala 2009’an li ser dîwarê zîndanê nivîsîbû ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû sembola têkoşîn û berxwedana felsefeya ku îro bi milyonan kes bi hev re diqîrin. Ji bo wê di serî de di kesayeta Elemhûlî de şehîdên 9’ê Gulanê û hemû şehîdan bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim.”

‘JI BO ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK LI ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRANÊ KODAR HATE AVAKIRIN’

Hevserokê KODAR’ê Fûat Bêrîtan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema dest bi pêvajoya nû ya çareseriyê kiribû li Bakurê Kurdistanê gotibû ku; ‘divê li Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya sîstema demokratîk de girîngî bê dayîna kar û xebatên bê kirin,’ bi heman rengî pêşniyaz kiribû ku sîstema demokratîk bi çend xalan destnîşan kiribû ji bo çareseriyek demokratîk ji bo çareseriyê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê danîn û wiha qala avakirina KODAR’ê kir: “Li ser vê ramanê û bîranîna şehîd Bahoz sala 2014’an sîstema Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) hate damezirandin. Piştî wê ji bo xebateke nû ya ji bo qonaxeke girîng dest bi kar hate kirin. Li ser wî esasî biryar hate girtin ku meha Gulanê KODAR kongreya xwe ya yekem li dar bixe û îlana xwe ragihîne. Jixwe PJAK bi kar û xebatên pir mezin û berdêlên giran da, ji bo wê PJAK bû pêşengê xebata damezirandina KODAR’ê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê. Yanî PJAK di çarçoveya siyaseta demokratîk de pêşengtî kir, KODAR jî bibe hêza rêxistinkirina gel. Ji bo vê KODAR’ê li ser vî esasî dest bi têkoşînê kir li Rojhilatê Kurdistanê.

‘PÊWÎSTÎ BI MODELEK NÛ HEBÛ KU CIVAKÊ RÊXISTIN BIKE’

Xebatên azadîxwaziyê yên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê gelek qonax derbas kirin, gelek pêşeng û rêxistinên cuda ji bo rêxistinkirina gel dest bi kar kirin. Ji bo wê pêwîst bû ku em di vê qonaxê de ne bi şêwazê berê yê kilasîk tenê di çarçoveya rêxistinekê de siyasetê bikin. Pêwîstî bi modeleke nû hebû ku civakê rêxistin bike.

‘PÊWÎSTÎ BI RÊXISTINKIRINA GEL HEBÛ’

Ew qadên ku dewlet tê de ne, hemû derfet û qad li gel teng kirine, ji bo civak hest bi xwe û vîna xwe neke, di çarçoveya îradeyeke azad de têkoşîn neke, dest danîbû ser hemû tevgerên civakê. Ji bo wê yekê hemû xebata me ew bû ku dewlet neçar bikin ku di çaroveya siyaseta demokratîk de, gav bide avêtin, yan jî pêşiya gel nebin asteng. Ji bo wê di vê rewşê de pêwîstî bi rêxistinkirina gel hebû. Li ser vî esasî hevalan perwerde dîtin û xwe rêxistin kirin li ser vê fikir û felsefeyê û wisa ketin nava kar û xebatan.”

‘HILBIJARTIN WÊ BANDORÊ LI KURDISTAN Û CÎHANÊ BIKE’

Hevserokê KODAR’ê bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê ya li Tirkiye pêk bê û got: “Ev hilbijartin dikare çarenûsa gelê Kurd diyar bike. Eger ku encameke baş ji vê hilbijartinê bê girtin, wê bandorê li beşên din ên Kurdistanê jî bike. Faşîzm û dagirkeriya li Tirkiye û desthilata dîktator bandorê li rewşa berxwedana Rojavayê Kurdistanê jî dike. Bandora hilbijartina li Bakurê Kurdistanê dike, wê li ser statuya Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ketibûn, biparêze û heta dikare bandorek mezin li cîhanê bike.

Her wiha serketina li Bakurê Kurdistanê wê bandorê li Rojhilatê Kurdistanê bike, heman demê bandorê li ser hemû civak, sazî û partiyên siyasî û civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi Kurd, Ereb, Azarî, Belûcî, Laz, Çerkez li dijî faşîzmê têkoşînê dikin.

‘DEWLET NE ÇARESERÎ YE, ÇAVKANIYA PIRSGIRÊKAN E’

Dewlet çareseriyê nayne, belkû bi xwe çavkaniya pirsgirêkên li nava civakê ne. Dewletê hemû qadên berxwedanê li gel teng kiriye, her cure zilm û zordariyê dike. Dewleta Tirk xwedî heman hişmendiyê ye, her wiha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî xwedî heman hişmendiyê ye.

‘VÊ SALÊ BIKIN SALA AZADIYA RÊBER APO Û GELAN’

Ji bo wê ye ku divê gelê me vê yekê baş bizane, pêşengtiyê ji bo siberoja xwe bike, modela siyaseta xwe pêş bixe û rol bilîze. Dema wê hatiye ku siyasetê bikin, siyaset ew qad in ku ji bo parastina hebûn, nasname, keramet û çanda xwe biparêzin û têkoşînê bikin. Di sala 2023’an de ku sala dawîhatina Lozanê ye ku li gorî vê erk û berpirsyariyê bikevin tevgerê, wê demê em dikarin vê salê bikin sala ronesansê ji bo gelên Rojhilata Navîn, gelên azadîxwaz, gelên hejar. Bikin sala azadiya Rêber Apo.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Festîvala Spor ya çaremîn li Minbicê hat çekirin

Nivîsa Pêş

Operasyonên faşîst li Tirkiyê û Bakur Kurdistans didome

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Operasyonên faşîst li Tirkiyê û Bakur Kurdistans didome

Operasyonên faşîst li Tirkiyê û Bakur Kurdistans didome

Hejmara 240. a Kovara Stêrka Ciwan derket

Hejmara 240. a Kovara Stêrka Ciwan derket

Manşet

  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.