Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

PAJK: Hevrêya me Gulçiya Gabar bû pêşengek, fermandarek û şoreşgereke jinê ya serketî

Koordînasyona PAJK'ê Fermandara Biryargeha Navendî ya HPG'ê Gulçiya Gabar di salvegera çaran a şehadeta wê de bi bîr anî.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/04/2023 - 10:47
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng
Reading Time: 5 mins read
A A
PAJK: Hevrêya me Gulçiya Gabar bû pêşengek, fermandarek û şoreşgereke jinê ya serketî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Meclîsa PAJK’ê û Fermandara Biryargeha Navendî ya HPG’ê Gulçiya Gabar 29’ê Nîsana 2019’an li qada Çemankê ya herêma Garê di êrîşekê de şehîd bûbû.

Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de hate gotin, “Em endama xwe ya meclîsa PAJK’ê, Fermandara Biryargeha Navendî ya HPG’ê hevrê Gulçiya Gabar û şoreşgera ciwan Pelşîn Newroz bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi hesabpirsîna ji dijminê faşîst qirker, di têkoşîna xwe de wan bi bîr bînin.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Hevrêya me Gulçiya Gabar ji roja tevlî bû û pê ve li çiyayên Kurdistanê, li her qada ku lê têkoşiya bû pêşengek, fermandarek û şoreşgereke jinê ya serketî. Li Botan, Amed, Garzan û Rojava rastiya Rêbertî xiste meriyetê û fermandarî ji şer re kir. Bi rêbaza xwe ya fermandariyê, sekna li nava jiyanê û bi karên xwe, hevrêyên xwe perwerde kir, bi her hevrêyên xwe re têkiliyeke bi wate ya hevrêtiyê danî, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt û her tim bû fermandar û pêşengek. Perspektîfa Rêbertî ku digot ‘Her kêliya ji bilî çalakiyê, dema perwerdeyê ye’ ji xwe re kir dîsîplîna jiyanê. Bi eşqa xwendin û hînbûnê tijî û dagirtî bû. Her ku firsend didît dixwend, pirtûk timî pê re bû, lewma teorî û pratîka xwe kir yek, bi vî rengî şer kir û bi pêş ve bir. Felsefeya azadiyê ya Rêber Apo jiya û bû milîtana bêhempa ya pak a xeta Partiyê.

Bi ruh û hebûna xwe baweriya xwe bi partîbûna jinê re anî, di pêşketina têkoşîn û tevgera me ya azadiya jinê de bi rola diyarker rabû. Di şexsê hevrê Gulçiya de me şahidî ji wê yekê re kir ku jineke bi îdeolojiya Rizgariya Jinê xemilî ye, şert û merc çi dibe bila bibe vediguhere afirînerî, eşqa şoreşê, wêrekî û îradebûnê. Hevrêya me Gulçiya ku felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo bi rengekî cewherî pejirand, di her kêliya jiyanê de kete nava lêgerîna vê yekê. Bû jiyana 24 saetan a bi Rêber Apo re. Ev yek ji taybetmendiyên wê yên herî bijarte bû ku ew taybet, bedew û cuda dikir. Çanda welatparêziya Kurdistanê bi cewhera jinê hilgirt. Bi sekna xwe ya li nava jiyan û têkoşînê ev çand bi xwe re dibir her qadê. Bi mirovahiya xwezayî, bi nsanameya jinê ya xwezayî civakîbûn jinûve afirand. Mirova rastiyê bû ku komunal, fedakar, dilsoza xak û azadiyê bû, bi azadiya jinê re bûbû yek. Bêyî ku qirêja kapîtalîzmê li xwe bigire, xwe bi pêş ve bir. Bi kesayetiya xwe ya şênber, ku pêwîstî bi gotinê tune bû, Kurdistan bû, şoreşgera jinê ya pêşeng bû ku xeta azadiyê ya ji cewhera sosyalîst temsîl dikir. Hem gelekî ji hevrê, jin û gelê xwe hez dikir, hem ew diparast, hem jî di oxira vê yekê de bi biryar bû bi her awayî berdêlê bide.

Bi qasî wezîfe û berpirsyariyên xwe yên leşkerî, bi têgihiştina kûr a wezîfeyên navendî yên Partiyê, dileke bi coş û kelecanî bû ku her rojê bike roja şoreşê. Wezîfeyên meclîsa PAJK’ê hem li navenda partiyê hem jî li hemû qadan bi rengekî serketî bi cih anî. Dema ku fermandarî ji qada gerîla re dikir, tevlîbûneke welê kir ku pêşî li pratîkê vekir. Bû îfadeya herî şênber a milîtaniya jinê ya ku partîbûn di şexsê xwe de bi ser xistiye û xeta partiyê gihand her qadê. Rastiya PAJK’bûyîn û PKK’bûyînê bû ku mîna jê bawer dikir dijiya, wateya jiyanê dikir çalakî, bi yekbûna bawerî û hişmendiyê berpirsyariyên xwe bi cih dianî.

Hevrê Pelşîn Newroz ku li gel hevrê Gulçiya Gabar di êrîşa hewayî ya dijmin de şehîd bû, gerîlayeke jin a bi daxwaz û bi biryar bû. Li gel temenê xwe yê ciwan jî xwedî tecrûbeyên girîng bû, bi keda xwe xwe bi pêş ve biribû. Em ê hevrê Pelşîn Newroz her tim bi bîr bînin.

Her wiha endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star-HPG’ê hevrê Nalîn Mûş û Hêlîn wên meha Nîsanê şehîd bûn, di salvegera 6’an a şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî wan bi bîr tînin. Hevrêyên me Nalîn Mûş û Hêlîn nasnameya hişmendiya jinê ya xweparastinê bûn. Em ê bi pêşvebirina konfederalîzma jinê ya demokratîk û serxistina şoreşa jinê dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe Nalîn Mûş û Hêlîn re nîşan bidin. Li ser vê bingehê em bawerin ku pêngava têkoşînê ya ‘Jin, Jiyan, Azadî, ber bi Şoreşa Jinê’ ku tevgera me ya jinê di 8’ê Adarê de da destpêkirin, wê li ser xeta şehîdan bimeşe û sala 2023’an bibe sala hesabpirsîna mezin ji faşîzmê û serketina mezin. Bi vê baweriyê em jinên têkoşer hemûyan silav dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zarok li Girê Spî ya dagirkirî bi rêya komeleyên Pakistanî û Çeçenî tên perwerdekirin

Nivîsa Pêş

Çîgdem Dogû: Divê Ciwan enerjiya xwe ya azadiyê bidin partiya çepên kesk

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çîgdem Dogû: Divê Ciwan enerjiya xwe ya azadiyê bidin partiya çepên kesk

Çîgdem Dogû: Divê Ciwan enerjiya xwe ya azadiyê bidin partiya çepên kesk

HPG: Qadên Berxwedanê 41 caran hatin bombekirin

HPG: Qadên Berxwedanê 41 caran hatin bombekirin

Manşet

  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.