Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

‘Zayîna li ser xaka Xwedawendan’

Pergala desthilat çawa di asteke herî bilind de li ser kolekirina civakê dixebite. Zayîna 4’ê Nîsanê jî, di asteke herî bilind de azad kirin û bi îrade kirina civakê ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
08/04/2023 - 0:09
di nav Analîz, Ciwanên Kurdistanê, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
‘Zayîna li ser xaka Xwedawendan’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Roja 4’ê Nîsanê, ji dayikbûna Rêbertî, di heman demê de ji dayikbûna tevahî mirovahiyê ye. Bi taybetî jî jidayikbûna gelê Mezobotamya, jinên Kurd û tevahî cîhanê ye. 4’ê Nîsanê bi watekirin û bi îradekirina jiyaneke civak û ferdek azad e.

‘Di esasê xwe de, bihar xemle’

Ji bo civakeke hevgirtî û bi îrade dest bi tekoşîna hebûn û îradebûnê kirin, 4 Nîsanê ye. Meha Nîsanêji bo hemû zindiyên ku li ser vê xakê dijîn jî, mizgîniya nûbûn, geşbûn, pirbûn û dewlemend bûyînê ye. 4’ê Nîsanê, ji bo tevahiya mirovahiyê mizgîniya liv, tevger û bi eşq, destpêkirina jiyana nû ye. Bi Biharê re hemû zindî di nav şerê hebûn û xwe bi mane kirinê de ne. Di esasê xwe de bihar xemle, Evîn e. Xeml û evîn jî reng, deng û çanda dayika xwedawend e. Ji destpêka mirovahiyê ve, hemû meyîl û tevgera însan jî her ew bûye ku bi xwezayê re bi dostanî di nav hevsengiyekê de û li gora pêwîstiya jiyana xwe domandinê de bûye. Weke ku em dizanin meha Nîsanê, ji bo gelek ol û baweriyên Mezobotamya jî meheke pir giringe û pîrozbûna xwe heye. Nimûne hefta yekem ya serê Nîsanê, ji bo civaka me ya Êzîdî cejna xêr, beraket, nûbûn û hevgirtinê ye. Her sal di nav civaka Êzîdî de, hefteya yekem ya Nîsanê cejin û şahî tên li darxistin. Ji bo me jinan û bi taybet tevahî gelan jî 4’ê Nîsanê, roja ji dayîkbûn, xwe nasîn û mizgîniya jiyaneke nû ye.

‘Zayîna li ser xaka Xwedawendan’

Ji bo gelê Kurd û bi taybet tevahî mirovahiyê, 4’ê Nîsanê mizgîniya zayîna pêxemberekî nû ye. Navê wî jî Rêberê mirovahiyê û lêgerînvanê heqîqetê ye. Li ser xaka pîroz ya xwedawendan, dayika Uweyîş ev mizgîniya jiyana bê mirin, diyarî cîhanê kiriye. Li gundê Amarayê zayînek nû çavên xwe li jiyanê vedike. Ev Zarokê bi navê Abdullah dibe nîşaneya jiyaneke bê mirin û bê dawî. Abdullah bi wateya ‘Evdê xwedê’ ji bo xwe qebûl nake. Ew zarokê ku gava xwe ji bo lêgerînvaniya heqîqeta davêje, dikeve peyî lêgereke felsefîk û heqîqeta jiyana ku winda bûye. Bi vê çand û exlaqê dayika pîroz, dest bi lêgerîn û jiyaneke nû dike. Bi ked, hewldan û tekoşîna xwe dibe Rêber û rênîşanerê civakê. Ji Jidayikbûna xwe ya yekem ve, Rêbertî dest bi lêgera Îradebûn, civakbûn û xwe îsbatkirinê dike. Ji temenê xwe yê heft salî ve, Rêbertî bi zarokên gund re di nava hewldanê civakbûnê de bûye. Pêngava civakbûna xwe ya yekem, ji wir ve destpê dike. Her ku diçe lêger û meraqa Rêbertî ya jiyanê pir zêde û bi hêztir dibe. Lê hemû tiştên ku di nav malbatê de, li gund, dibistan û hetanî çûyina xwe ya mizgeftê jî, jiyan weke halê heyî têra wî nake. Di vir de Rêbertî di nav pergala kapîtalîst ya heyî de, pîvanê xwe yên red û qebûl, diyar dike. Ev îsyana Rêbertî, îsyana li hemberî hemû bê edaletî, paşverûtî, desthilatdarî û yekdestiya pênc hezar sal ya li ser civakê û jinê ye. Ji ber wê em dibêjin ku: ‘4’ê Nîsanê, bi ked û xwêdana dayika Uweyîş, li ser van xakan jiyan bi reng, deng û ji nû de zindî dibe.’ Li warê xwedawendan civak û xweza li xwe vedigere, dibêje: ‘Em hene û emê her hebin.’ Ev zarokê ku 4 Nîsanê ji dayik bûye, parêzvanê çanda dayika xwedawend û tevahî mirovahiyê ye. Tişta herî balkêş di vir de ewe ku, her kes carekê tarîfa ji dayikbûnê xwe dike.

‘Diyarî tevahî mirovahiyê kiriye’

Wer tê zanîn ku her kesek carekê ji dayik dibe. Lê Rêbertî ji bo xwe bahsa sê zayîna dike! Gelo ev hersê ji dayikbûn (zayîn) çine? Ya yekem ji çarê Nîsanê destpê dike hetanî sala 1978 avabûna PKK’ê dewam dike. Ev pêvajoya xwe bi îrade kirin û xwe îspat kirinê ye. Ji dayîkbûna duyem jî, pêvajoya ku gel bi rêxistin kirin, li hember emperyalizmê meyîdan xwendin û heya pêvajoya komploya nav netewiye. Ev zayînên felsefîk, îdeolojîk, zihnî, leşkerî û paradîgmayî ne. Dema ku Rêbertî dibêje ‘Zayîn’ mebest ne fîzîkiye. Di vir de ya balkêş û ya herî girîng jî asta zayîna fikrî, rûhî û paradîgmasal ya girtîgeha Îmraliyê ye. zayîna sêyem jî Rêber Apo li Girava Îmraliyê pêk tîne. Ev her sê zayîn jî Rêbertî ji kesayeta xwe destpê dike. Ev her sê zayînên ku em bahsa wan dikin, îro paradîgmeyeke civaka demokratîk, ekolojik û azadîxwaziya jinê ye ku, Rêbertî diyarî tevahî mirovahiyê kiriye. Gelo ev zayinên ku em behs dikin li dijî çine? Li dijî qirkirina xweza, jin, pir rengî û dengê civakê ye.

‘Bi rih û bi mane dibe’

Li dijî desthilatiya yek dest ya zilamê kedxwar e. Kapîtalîzim çawa xwest bi hişmendî û pergala xwe, tevahiya civakan ji hev perçe perçe bike û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîn e. Ji dîrokê heya roja me ya îro, hêzên qirker dixwazin jin, ciwan û tevahî beşê civakê bê îrade bikin. Vê jî bi navê guneh, heram, qanûn û siyaseta xwe ya ku li ser derewan avakirine, dikin. Pergala desthilat çawa di asteke herî bilind de li ser kolekirina civakê dixebite. Zayîna 4’ê Nîsanê jî, di asteke herî bilind de azad kirin û bi îrade kirina civakê ye. Di cewherê xwe de, zayîna 4’ê Nîsanê ji nû ve zindî kirin, bi îrade kirin û civak vegerandina  cewherê wê ye. Jina ku aqilê wê, rihê, zanist û hemû hebûna wê jê hatiye dizîn. Jina ku mîna nesneyekî li ber destê zilam dihat bikar anîn. Bi zayîna 4’ê Nîsanê re, bûye xwedî rêxistin, artêş, partî, îdeolojî û zanist. Ev bi serê xwe zayîneke fikrî, rûhî û hebûneke di asta xwedawendiyê de îfade dike. Têgeha çawa bijîn bi zayîna Rêbertî re bi rih û bi mane dibe. Ev zayîna wî zarokê li Amarayê, rê ji tevgera Apoyî, rêxistin, civakbûyîn û fîlezofê serdemê re vekiriye. Ev pêşketin û gûhertinên civakî, di milê siyasî, rêxistinî, îdeolojîk û di milê netewî û azadiya jinê de, ev hemû encamên tekoşîneke bê hempa ya 50 saliya tekoşîna Rêbertiye.

‘Mijareke wijdanî û axlaqiye’

Bi vê zayîna 4’ê Nîsanê re hemû civak, jin, ciwan û xweza weteya xwe qezenc kirine û qezenc jî dikin. Ev zayîneke fikrî, rûhî û jiyaneke bi wateye. Em vê ji dayikbûnê di serî de li Rêbertî, dayika Uweyîş, tevahî jinên tekoşer û li hemû mirovahiyê pîroz û bimbarek dikin. Dûbare ji dayikbûna Rêbertî, ji dayîkbûna tevahî gelê Kurd, hemû jinan û bi taybet zayîna tevahî mirovahiyê ye. Pênaseya xwe ya herî rast jî eve. Ev Rêberê ku mirovên nezan zane kir, bê îrade bi îrade kir, bê hêvî bi hêvî kir, bê rih bi rih kir. Ev ji dayîkbûna Rêber Apo, ne tenê ji dayikbûeke fîzîkiye, di heman demê de ji daykbûneke rûhî û mejiyê xeta sêyem ya riya çareseriyê ye. Di encamê de hemû jin, ciwan û tevahiya gelan di hemû aliyên jiyanê de, xwedî li Rêbertî derdetin, mijareke wijdanî û axlaqiye. Hebûn û ji dayikbûna wî lêgrînvanê azadî û heqîqetê, lazime ku em weke civak û bi taybet jin, ji dayîkbûna xwe bibînin. Her kêliyeke jiyanê em bikin kêliya zayînên nû û ji bo azadiya Rêbertî bê navber tekoşîn bikin.

‘Pîroz be Rêberê min’

Rêberê min ji dayikbûna we rûmet, hebûn û ji bo gelan ji nû de zayîn e. Em dubare vê roja pîroz ya 4’ê Nîsanê li Rêbertî û tevahî gelan, pîroz û bimbarek dikin. Di şexsê dayika Uweyîş de, em vê rojbûna wî zarokê serhildêr, bi taybet li tevahî jinên berxwedêr û gelê me yê azadîxwaz, pîroz dikin. Bi îdeya ku ev roj çawa roja dayîkbûna we ye, emê biqulipînîn roja azadiya we y fîzîkî û tevahî mirovahiyê. Em bi wesîleya vê roja ji dayikbûna we girêdan, biryardarî, bi rihê serkeftinê em soza xwe dubare dikin.
Jiyan Mihabat/Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)
ÇAVKANÎ: KJAR

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dewleta Tirk a dagirker 41 caran êrîş kir

Nivîsa Pêş

Kurdistan: Em Bi “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” Dengê Xwe Bigîhînin Her Derê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kurdistan: Em Bi “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” Dengê Xwe Bigîhînin Her Derê

Kurdistan: Em Bi "Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî" Dengê Xwe Bigîhînin Her Derê

HPG: Gerîlayên azadiyê bi îradeya Apoyî êrîşên dagirkeran têk bir

HPG: Gerîlayên azadiyê bi îradeya Apoyî êrîşên dagirkeran têk bir

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.