Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

HPG: bîlançoya şer a meha Sibatê hat eşkere kirin

Li dijî hêzên gerîla yên ku ji ber erdhejê biryara rawestandina çalakiyan dan, meha Sibatê ji bejahî û hewayî ve bênavber êrîş hatin kirin. 142 caran bi topên fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bombardûman hate kirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
01/03/2023 - 11:02
di nav Başûr, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG: bîlançoya şer a meha Sibatê hat eşkere kirin
ParvekeTweet

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Sibatê eşkere kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêza pêşeng a têkoşîna misogerkirina azadiyê û parastina hebûna gelê me yê mezlûm e, di nava şert û emrcên giran ên zivistanê de jî xaka pîroz a Kurdistanê diparêzin. Hêzên me ku li ser xeta Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk xwe ji nû ve afirandine, hefteya destpêkê ya meha Sibatê bi taktîkên dewlemend derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Îradeya siyasî ya şoreşa me û gelê me KCK’ê, piştî erdheja 6’ê Sibatê ya li Bazarcixê ji bo piştevanî û pêçandina birînên gelên me bang kir û li ser vê bangê hêzên me çalakiyên xwe yên aktîf rawestandin. Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel di 11’ê Sibatê de bi daxuyaniyekê ragihand ku wê vê biryarê bixe meriyetê.

Hêzên me û têkoşîna me ya azadiyê ku li gorî exlaqê civakî û nirxên mirovahiyê yên bingehîn ava bûye, di vê pêvajoya zehmet de berpirsyariya xwe bi cidiyet û hesasiyeteke mezin bi cih anî. Lê belê artêşa Tirk a dagirker a bi serkêşiya Hûlûsî Akar, ji roja ku me daxuyanî da û pê ve rawestandina êrîşên li ser hêzên me li aliyekî, êrîş girantir kir. Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hezaran carî bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, tank, top û obusan hatin bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker ku qîma xwe bi van êrîşan neanî, çeperên berxwedanê yên gerîla bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bombe kir. Bi taybetî rojên dawî bi bombeyên fosforê û çekên kîmyewî êrîşê dibe ser çeperên berxwedanê yên li Zapê. Di encama van êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 9’ê Sibata 2023’an li herêma Zapê hevrêyê me Mazlûm Dêrşewî şehîd bû.

Rejîma AKP-MHP’ê û artêşa Tirk a di bin fermandariya wê de ye, li şûna ku derfetên dewletê hemûyan seferber bike û bi helwesteke însanî birînên gelên Tirkiyeyê bipêçe, ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe ev derfet veguherand rantê, ji bo şer seferber kir û li Zapê sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê kir. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku ji bo qirkirina Kurdan çavkanî hemû li şer razand û gelên Tirkiyeyê li tunebûnê mehkûm kir, bi pêvajoya erdhejê re careke din nîşan da ku dijminê gelê Tirkiyeyê ye, dijminê gelan hemûyan e.

Hêzên me yên ku bi banga tevgera me çalakiyên xwe rawestandin, ji bo karibin li hemberî êrîşên giran xwe biparêzin 47 caran bersiva pêwîst dan, 18 dagirker ceza kirin û dagirkerek jî birîndar kirin. Têkoşîna me ku bi fedakariya gelê me yê mezlûm û bi keda mezin a şehîdên me gihîşt vê astê, wê bi daxwaz û biryardariyeke mezin dewam bike. Hêzên me yên gerîla wê di vê pêvajoyê de bi erk û berpirsyariya xwe rabin, lê belê li hemberî êrîşên tunekirinê jî wê xwe biparêzin û bersiva pêwîst bidin.

BÎLANÇOYA ŞER

Bîlançoya şerê mehekê yê navbera 1’ê Sibatê û 28’ê Sibatê bi vî rengî ye:

Êrîşên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin kirin;

– Bi qasî ku hêzên me tespîta wê kirin, di serî de Qadên Berxwedanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê 30 caran bi balafirên şer û 18 caran jî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Her wiha 874 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.

– Çeperên Berxwedanê yên Gerîla 142 caran bi topên ji fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;

– 4 Çeper
– 5 Sîstemên Kamera yên Mobesse
– Çekek A4
– Çekek B7
– Çekek Bombeavêj
– Cîhazeke Jammer

Amûrên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan xistin;

– Helîkoptereke êrîşê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PKK: Raperîn Amed pêşengên Tevgera Azadiya Jinê şehîd bû

Nivîsa Pêş

Li Şengalê êrîşê hewayî pêkhat, birîndar hene

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Şengalê êrîşê hewayî pêkhat, birîndar hene

Li Şengalê êrîşê hewayî pêkhat, birîndar hene

Ajanekî MÎT’ê hate kuştin, 2 ajan jî hatin girtin

QSD bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker yên Sibatê eşkere kir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.