Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPG: Li Kobanê bi dehan destan têde hate nivîsandin

Ji bo salvagera rizgariya Kobanê Fermandariya Giştî ya YPG daxuyanî ya niviskî weşand.

Edîtor: Nucan Serdoz
26/01/2023 - 14:00
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YPG: Li Kobanê bi dehan destan têde hate nivîsandin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Îro salvagera 8ê min ya rizgariya bajarê Kobanê. Bi wî awahî Fermandariya Giştî ya YPG daxuyanî ya niviskî weşand û got:

“Em salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Ji Gelê Me û Raya Giştî Re Em salvegera dîrokî ya 8. a rizgarkirina bajarê Kobanê pêşwazî dikin. Em vê rojê li tevahî lehengên ku bê teredut, bi ruhek fedaî û bi berpirsyariyek netewî sînge sîng li dijî çeteyên terorîst ên DAIŞ’ê şer kirin û gihan asta şehadetê pîroz dikin. Her wiha em li Rêber APO, li gelê Kobanê, tevahî gelê Kurdistanî û li cîhanê, vê serkeftina dîrokî pîroz dikin. Kobanê wek cihê destpêkê yê ku çirûska şoreşê lê pêketî, bi welatparêzî û dilwêrekiya xwe tê zanîn, ji salên destpêkê yên şoreşa Rojava û heya roja me ya îro rastî gelek êrîşên dijwar hatiye. Êrîşa herî mezin û giran di 15 Îlona 2014’an de pêkhat. Çeteyên terorîst ên DAIŞ’ê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji her alî de hatibûn amadekirin, çawa ku bi baweriyeke kor a îslamê ve êrîşê Şengalê kirin û komkujî pêk anîn, bi heman şêwazî û heta bi amadekariyeke xurtir berê xwe dan Kobanê. Xwestin tola binkeftina xwe ya li Şengalê, bi dagirkirina Kobanê re ragihînin û bi vî rengî çirûska şoreşê bitemirînin. Êrîşa li ser Kobanê di demeke wisa de pêkhat ku ji Iraqê bigre heta Sûrî û heta tevahî welatên cîhanê li hemberî hovîtiya DAIŞ bê çare mabûn. DAIŞ bê ku ti hêzê li pêşiya xwe bibîne diket kîjan bajarî tar û mar dikir û qirkirinên mezin pêk dianî. Ango ji bo tevahî cîhanê metirsiyeke mezin ava kiribû. Bi vê hêrsê berê xwe da Kobanê.

Lê li Kobanê rastî mertalên zindî hat. Rastî berxwedana dîrokî ya şervanên YPJ-YPG’ê hat û rastî hêrsa gelê Kobanê hat. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê Kobanê ji çar alî ve dorpêç kiribû. Gelê bakurê Kurdistanê jî li dora Kobanê xelekek ji piştgirî û berxwedanê avakir. Rojane pêl bi pêl keç û xortên Bakurê Kurdisatnê, yên rojhilat û başûrê Kurdisatnê berê xwe dan vê cenga giran. Her kuçeyeke bajarê Kobanê, bi dehan destan têde hate nivîsandin.

Vê destanê tevahî gelên cîhanê herikande qadan û bi sedan ciwanên enternasyonalîst berê xwe dan şoreşa Rojava. Ango berxwedana Kobanê bû pirek di navbera gelên bindest ên Rojhilata Navîn û cîhanê û ruhek gerdûnî bi xwe re avakir. Ruhê ku li Kobanê hate jiyankirin, ruhê şerê gelê şoreşgerî bû. Ev ruh di kêliya herî kirîtîk û xeter de zafer bi dest xist. Dengê kenê şervanan, dengê stranên lehengan û hêrsa tolhildanê di kêliya ku hat gotin; “Kobanê ket, vaye dikeve” nefes li çeteyan çikand û şikandina dîrokî ya çeteyên DAIŞ’ê destpêkir. Bêguman ev zafera dîrokî ya Kobanê bi ked, fedekarî û lehengiya hevrêyên me yên şehîd ên mîna Rêvan Rojava, Arîn û Gelhat’an, her wiha birîndarên ku heya roja îro vê berxwedanê di ruhê xwe de zindî digrin ve pêkhat. Em hemû minetdarên vê keda pîroz a giranbiha ne. Bêguman îro cardin di serî de Kobanê tevahî herêma Baur-Rojhilatê Sûrî bi heman xeteriyê re rû bi rû ye. Rojane dewleta Tirk a dagirker bi tifaqên herêmî û navdewletî êrîşan pêktîne û bingehê êrîşeke bejayî amade dike. Ji 19’ê Mijdara 2022’an heta roja îro herêma me bi konsepteke nû ya êrîşan re rû bi rû ye. Ev êrîş di heman demê bi xwe re metirsiya ji nûve zindîbûna DAIŞ’ê jî ava dike. Di serê salê de bi êrîşa li ser bajarê Reqayê jî hate dîtin ku hewldanên DAIŞ ên êrîş û pêkanîna qirkirinên nû hene. Li ser vê bingehê QSD’ê dest bi operasyonên nû kir. Wek Yekîneyên Parastina Gel YPG çawa me bi bedelek giran rizgarkirina bajarê Kobanê diyarî Kurdistan û cîhanê kir, emê mizgîniya rizgarkirina herêmên xwe yên dagirkirî jî bidin gelê xwe. Her wiha emê tevahî herêma xwe bi ruhê berxwedana Kobanê biparêzin. Li ser vê bingehê tevahî gelê me, her mirovek welatparêz, şoreşger, azadîxwaz û ekolojîperest divê li hemberî êrîşên bi vî rengî hişyar be û xwedî helwest be. Ji ber ya ku bi dagirkirinê re tê kirin qetla jiyan, xweza û mirovahiyê ye. Em careke din salvegera dîrokî ya rizgarkirina bajarê Kobanê li gelê xwe û tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Em soz didin ku heya siberojeke azad û aştiyeke mayînde emê bê teredut şer bikin, li berxwe bidin û zaferê pêkbînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG 5 gerîlayên tekoşina rizgariya Kurdistan îlan kir ku li Cîlo di sala 2017 şehîd ketin

Nivîsa Pêş

Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin

Artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi çekên kîmyewî êrîş kirin

ROJEVA 01’Ê ÇILEYA 2023’YAN

ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2023’YAN

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.