Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Şerker ” Ruhê ciwantiyê yê PKK’ê ku her tim zindî ye”

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker bi wesîleya sala 44'an a damezrandina PKK'ê ji ANF’ê re axivî.

Edîtor: Nucan Serdoz
20/11/2022 - 13:42
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Şerker ” Ruhê ciwantiyê yê PKK’ê ku her tim zindî ye”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker bi wesîleya sala 44’an a damezrandina PKK’ê ji ANF’ê re axivî.

Özgür Şerker, diyar kir ku dema heqîqeta PKK’ê tê lêkolînkirin, berê her tiştê rastiya Rêber Apo tê bîra mirov û got: “Salvegera damezrandina PKK’ê di destpêkê de li Rêber Apo, gerîlayên li Qadên Parastina Medyayê û bi taybet gerîlayên li Zap, Avaşîn, Metînayê ber xwe didin û li gelê Kurd ê welatparêz pîroz be. Rêber Apo PKK’ê damezrand, gihand nirxên giranbiha û ji bo hemû gel û jinan bû hevîyek. Rêbertî ev 50 sal in bênavber têdikoşe. Rêber Apo îro li dijî tecrîda giran, êrîş, zext û hemû ferzkirinên dijmin têkoşîna xwe di asta herî jor de didomîne. Êrîşên hêzên navneteweyî yên li hemberî Rêber Apo û tevgera me tu carî nesekinî.

“Em Tevgera Ciwanên Apoyî li ser xeta Rêbertiyê têdikoşin”

Tiştekî nemaye ku gelê Kurd nejî. Îro jî tu êrîşên nemirovî nemaye ku kesên qala Kurdbûnê dikin, yên ku dildarê doza azadiyê ne û yên ku ji bo nirxên mirovahiyê têdikoşin, nejiya be. Dijmin bi van êrîşan re sînordar namîne û bi rêbazên herî hov êrîşên xwe didomîne. Tê zanîn, rojanê bi dehan car çekên kîmyayî bikar tîne. Her kes kevneşopiya çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a faşîst a li Kurdistanê dike, dizane. Ev kevneşopî îro bi destê Erdogan li hemberî gerîla tê bikaranîn. Erdoganê kîmyager ji bo vîn û helwesta fedaî yên gerîla ji holê rake serî li her curê rêbazên qirêj, çekên kîmyewî û gazên jehrî dide. Dijminê ku 50 sal in tevî hemû êrîşên xwe negihiştiye armancên xwe, îro li Zap, Avaşîn û Metînayê her cure hovîtiyê dike. Dijminê ku leşkerê xwe jî dişewitinê, êdî hovitiya Hîtler jî derbas kir.

Li hemberî van êrîşan PKK’ê li ber xwe dide. Ya ku vê berxwedanê bi rengekî serfiraz didomîne û mîna al tu carê nahêle li erdê bikeve ruhê berxwedanê yê PKK’ê ye ku di şexsê gerîlayê de şenberbûye. Kesê ku vê ruhe afirandiye Rêber Apo ye. Rêbertî di temenê xwe yê 24 saliyê de dest bi vê têkoşînê kir. Ji xeynî ciwantî û vîna wî tu tişt li destê wî tune bû. Baweriya xwe bi vê rêyê anî, ji bo azadiyê jiyana xwe feda kir û bi vî rengî dest bi rê kir. Eger rastiya PKK’ê û Rêbertî 50 sal in tevî hemû êrîşên dijmin têkneçû be, ev yek bi kesayeta ciwantî ya PKK’ê û Rêber Apo re girêdayî ye. Rêber Apo haveyna PKK’ê bi ciwantiyê re afirand. Em Tevgera Ciwanên Apoyî li ser xeta Rêbertiyê têdikoşin. Felsefeya ciwantî a PKK’ê rê li ber têkçûna PKK’ê girt. Di îdeolojiya PKK’ê de ku Rêber Apo afirandiye, lêgerîn û lêpirsîneke bê dawî heye.”

“Di nav PKK’ê de extiyarî tune ye”

Ozgur Şerker diyar kir, şerê ku îro li Kurdistanê tê kirin şerê hebûn û tinebûnê ye û da zanîn ku li hemberî wan dijminekî ku dixwaze gelê Kurd qir bike û Tevgera Azadiyê bi temamî tasfiye bike, heye. Ozgur Şerker destnîşan kir ku gerîlayên ciwan li hemberî van êrîşan bi fedaîtî li ber xwe didin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Hemû kesên ku di çeperan de li ber xwe didin gerîlayên ciwan in. Ev yek jî nîşan dide ku di nav PKK’ê de extiyarî tune ye. Ya ku îro PKK’ê li ser lingan digre ev rastiya ciwantiye ye. Lewma di nav PKK’ê de kes extiyar nabe û her tim ciwan dimîne. Hêzên ku êrîşê PKK’ê dikin, nûnertiya extiyariyê dikin û bi vî rengî êrîş dikin. Ev desthilatdariya faşîst û dijminê Kurdan çi dike bila bike, nikare Tevgera Azadiyê tine bike. Çiqas êrîş hebe bila hebe, berdêla wê çiqas giran be û çiqas şerên taybet jî bê meşandin, nikare ruhê berxwedanê yê PKK’ê bişkîne. Em îro vê ruhê berxwedanê di rastiya şer de çêtir dibînin.

Tevî ku şer û êrîş di asta herî jor de ye, ruhê ciwantiyê yê PKK’ê ku her tim zindî ye, xwe nû dike û bê navber vê têkoşînê didomîne, nahêle dijmin encam bigire. Lewma hemû ciwanên Kurdistanê eger bixwazin rastiya PKK’ê fêm bikin, divê berê xwe bidin vê ruhê. Dijmin dixwaze me 100 sal paşve vegerîne û cardin Kurdan bike kole. Ciwanên Kurd ku li hemberî vê yekê derdikevin divê vegerin rastiya PKK’ê û felsefeya Rêber Apo. Ji yekemîn şehîdên me yên pêşeng heval Hakî Karer bigre heta xwedawendên me yên azadiyê Sara û Rûken, şehîdên me nûnertiya vê xetê dikin. Bi ciwantî şer kirin, bi ciwantî têkoşiyan, îro em jî bi ciwantî ber bi serfiraziyê re diçin. Şer çiqas giran be bila bibe, wê ev têkoşîn tu car dawî nebe. Heta ku lehengên ciwan ê PKK’ê li ser lingan be û li çiyayên Kurdistanê bi vê vînê şer bike, dijmin nikare bigihije armancên xwe. Ruhê ciwanan û ciwanên Rêber Apo wê serbikevin. Em tevgera ciwanan di meşa têkoşîna 50 salî yê Rêber Apo de, vê ruhê berxwedanê mezintir bikin. Ev dijminê hov û barbar wê bi şûr, berxwedan û ruhê serfirazî yê ciwanan têk biçe. “

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tabqa li ser fikir û ramana Rêber Apo konferansek lidar xist

Nivîsa Pêş

YPJ: Em ê vê rejîma terorî têk bibin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
YPJ: Em ê vê rejîma terorî têk bibin

YPJ: Em ê vê rejîma terorî têk bibin

Gerîlayên Azadiyê 5 dagirker ceza kirin

Gerîlayên Azadiyê 5 dagirker ceza kirin

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.