Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Li ser esasê bersivdayînek xurt emê têkoşînê mezin bikin

Koordînasyona KJK'ê got; "Têkoşîna azadiyê ya jinan a li Kurdistanê bi têkoşîna bi rûmet a gerîlayên me yên jin û şehîdên me hîn mezintir dibe. Bi navê KJK'ê em dibêjin ku bi biryar in, li gorî vê têkoşîna bi rûmet a gerîlayên me yên YJA Starê li ser bingeha bersivdayineke xurt têkoşînê mezintir bikin."

Edîtor: Nucan Serdoz
25/10/2022 - 12:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KJK: Ev şer teqez serkeftinê heq dike
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê ji ber salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Em fermandara xwe ya pêşenga serdema jinên leheng hevrê Şehîd Bêrîtan di sala 30’î ya şehadeta wê de bi hezkirin, bi rêz û minet bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wê ditewînin. Eger sedsala 21’ê bûye sedsala jinê, berxwedana bi wate û bi biryar a hevrê Şehîd Bêrîtan a li dijî faşîzma dewleta Tirk û rastiya PDK’ê ya xayin, xwedî cihekî girîng e. Qîrîna wê ya bi biryar a li zinarên Lêlikanê, ku digot ‘ez ti carî teslîm nabim’, hêrsa wê ya li dijî dijmin, tilîliya wê ya serketinê ya ji bo gel û jinan, şopeke mezin li hişê berxwedanê yê gelan û jinan hişt, rengê berxwedana jinê da sedsala 21’ê. Şehîd Bêrîtan ku di lêgerîna azadiyê de rûmeta berxwedanê ya gel û jinan e, bi wêrekî û wateya mezin a ji eşqa azadiyê afirandî, bû fermana meşa bi rengê jinê ya ber bi serketinê.

Rêber Apo wateyeke mezin da lehengiya jinê û rûmeta berxwedanê ya mezin a ku di şexsê hevala Bêrîtan de afirî û ji bo ev lehengî veguhere destketiyeke dîrokî û mayinde biryara avakirina artêşbûna jinê da. Artêşbûna jinê ji nava pêvajoyên gelekî girîng ên dîrokî derbas bû, ji nava şerên giran derbas bû û bi zêdekirina wate û lehengiyên mezin li mîrateya bêhempa û lehengiya Şehîd Bêrîtan, gihîşt vê serdemê. Vaye di sala 30’emîn de hêza me ya gerîla ya YJA Starê li ser rêyke welê dimeşe ku vê mîrateya mezin tacîdar dike, bi serbilindî, rêbaz û hişmendiya serketinê bi ser dijmin ve diçe. Şehîd Bêrîtan ku qanûna ‘jin bi şerkirinê azad dibe, bi azadbûnê bedew dibe’ di nava jiyan, şer û şehadeta xwe de veguherand heqîqetê û rêya ber bi azadiyê ve nîşan da, bang li jinan hemûyan kir ku berê xwe bidin vê rêyê.

Vaye serhildanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin û li tevahiya cîhanê belav bûn, her wiha dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di van çalakiyan de her kes bi hev re diqîrin, heqîqeteke ji vê rêya Şehîd Bêrîtan a li ser bingeha artêşbûnê ye. Rastiyeke bi sêhr e ku ji ser zimanê Rêber Apo gihîşt mejiyê jinan, rehên civakê û qadên jiyanê. Yek ji pêşengên vê rastiyê û avakarê wê, fermandara mezin Şehîd Bêrîtan e. Serhildêrî, hezkirin, hevrêtî, netewetî û biryardariya wê ya ji bo afirandina jin a azad, ku li hemberî koletî û xiyanetê ti carî serî netewand, ew kir fermandara herî mezin a dîroka mirovahiyê. Em ji Şehîd Bêrîtan hîn bûn ku bi têkoşîneke timî, hişmendiya serketinê, raperîn û têgihiştinê dikarin xwe bigihînin azadiyê û em ber bi vê armancê ve meşiyan.

Yên ku îro li hemberî çekên kîmyewî û taktîk nukleer ên dijmin paşve gavê neavêjin, hevrê Şehîd Sara û Rûken ên li Mersînê bi biryardarî û serbilindî bi rengekî fedaî bi ser dijmin ve çûn, hêza me ya gerîla ya jin ku heta nefesa dawî li dijî dijmin şer dike, berhema Şehîd Bêrîtan e. Berhema bi hezaran hevrêyên me yên şehîd e ku xwe di rastiya jinê ya azad û Rêber Apo de dîtin. Gerîlayên me yên jin weke YJA Starê meşa xwe ya dîrokî û bi heybet di sala 30’î de bi biryardariyeke mezin dewam dikin, rastiya azadî û jiyanê ya jinê kêlî bi kêlî radixin pêş çavan. Bi hevrêtiyê, bi eşqa azadiyê, bi rêbaza fedaî û profesyonel ji bo sedsala 21’ê bikin sedsala jinê, bi biryardarî û bêyî astengiyan qebûl bikin, dimeşin.

Şehîdên me bi rengê jinê yê azad ber bi serketinê ve meşiyan, dîroka jinê û dîroka mirovahiyê ji nû ve nivîsandin. Di şexsê Şehîd Bêrîtan de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Her wiha em hemû şervan û fermandarên YJA Starê silav dikin ku li tunelên şer, li qadê bi tîmên tevger, li Bakur, Başûr, li qadan, li çeperên şer têdikoşin. Bi wesîleya şehadeta Şehîd Bêrîtan, sala 30’emîn a artêşbûna jinê li hêzên xwe yên jinan hemûyan pîroz dikin. Her wiha çalakiyên YJA Starê silav dikin ku bi rengekî encamgir dijmin dihejînin û serketinê hêvî dikin, pîroz dikin.

Têkoşîna azadiyê ya jinan a li Kurdistanê bi têkoşîna bi rûmet a gerîlayên me yên jin û şehîdên me hîn mezintir dibe. Bi navê KJK’ê em dibêjin ku bi biryar in, li gorî vê têkoşîna bi rûmet a gerîlayên me yên YJA Starê li ser bingeha bersivdayineke xurt têkoşînê mezintir bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla helîkpotereke Skorsky xist

Nivîsa Pêş

PAJK: Bêrîtan dîroka me, duh, îro û sibeha me ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
PAJK: “Kêlî kêliya afirandina dîrokê û serdema xwe ye”

PAJK: Bêrîtan dîroka me, duh, îro û sibeha me ye

YJA Star ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan Lêda – Helîkoptereke Skorsky hatiye xistin

YJA Star ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan Lêda - Helîkoptereke Skorsky hatiye xistin

Manşet

  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.