Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

‘Welatê me Kurdistan e, hêza me jî gerîla ye’

Navenda Parastina Gel di 18'ê Cotmehê de ragihand ku 17 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di êrîşên dewleta Tirk a dagiker ên bi çekên kîmyawî de şehîd bûne. Di vê çarçoveyê de xizmên gerîlayên ku şehîd jî bûne diyar kirin ku tenê welatek wan heye ew Kurdistane û hêzek wan heye ew jî gerîla ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
24/10/2022 - 4:09
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

KOBANÊ – NPG’ê di 18’ê Cotmehê de daxuyaniyek da û nasnameya 17 gerîlayên ku di êrîşên çekên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker-qirker de şehîd bibûn eşkere kir. Ji nava wan gerîlayên azadiyê ku şehîd bûne, du gerîlayên ji bajarê Kobanê şehîd Erdal Besta (Muhammed Xelîl) û şehîd Demhat Têkoşîn (Bahadîn Ahmet) hebûn.

Xizmên herdu şehîdên azadiyê jî ji me re axivîn û diyar kirin ku divê ciwan tola van şehîdan rabikin û ewê heya dawiyê li ser têkoşîna nirxandar a van lehengan dewam bikin.

HER DEMA BIÇÛK JÎ BÛ FERMANDAREK BÛ

Di serî de Apê şehîd Erdal Besta anî ser ziman ku şehîd Erdal her dema biçûk jî bû xuya dikir ewê bibe fermandarek û got; “Navê min Ferhadînê Qeremûx e, ji bajarê Kobanê me, apê şehîd Erdal im. Şehîd Erdal kesayetekî drust, bi hêz û xwedî îrade bû. Cihê xwe di şerê Kobanê de jî girt. Ji kesayeta wî diyar bû ku wê mêrxaz û egîd derbikevin, her riya fermandariyê dişopand. Heval Erdal di encama êrîşên bi çekên kîmyawî yê dewletê Tirk a hov de, ku li ser zarok û ciwanên me dike şehîd bû. Êrîşî Kurdan, hevalên me û ciwanên me dike û dinya hemû li hember wî bê denge û çavên xwe li ber êrîşên wî digirin. Dijminê me dijminekî terorîste, dixwaze şoreşa me ya Rojava jî bixetimîne û wê tune bike. Hemû çek û amûrên ku di nava qanûnên cîhanî de qedexe ye li ser me Kurdan bikar tînin. Dema ku di Başûrê Kurdistanê de jî hatî bikaranîn dîsa ser Kurdan bû, îro jî li ser me û ser gerîla ev çek tên bikaranîn. Yek jî wî şermezar nakin û li pêşiya wî nabin asteng. Pêwîste dewleta Tirk bajarê Kobanê ji bîr neke, bajarê Kobanê ya ku weke erdnîgarî biçûk e, îro bûye xwedî hêz û îrade û ji bo Sûriyeke demoqratîk têkoşîn dike.” 

DAYÎKÊN ŞEHÎDAN, DAYÎKÊN BERXWEDANÊ NE

Ferhadîn axaftina xwe domand û got; “Dayîkên 17 gerîlayên ku şehîd bûne ji bo me mînak in, ji ber ku ew dayîkên berxwedanê ne. Eger ew dayîk bi tenê jî bimînin wê van êrîşên kîmyawî bi berxwedana xwe bisekinîn in. Wê di pêşengtiya wan dayîkan de şoreşeke azad û berxwedêr bi pêş bikeve. Şoreşa Rojava jî xwe bi hêza van dayîkên şehîdan berdewam dike.”

WELATÊ ME KURDISTAN E, HÊZA ME JÎ GERÎLA YE

Herî dawî Ferhadîn diyar kir ku ger Kurdek dixwaze azad jiyan bike, divê ew xwedî li şehîdan xwe derbikeve û di Kurdistanê de bimîne; “Welatê me Kurdistan e, hêza me jî gerîla ye. Bila kesek xwe nexapîne û nebêje ezê biçim Ewrupa jiyana keyîfî ji xwe re jiyan bikim, çiqas jiyan bike nikare bi rihetî jiyan bike, ji ber ku ew der ne welatê wî ye û nikare li wê derê jiyan bike. Ger dema tu dev ji axa xwe berdî tu dev ji xwe berdidî. Bila em bi xwe ji dijmin re zemînan çênekin. Li ser axa xwe jiyan bikin û bila dijmin hesabê hebûna we bike. Ger dijmin hesabên xwe derbarê me de neke, wê demê em tune ne. Ger ew dixwazin azad jiyan bikin, ancax dikarin azadiyê di şexsê heval Erdal û 16 hevalên wî yên din de bibînin. Em ji bilî li axa Kurdistanê nikarin azadiyê li cihekî din peyda bikin.”

GELEKÎ JI JIYANA GERÎLA BANDOR BIBÛ

Heman demê de kurê apê şehîd Demhat jî diyar kir ku heval Demhat ji jiyana gerîla gelekî bandor bibû û her daxwaza wî ya tevlîbûnê hebû; “Navê min Celal e, ez pismamê (Kurê Apê wî ye) şehîd Demhat im. Heval Demhat beriya ku tevlî bibe di sala 2017’an de hate gel me, me bi hevre kar dikir. Bandora hevalan gelekî li ser heval Demhat hebû, hertim wêneyên wan mêze dikir. Hertim digot ezê tevlî bibim, ji bo wê jî dîsa vegerî hate bajarê Kobanê û piştî çend mehan agahî hat ku ew tevlî nava refên gerîla bûye.”

BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYAWÎ BÊ HÊZIYA DEWLETÊ YE

Celal axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir; “Beriya çend rojan jî ji me re agahî hat ku ew li çiyayên Kurdistanê şehîd bûye. Dewleta Tirk li dijî wan çekên kîmyawî bikartîne. Cesareta wî nîne ku li hember gerîla bisekine û pê re şer bike. Ji bo vê jî tiştên ku di zagonên navnetewî de qedexe ne, wan li dijî gerîla bikartîne û gerîla şehîd dixe. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk a faşîst bê hêz e, ji xwe PDK’ê jî riya wî hêsan dike. Pêwîste ciwanên tevahî Kurdistanê xwedî li tolhildana wan şehîdan derbikevin.”

 

 

NC// Dıjwar Firat

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bû helbesta ku bi peyvan nayê vegotin – Şehîd Helbest Koçerîn

Nivîsa Pêş

Gerîla ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan lêda – 14 dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: 12 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin

Gerîla ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan lêda - 14 dagirker hatin ceza kirin

NPG’ê gerîlayên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên serketî kirin bi peyamekê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha NPG'ê ji bo gerîla peyameke pîrozbahiyê weşand

Manşet

  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.