Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA Star: Em jinan vedixwînin nava refên artêşa jinê

"Em ê weke hêzên YJA Star li dijî yên ku li Kurdistanê teslîmiyet, hevkarî û komployan ferz dikin, heta dawiyê xwedî li bijardeya jiyana azad a Bêrîtan derkevin. Wê faşîzm têk biçe, mêtingerî gav paşde bavêje û wê jin azad bibe, bi vê bawerî û îdîayê em her kesê ku alîgirê azadiyê ye, li dijî faşîzmê vedixwînin berxwedanê, bi taybetî em jinan vedixwînin refên artêşa jinê."

Edîtor: Nucan Serdoz
23/10/2022 - 14:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Gerîlayên YJA Starê li Çiyayên Azad 8’ê Adarê pîroz kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ragihand: “Di ketina 30. salvegera artêşbûna jinê de, em di şexsê fermandara xeta têkoşîna azadiya jinê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên xwe yên di meha Cotmehê de şehîd bûne bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Ji şehîdên me yên destpêkê yên bi felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me karîne bibin Xwebûn û serdema azadiya jinê dane destpêkirin heta bi şehîdên di meha Cotmehê de nemir bûne; Canda Turk, Gurbetellî Ersoz, Meryem Çolak, Azîme, Bermal, Rewşen, Elefterya Fortûlakî û Ronahî (Andrea Woolf), Hêlîn (Çerkez), Gulan Canda, Roza Dêrîk, Şîlan Evîn, Zîlan Halep, Bêrîtan Maku, Berwar Gever, Denîz Salmas, Rûken Bîngol, Pîroz Mava, Medya Mava, Sorxwîn Roboskî, Sara Savûşka Bozan, Delîla Maku, Hevî Mûş, Dîcle Amed, Rojîn Gevda, Çiçek Botan, Berçem Cîlo, Doza Welat, Şîlan Goyî, Çavrê Kamuran, Dilvîn Dalaho, Zeynep Faraşîn û şopdarên wan, em bîranîna bi hezaran şehîdên xwe careke din deynê xwe dibînin. Em hêzên YJA Star’ê diyar dikin ku em ê bi şêwazê Rêbertî xwedî li mîrateya azadiyê ya jinê ya şehîdên me bi canên xwe kolandinî derbikevin, soza xwe ya gihandina zaferê ya têkoşîna me ya azadiyê dubare dikin.”

XETA BÊRÎTAN ISRARA DI AZADIYA JINÊ DE YE

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star’ê destnîşan kir, “Hevalên me yên jin ên di vî mehî de ku ji meşên mezin û serhildanên dîrokî re şahidî kiriye gihiştine şehadetê, hucreyên kok û çavkaniya bingehîn a rûbara azadiya jinê ya diherike ne” û ev tişt anîn ziman;

“Wan mîrateya dîrokî ya meha Cotmehê di dilê xwe de hilgirtin û têkoşîna azadiya jinê bi artêşa jinê re ku şoreşek mezin e, anîn gel hev. Artêşa jinê ji bo jinên di xeta azadiyê de dimeşin bû çeka azadiyê. Yek ji pêşengên artêşa me ya jin Heval Azîme (Mîhrîban Saran) bi sekna xwe ya têkoşînê ya bênavber bûye yek ji navên nayê jibîrkirin a têkoşîna azadiya jinê. Artêşa jinê ya ku tê wateya hevdîtina jinê ya bi hêza xwe ya dîrokî re, li ser baskên Bêrîtana ku li dijî koletî, teslîmiyet û îxaneta li ser jinê hatiye ferzkirin ji zinaran xwe avêt xwarê, bilind bûye û hatiye van rojan. Bêrîtan a ku dengê dîrokî yê jinên ku li hemberî koletiyê li ber xwe didin û di vê dozê de xwe ji fedakirina canê xwe paşve nedane, ji bo hemû jinan banga azadiyê ya dîrokî ye. Bi hezaran jinên ku guh dane banga Bêrîtan a azadiyê, îro li çiyayan bi awateke fedaî li berxwe didin û bersiva herî watedar didin banga Bêrîtan. Artêşa jinê ku îfadeya pêkhatî ya xeta şer a Bêrîtan e; Ev 30 sal in li çiyayan wek topa agir mezin dibe û veguheriye kabûsa faşîzm, dagirkerî û koletiyê. Ya ku vê tirsê diafirîne xeta Bêrîtan e. Xeta Bêrîtanê, teslîmiyet, îxanet û koletî ji rewşa tercîha jiyanê ya neçarî ya li ser gelê me û jinan derxistiye û bûye îfadeya herî bi rûmet a israra jinê ya di azadiyê de. Rûmeta firîna ji zinaran ya li şûna ku teslîmbûna hember dijmin, Bêrîtan kiriye fermandara pêşeng a xeta azadiyê. Bêrîtan, rastiya ku koletî kirêtî ye û bedewbûyîn ji çalakiya şerkirinê re derbas dibe, li qadên şer qîriya; weke prensîba bedewî û azadiya jinê di artêşbûna jinê YJA Star de şênber bûye. Yekîtiya Jinên Azad YJA Star bi rêgezên bedewiyê yên Berîtan xwe afirand û bi çalakiyên xwe yên azadiyê îspat kir ku îhtîmala jiyana azad ji bo hemû jinan dikare pêk bê.

YJA STAR BIJARDEYA JIYANÊ YA JINÊN BÊRÎTANÎ YE

Bi dehan û bi sedan jinan li ser xeta Bêrîtan, Azîme û Zîlan’an dest bi meşa azadiyê kirin û israra jinan a di azadiyê de bi beden kirin. Jinên ku xwe gihandin cewhera xwedawenda dayîkê, veguherîn hêza pêşeng a şoreşê û bûn ronahiya hêviyê ku hemû jinên cîhanê ronî dike. YJA Star ku dizanibû şopdarê mîrateya van hemûyan e, mekanîzmayeke azadiyê ye ku gav bi gav pêş dikeve, pispor dibe û tirsê dixe nava pergala serdest a mêr. Bi taybetî Komara Tirk a faşîst ku her tim bi rêbazên şerê taybet jinên Kurd dike hedef, nîşaneya vê tirsê ye. Faşîzma ku fêm kir nikare pêşî li jinên Kurd û jinên ku îlhama xwe ji wan digirin û ketine nava berxwedanê bigire, bi rêbazên herî qirêj hewl dide pêşengên xeta azadiya jinê bêbandor bike. Di piştperdeya şehîdkirina pêşeng Nagîhan û Delal Nûrhak ku di xeta azadiya Kurd de têdikoşiyan, her wiha di şexsê Jîna de zêdebûna êrîşên Îranê yên li dijî jinan de tirsa mezin a dewletan heye. Lê tevî hemû êrîşan jî artêşa jinan her ku diçe berfireh dibe. Artêşa jinan li Şengalê YJŞ, li Rojava YPJ, li Bakur YPS Jin û li Rojhilat jî HPJ ava kir. Rêxistinên li van hemû parçeyên Kurdistanê ji artêşa jinê ya YJA Starê îlham girtin. Artêşa jinê ya YJA Starê li hemberî koletiya jinê ya bi hezaran salan tercîha jiyana Bêrîtanî ye. Artêşa jinan a YJA Starê bûye berxwedana herî radîkal a xweparastinê ya zincîrên lingan û kelepçeyên destê jinan şikand. Di wateya ku jin xwe bigihîne hêza xwe ya cewherî, artêşa jinê hêzeke ku pêş dikeve û mezin dibe. Metirsiya herî mezin a li ser pergala serdest a mêr mezinbûn û pêşketina YJA Starê û artêşbûyînên jinan a îlhamên xwe ji wê digirin e. Avabûna wê ya ne tenê li ser bingehê leşkerî, di heman demê de li ser paradîgmaya ekolojîk, demokratîk, azadiya jinê û zîhniyeta wê, artêşbûna jinê derbeya herî mezin a li mekanîzmayên desthilatdarî û milkiyetê yên heyî ye.

EM HER KESÊ AZADÎXWAZ VEDIXWÎNIN BERXWEDANÊ

Îro li çiyayên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metîna bi rêbazên şer ên herî qirêj, bi çekên nukleerî yên erdê dihejînin, bombeyên qazanê û madeyên kîmyewî yên li derveyî mirovahiyê êrîşeke mezin tê kirin. Li hemberî van êrîşan artêşa jin bi vîna xwe ya qawîm hem li çiya û hem jî li navenda emperyalîzmê ango metropolan, li mêtingeriyê dixe. Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal, dîwarên ewlekariyê yên ku faşîzma Tirk digot nayê derbaskirin, hilweşandin, ketin çeperên dijmin û li navenda wan gule li dijmin reşandin, Sara û Rûken pênaseya Zîlanî û Bêrîtanî ya nû ya jina birêxistinkirî ye. Sara û Rûken ên ku îradeya jinê vediguherînin hêza şer, rûyê yekîneyên xweser ên jin ên YJA Starê ku li çiyayan teknîka dijmin pûç kiriye, ya li metropolan e. Sara û Rûken nîşanî her kesî dan ku jina rêxistinkirî dikare hemû êrîşên dijmin pûç bike. Sekna jinên Kurd ên leheng Sara û Rûken ku bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û êşkenceyên di zindanan de bêrûmetî dibînin, Sekna Bêrîtan û Zîlan e. Ne pêkan e civakekî ku jinên wê îradeyek wisa bi dest xistiye têk biçe. Em li dijî hemû rêbazên şerê qirêj ê mêtingeriyê bi awayê Bêrîtanî radibin û Zîlan bi xwe teqandina di nava dijmin de, bersiva xwe didin û em ê bidin jî. Em ê weke hêzên YJA Star li dijî yên ku li Kurdistanê teslîmiyet, hevkarî û komployan ferz dikin, heta dawiyê xwedî li bijardeya jiyana azad a Bêrîtan derkevin. Wê faşîzm têk biçe, mêtingerî gav paşde bavêje û wê jin azad bibe, bi vê bawerî û îdîayê em her kesê ku alîgirê azadiyê ye, li dijî faşîzmê vedixwînin berxwedanê, bi taybetî em jinan vedixwînin refên artêşa jinê.

Çawa ku tovê ku di meha Cotmehê de li axê hatiye çandin di biharê de şîn dibe, fermandar, pêşeng, hevrê û hevalên me yên ku di vê mehê de ax pîroz kirin, bûn tovên azadiyê ku jinê bigihînin biharê. Şehîdên me yên jin ên ku pêşengên xeta azadiya jinê ne, di serî de artêşbûna jinê bi fedakirina canê xwe mîraseke mezin ji bo azadiya jinê afirandin. Em hêza xwe ji vê mîrasê digirin û ber bi çeperên azadiyê ve dibezin. Em şopdarên xeta şer û jiyanê ya Berîtan, Zîlan, Viyan, Sema, Bermal û Ronahî, Rojîn Gewdalar, Gulnaz Egeler, Armanç Goşkar, Delal Amed, Nalîn Mûş, Zîn Cizîr, Çîçek Kûrtalan, Zîn Kobanê, Zelal Rojhilat, Avesta Xabûr, Têkoşîn Amanos, Sema, Koçerîn, Aryena Baran, Nûjîn Koçer, Nûjîn Êrsî, Nûjîn Amed, Esmer, Sarya, Nûda Sason, Diyana, Berfîn Rêbaz, Hêzil Rizgar, Guven Doza, Avzem, Sara û Rûken’an in. Weke gerîlayên YJA Starê em ê di sala 30. de bi şêwazê şer û jiyanê ya Rêber Apo serketinê misoger bikin. Serketin wê ya fedaiyên nemir ên xeta Bêrîtan be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Besê Hozat: Pirsgirêka Kurd êdî gihîştiye qonaxa dawî

Nivîsa Pêş

Şerê Taybet ê Erdoxan: Amed dorpêç kir, alîgirên xwe şand bajêr

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şerê Taybet ê Erdoxan: Amed dorpêç kir, alîgirên xwe şand bajêr

Şerê Taybet ê Erdoxan: Amed dorpêç kir, alîgirên xwe şand bajêr

Hêzil Ozgur: Berxwedana jinê wê hemû sîstemên paşverû, mêtinger û pêkhateyên faşîst derbas bike

Di pêşengtiya gerîlayên YJA Starê de çalakiyên tolhildanê: 28 dagirker hatin ceza kirin

Manşet

  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.