Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Tolhildan Zîlan: Divê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkoşîna gerîla ji xwe re esas bigrin

Endamê Rêveberiya Komalên Ciwan Tolhildan Zîlan bang li tevahî ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku berxwedana gerîla ji xwe re esas bigrin û bi wê rihê li berxwe bidin û got; "Li çiyayên Kurdistanê ji aliyê Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ve şerekî pir bi rûmet tê meşandin. Divê ciwan vê têkoşînê esas bigirin. Ne tenê li Kurdistanê, li Îranê jî divê ciwan berê xwe bidin refên gerîla."

Edîtor: Nucan Serdoz
11/10/2022 - 12:29
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Rêveberiya Komalên Ciwan Tolhildan Zîlan, derbarê serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi taybet di nava wê de rola pêşengtiyê ya jin û ciwan divê çawa be nirxandin kir.

Tolhildan Zîlan diyar kir ku pêşenga sereke ya serhildanan fikrên Rêber Apo ye û bang li ciwanan kir ku bi berpirsyariya dikeve ser milê wan tevbigerin û çalakiyên li kolanan hîn zêdetir mezin bikin.

Tolhildan Zîlan diyar kir ku ji bo di pêvajoyeke wiha de jiyana azad misoger bikin, divê her ciwanek tevlî nava refên gerîla bibe.

Endamê Rêveberiya Komalên Ciwan Tolhildan Zîlan li ser serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wiha nirxand;

Beriya her tiştî ez serî li ber Jîna Emînî û yên di berxwedana mezin de jiyana xwe ji dest dane ditewînim. Wek tê zanîn di van salên dawî de bi taybetî ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêvajo xwedî girîngiyekê ye. Rêjîma Îranê zilm û zorê li tevahî gelan dike, çi Azerî, çi Faris, çi Tirkmen û çi jî Ereb be. Em dibînin îro di şexsê Jîna Emînî de gel rabûye serhildanê û dixwaze sîstema heyî biguherîn e. Di şexsê Jîna Emînî de serhildanên gel ên li hember neheqiyê mezin bûye. 

‘Daxwazên azadiyê yên gel wê bi pêşengiya ciwan û jinên li kolanan pêş bikevin’

Daxwazên ku gel dikin, daxwazên pir girîng in. Gelên ku di bin dagirkeriya Îranê de dijîn êdî vê rêjîmê qebûl nakin, daxwazên ku îro gel dikin ji şoreşa ku di sala 1978’an de bi pêşketî qut nîne. Em dibînin ne tenê li Îranê li tevahî Rojhilata Navîn êdî gel sîstema heyî qebûl nake. Di dîrokê de li dijî dagirkeran bi sedan serhildan hatine çêkirin û bi hezaran ciwanan canê xwe feda kirine. Lê tu carî jî pergala dagirker qebûl nekirine. Ev nîşan dide ku mirov her tim li alternatîfan digerin û ji bo azadiyê bi dest bixin guhertinê dixwazin. Daxwazên azadiyê yên gel wê bi pêşengiya ciwan û jinên li kolanan pêş bikevin. Qêrîna azadiyê ya îro ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê û gelê Kurd e.

Hemû gelên Îranê bi vê yekê razî ne û yekîtiyeke pir kûr ava kirine. Sedemek ku ev serhildan ji serhildanên berê cuda ye jî ev e. Ev angaşta azadiyê nîşan dide ku êdî gel vê sîstemê qebûl nake û ev daxwaza rewa ya Herêma Kurdistanê ye. Divê jin û ciwan kolanan neterikînin û serhildana xwe mezintir bikin. Em dibînin ku ev serhildan bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêş dikevin. Lê Rêber Apo di bin îşkence û tecrîdeke mezin de ye. Lê fikir û felsefeya wî bi tevahî azad e û hemû gelan hembêz dike. Weke ku Rêber Apo jî gotî, “Sedsala 21’emîn sedsala azadiyê jinê ye”. Rojhilatê Kurdistanê û serhildanên ku di pêşengiya jinan de li Îranê pêk tên, nîşan dide ku civaka Kurd û civakên din çawa dikarin ber bi guhertinê ve biçin. 

‘Fikrên Rêber Apo bi silogana “Jin Jiyan Azadî” pêşengtiya serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike’

Ji ber ku jin di pergala cîhanê ya kapîtalîst de bûye mal û hemû hêz hewl didin jinê bitepsînin û hemû mafên jinan ên rawa ji destê wan girtin e. Dewleta dagirker a Îranê hertim bi awayekî herî hovane hemû mafên jinan binpê kiriye û her tim kuştina jinan xistiye hedefa xwe de. Tişta ku di encama van serhildanan de derketiye holê ew e ku jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo dikare guhertinên herî mezin biafirîne. Rêber Apo bi xwendina wê ya cuda û bi ramaneke cuda pêşengtiya azadiya jinê kir. Fikrên Rêber Apo bi silogana “Jin Jiyan Azadî” pêşengtiya serhildanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike.

Jin bi pêşengiya xwe dikarin vê serhildanê bi ser bixînin. Ev serhildanên ku îro derdikevin ne asayî ne û dibe şoreşa azadiyê. Îro dema şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye, şoreşeke ku gel bi salane têdikoşe, bi salane li kolanan xwîn dirijîne û li ber dijmin çokan nedanî ye. Em dikarin ji serhildanên berê dersê bigirin û van serhildanan bi şoreşa azadiyê ve misoger bikin. Lê di vir de ya girîng ew e ku gel bi tevahî li pişta hev bin û bi hev ve girêdayî bin. Ev serhildan ji Seqizê li hemû kolan û bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû. Her wiha divê gel bajar bi bajar, kolan bi kolan derkevin û dengê xwe yê azadiyê bilind bikin. Divê em kolanan bikin kolanên serhildêran, malan jî bikin malên kesên ku alîkariyê didin berxwedêran û hwd. Ev rêjîm bi hêza ciwan û jinan dikare were têk birin. Bi taybetî hûn dikarin xwe bi pêşxistina xweparastinê û pêkanîna rêbazên cuda bi rêxistin bikin. 

‘Divê gelên Îranê kolanan neterikînin û şerê xwe li kolanan xurt bikin’

Ev rêjîma dagirker bi her awayî dixwaze xwe bidomîne û serweriya xwe bidomîne, lê em bi zelalî dikarin bibêjin ku bingeha wê hejiyaye û ber bi hilweşînê ve diçe. Siloganên ku bi taybetî li Sîstan û Belûçistanê derketin, gelê Azerbaycanê, gelên Îranê û gelê Ereb bi awayekî zelal nîşan da ku ev pirsgirêk pirsgirêkên hemû gelan in. Divê gelên Îranê kolanan neterikînin û şerê xwe li kolanan xurt bikin. Daxwazên li dijî mêtingerî û zilmê divê neyên qels kirin. Ji ber ku ev ji xwe amûreke ku dewlet ji bo xwe bikar tîne ye.

‘Divê ciwan têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê esas bigrin’

Pirsgirêka me ya sereke hebûna rêjîmeke wisa qirêj û dagirker e. Daxwaza bingehîn divê azadî be û azadî ji aliyê hêzan ve nayê dayîn, bi têkoşînê tê qezenc kirin. Ji bo vê divê em zêdetir têkoşîn bikin. Li çiyayên Kurdistanê ji aliyê Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ve şerekî pir bi rûmet tê meşandin. Divê ciwan vê têkoşînê esas bigirin. Ne tenê li Kurdistanê, li Îranê jî divê ciwan berê xwe bidin refên gerîla. Gelên Ereb, Belûç û Fars jî mîna Gulsurxiyan bi fikra sosyalîzmê li dijî dagirkeran derketin û canê xwe feda kirin. Divê ciwanên Ereb, Belûç, Fars û Kurd mil bi mil bi hev re têkoşîn bikin. 

Divê dibistan û zanîngeh bên boykot kirin, dikan û bazar bên girtin. Her tiştê ku sîstemê diparêze divê bê felc kirin. Ev yek bi berxwedana li kolanan pêkan e. Ji 7 heta 70’î erka her kesî ye. Îro hemû gel bi gotina Rêber Apo ya “Jin Jiyan Azadî” berxwedana xwe geş dikin. Li ser vê bingehê banga min ji ciwanên Apoyî re ew e ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo li kolanan tevbigerin. Divê ev şoreş bibe şoreşa azadiya mirovahiyê.”

 

 

NC// Hêmin Bêkes

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Turnovaya Voleybolê ya ciwanên Mexmûrê di tûra xwe ya yekemîn de bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Dûran Kalkan: Di ciwanên Kurd de kîn û hêrseke mezin çêbûye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kalkan: “Faşîzm wê hilweşe, demokrasiya gel wê bi ser bikeve”

Dûran Kalkan: Di ciwanên Kurd de kîn û hêrseke mezin çêbûye

Artêşa dagirker ku nikare bi serbikeve çeteyan dişîne ji bo şer bikin

Artêşa dagirker ku nikare bi serbikeve çeteyan dişîne ji bo şer bikin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.