Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ciwanên Şengalê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê heya dawiyê li berxwe bidin

Li dijî Komploya Navdewletî ya li hember Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, çalakiya konvedanê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ve hatibû destpêkirin. Îro ew çalakî bi dawî bû.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/10/2022 - 21:27
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ciwanên Şengalê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê heya dawiyê li berxwe bidin
ParvekeTweet

ŞENGAL – Li dijî Komploya Navdewletî ya li hember Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, çalakiya konvedanê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ve hatibû destpêkirin. Çalakî îro di roja xwe ya 3’yemîn de bi daxuyanyekê bidawî bû.

Di çalakiyê de standa ku pirtûkên Rêber Apo tê bûn hate danîn, û pêşangehek ji wêneyên Rêber Apo hate vekirin.

Îro jî Saziya Malbatên Şehîdan û TAJÊ’yê (Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî) serdana kona çalakiyê ya ciwan û jinên ve kirin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Beşar axaftinek kir. Beşar ku di şexsê şehîdên meha Cotmehê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û ev tişt anî ziman; “Di serî de weke Saziya Malbatên Şehîdan em di şexsê şehîdên Cotmehê de serî li ber hemû şehîdên xwe ditewînin. Careke din em spasiya ciwan û jinên ciwan ên Êzidxanê ji bo çalakiya kon dikin.

Weke saziyên li Şengalê li dijî komploya 9’ê Cotmehê emê li vir daxuyaniya xwe bidin. Em weke gelê Êzidî dibêjin, emê fikra ku Rêber Apo li çiyayên Şengalê di çanda Êzidîtiyê de çandiye, jiyan bikin. Em li pişt Rêber Apo ne.”

Beşar bal kişand ser fedakariya gerîlayên ku di sala 2014’an de Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û diyar kir ku wê ji niha û pê ve bi hezaran gerîla mezin bibin. Di dawiyê de jî Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir.

Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê Sara Botan têkildarî komploya li ser Rêber Apo daxuyanî da û wiha got;

“Em weke Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidî komploya li dijî Rêber Apo şermezar dikin.

Weke hûn jî dizanin li Baxçeyê Rêbertî me dest bi çalakiya kon a 3 rojan kir. Çalakiya me bi coşeke mezin hat pêşwazî kirin û ciwan bi eleqeyeke mezin hatin serdanê. Helbet ev bersiva herî mezin e ji dewletên ku li dijî Rêber Apo komployan dikin. Bi taybetî jî desteka Êzidiyan a ji bo Rêber Apo, enerjî û hêza ku ciwanan ji bo piştgiriya Rêber Apo derxistiye holê, bersiva herî mezine ku li dijî hêzên komploger bê dayîn.

Weke Yekîtiyên Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidî me ev yek weke erk û berpirsyariya xwe dît. Weke her kesê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li berxwe da, çalakî li dar xist û têkoşiya, me jî ji bo Rêbertiyê çalakiyeke wiha li darxist. Me ji bo şermezarkirina komployê çalakiyeke wiha li darxist.

Bi taybet peymana ku di navbera Tirkiye, Bexda û Hewlerê de, di heman rojê de hatibû îmze kirin, berdewamiya komploya dagirkirina Şengalê bû. Ev yek ji komploya ku li ser Rêbertiyê pêk hatiye qut nîne. Ji ber ku di heman rojê de li dijî Şengalê biryarek bi vî rengî hate girtin û xwestin vîna Rêber Apo ya di ciwanên Şengal û Şengalê de afirandiye têk bibin. Lê divê ti carî ji bîr nekin ku wê ti carî nikaribin vîna gelê Êzidî bi taybet ciwanên Êzidî bişkînin. Ji ber ku ciwan bi fikrên Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin, perwerde dikin û civaka xwe bi rêve dibin.

Wê tu carî nikaribin vê îrade û vê fikrê tine bikin. Hembêzkirina me ya fikrên Rêber Apo tenê bi vê çalakiyê re sînordar nabe. Çalakiyên me wê di rojên pêş de jî bidomin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo emê heta dawiyê li berxwe bidin û çalakiyan li darbixin. Ji bo pêkanîna daxwaza Rêbertî ya gelê Êzidî di nava aramiyê de bijîn, emê heta dawiyê têbikoşin. Emê heta dawiyê têbikoşin da ku fikrên Rêber Apo bigihînin civaka xwe û ciwanan. Bi hêz û dînamîzma ciwanan wê serkeftin teqez ya me be û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bibe. Ji ber ku fikrên Rêbertî li hemû cîhanê belav bûye û gel ji bo vê her tim di nava çalakî û berxwedanê de ye. Çalakiyên me wê heya dawiyê bidomin.”

Piştî daxuyanî hate dayîn ciwanan bi berzkirina silogana “Bijî Serok Apo” dawî li çalakiya xwe anîn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

8 dagirker hatin ceza kirin, 2 çeper hatin rûxandin

Nivîsa Pêş

ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2022’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 01’Ê COTMEHA 2022’YAN

ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2022’YAN

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sara Tolhildan-Rûken Zelal: Hemû hêzên ku tevlî komployê bûne wê di agirê tolhildana me de bişewitin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sara Tolhildan-Rûken Zelal: Hemû hêzên ku tevlî komployê bûne wê di agirê tolhildana me de bişewitin

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.